Karayılan: Bi berxwedana li Efrînê wê serkeftin ya me be

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Murat Karayılan di bernameya radyoya Dengê Welat de têkildarî berxwedana Efrînê, rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan û vekişîna HPG’ê ya ji Şengalê agahiyên girîng da.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Murat Karayılan tevlî bernameya Radyoyê ya Dengê Welat bû. Karayılan di bernameyê de li ser berxwedana Efrînê, li ser rewşa dawîn a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan û vekişîna HPG’ê ya ji Şengalê agahiyên girîng da.

Karayılan diyar kir Berxwedana Rêber Apo ya li Girtîgeha Îmraliyê  didome û di demeke nêz de wê Rêveberiya Tevgera wan li ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan hin agahiyan bide.

DI NEWROZÊ DE GELÊ KURD PEYAMÊN GIRÎNG DA

Newroza îsal çi li Kurdistanê, çi jî li derveyî welat bi tevlîbûnên girseyî yên pir mezin hat pêşwazîkirin. Helwest û peyama ku gelê Kurd di vê Newrozê de bi tevlîbûna xwe dayî, divê mirov çawa bigire dest, çawa nêzîk bibe?

Ez di destpêkê de Cejna Newrozê li Rêber Apo, tevahî gelê Kurdistanê, bi taybetî li gelê Efrînê yê hêja, li hemû gelên herêma Rojhilata Navîn, dayîkên şehîdên şoreşê û tevahî hevalan pîroz dikim. Di vê roja pîroz û hêja de di şexsê Kawayê Hemdem Mazlûm Doğan de tevahî şehîdên şoreşê bi bîr tînim.

Newroza 2018’an gelê me kir wekî Newrozeke peyaman, kir Newrozeke destpêkên nû û li nirxên xwe û netewebûna xwe xwedî derketinê. Jixwe em Cejna Newrozê ne wekî rojeke ku tenê cejin bê pîrozkirin, kêfxweşî çêbibe, dîlan bibe; em wekî rojeke bilindkirina berxwedanê, rojeke bilindkirina ruhê neteweyî, yekîtiyê û têkoşîna azadiyê, roja derketinên nû, roja hemleyan digirin dest. Gava yekem a partiya me Partiya Karkerên Kurdistanê, di sala 1973’yan de roja Newrozê hatiye avêtin. Rêber Apo, di serî de Newroz wekî rojeke neteweyî, rojeke berxwedanî, li neteweya xwe xwedî derketinê girt dest û heya roja îro anî. Gelê me jî ev Newroza îsal wisa girt dest û pîroz kir. Bi taybetî di Bakurê Kurdistanê de wekî tê zanîn, dagirkeriya Tirkiyê ev sê sal in faşîzmeke mezin li ser gelê me, li ser Rêberiya me dimeşîne. Armanca xwe, di gel de çewisandinê, teslîmbûnê û bêdengiyê pêş bixe. Lê vê Newrozê ji Cizîrê heya Amedê, ji Amedê heya Stenbolê li her devera ku Kurd lê heyîn, dostên Kurdan lê heyî, bi Newroza hatî pîrozkirin raber kirin ku hemû êrîşên hovane yên dagirkeriya Tirkiyê bêencam mane. Gelê me di vê Newrozê de bersiveke ciddî da faşîzma AKP-MHP’ê. Ji bo wê ev Newroz derketineke hêja ye.

Ya din, gel peyamên girîng da. Bi taybetî li hemû beşên Kurdistanê, ji Silêmaniyê heya Efrînê, ji Efrînê heya Mehabadê li her dereke Kurdistanê xelkê me Newroz kir roja xwedîderketina Berxwedana Efrînê. Ev helwesteke pir hêja ye. Di Newrozê de li derdora Berxwedana Efrînê ruhekî neteweyî, geşbûna wê eşkere bû. Peyamên Newrozê jî ev dianîn ziman.

Li hemû cihên pîrozbahiyê gelê Kurd xwedîderketina li Rêber Apo û daxwaza azadiya Rêber Apo eşkere kir, dirûşmeyên vê pêş xist. Li deverên zext, zilm, qedexe heyî, di bin wê qedexeyê de gelê me eşkere azadiya Rêberiya xwe xwest. Ev pir girîng e. Li nirxên xwe xwedî derketin, di vê rojê de helwest pêşxistin bi rastî berfireh pêş ket. Cardin gelê me di vê rojê de daxwaza xwe ya stratejîk, daxwaza xwe ya her dem careke din bi hêz anî ziman. Ew çi ye? Yekîtiya neteweyî ye. Ji Kurdên li Ewrûpa bigire heya her aliyê dinyayê û li çar parçeyên Kurdistanê cardin dirûşmeya yekîtiya neteweyî bilind kirin. Peyamên wisa girîng dan. Yanî hem bi dirûşmeya “Em her derê bikin Efrîn” xwedîderketina li Berxwedana Efrînê, bi ruhê berxwedana Efrînê pîroz kirin, hem xwedîderketina li Rêber Apo, hem jî banga yekîtiya neteweyî hemû ji bo me peyamên girîng in. Ji bo vê em cardin gelê xwe spas dikin, wana silav dikin. Em di têkoşîna wan de ji bo wana serkeftinê dixwazin. Ev helwest û sekna gelê me ji bo me jî emr û talîmat e ji bo ku em têkoşîna azadiyê di çarçoveya hatî ziman de pêş bixin, li erkên xwe xwedî derkevin, bi rastî Newroza 2018’an bikin Newrozeke derketina mezin, sala 2018’an di vê çarçoveyê de bikin saleke mezin. Newrozê erka me destnîşan kir. Wekî şoreşger ji bo em jî li vê erka xwe xwedî derkevin çi ji destê me tê em ê bikin. Em jî vê roja Newrozê vê sozê didin gelê xwe.

‘AGAHIYÊN NÛ DER BARÊ REWŞA RÊBER APO DE HENE’

Di vê Newrozê de gelê Kurd, wek dirûşmeyeke sereke azadiya Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Öcalan daxwaz kir. Dîsa ev demek dirêj e ji bo vê li gelek cihan çalakî tên lidarxistin. Der barê rewşa birêz Öcalan de çi agahiyeke nû heye?

Rast e, agahiyên nû der barê rewşa Rêber Apo de hene. Dagirkeriya Tirk, çawa ku li ser hemû gelê me faşîzmekê dimeşîne, heya niha ev hîn bi dijwarî li Îmraliyê meşand. Şerê mezin jixwe li Îmraliyê ye. Li hemberî vê jî sekneke pir biwate, pir dîrokî, pir însanî ji aliyê Rêber Apo ve tê pêşxistin. Me niha agahiyên nû girtine, lê ez naxwazim hemûyan li vir eşkere bikim. Ji ber ku divê rêveberiya Tevgera me bi şiklekî fermî, bi nivîskî di vê çarçoveyê de daxuyaniyê bide, hemû gelê me û raya giştî agahdar bike.

Agahiya me girtî ev e: Dagirkeriya Tirkiyeyê tevî Rûsya îtifaqeke stratejîk di navbera xwe de çêkirine. Ji bo berxwedana Efrînê rawestînin wek heyet çûne Îmraliyê û zext li ser Serokatiyê pêş xistine, talep jê kirine. Ev ji aliyê Rêber Apo ve hatiye redkirin. Di vê çarçoveyê de ev sîstema êşkenceya li Îmraliyê hîn geştir kirine. Me agahiyên wekî vê girtine. Feqet wekî min berî niha jî anî ziman, di vê der heqê de rêveberiya Tevgera me wê bi şêwazekî fermî tevahî gelê me agahdar bike. Ji ber ku ev rewşeke pir girîng e. Pir eşkere dibe ku, dewleta Tirkiyê bi temamî li hemberî gelê Kurd dijminahiyeke berfireh dimeşîne. Ji bo berxwedana gelê Kurd bişkîne bi gelek hêzan re îtifaq kiriye. Êrîş û sekna xwe ne ji rêzê ye. Ev, êrîşeke kûr û berfireh e. Ev encam jê derdikeve. Bêguman Rêber Apo jî di wir de ev fêm kiriye, ji bo wê jî helwesta pêwîst pêş xistiye. Em niha li gorî agahiyên di destê me de wisa fêm dikin.

Ya din, raber dibe ku dijmin li hemberî Berxwedana gelê me ya li Efrînê çiqas tengav bûye. Yanî serî li her rê û rêbazê xistiye ji bo bikaribe wê berxwedanê bişkîne. Ev jî tê fêmkirin. Di vê çarçoveyê de ez bawer im di rojên pêş de wê hîn zêde hinek agahî bi raya giştî re bên parvekirin.

BERXWEDANA EFRÎNÊ BERXWEDANEKE PÎROZ E

Berxwedana Efrînê îro ket roja xwe ya 63’yan. Di roja 58’an a berxwedanê de ji navenda Efrînê paşvekişîna gel çêbû. Berxwedana Efrînê ya niha didome, çi di warê gel de, çi jî di warê şervanan de hûn çawa dibînin?

Li Efrînê bi rastî ev 63 roj in berxwedaneke pir dîrokî pêş dikeve. Di warê siyasî, civakî, leşkerî de tiştekî nû ye. Herêmeke biçûk, qezayek e, tevî hêzên xwe yên parastinê û wekî civak li hemberî dewleteke hov ku her kes dibêje “di NATO’yê de artêşa duyemîn e” û teknolojiya serdemê hemû di destan de heye û bi xwe re bi hezaran çeteyên xwînxwar, qatil û hovane kirine yek, li ber xwe dide. Cardin bi Rûsya re îtifaq çêkiriye ji bo berxwedana Efrînê mutleqa bişkîne. Konsepteke wisa bi rê xistiye ku di cîhanê de kesek li pêşiyê nebe asteng. Adeta wekî her kes da pişt xwe û warîdatên Tirkiyê, rewşa jeo-stratejîk a Tirkiyê xist bazarê ji bo her kesî bide pişt xwe, wisa were ser Efrînê û bikaribe encam bigire. Rexmê van hemûyan, gelê Efrînê û şervanên Efrînê, rêveberên Efrînê berxwedaneke ku dinya gişt lê şaş mayî pêş xistin û hîn jî ev wisa didome. Ev tiştekî pir nû û pir girîng e.

Çawa nû ye? Di dîroka şeran de ev tiştekî nû ye. Li hemberî teknolojiya herî bilind berxwedaneke bi vî awayî ne tiştekî ji rêzê ye. Elbet ev ji bo hemû ciwanên Kurd, hemû gelê Kurd û dostên gelê Kurd cihê şadûmanî û serbilindiyê ye. Ev qehremaniyeke mezin e. Belkî berdêlên vê hene, berdêl hatine dayîn. Îro gelê me ji navenda bajarê Efrînê xwe paşve kişandiye, di vê çarçoveyê de xelkê me belkî zorî û zehmetiyê dikişînin, lê lazim e hem gelê me yê Efrînê, hem jî tevahî gelê Kurdistanê bizanibe ku ev tiştekî pir mezin, bi rûmet û bi şeref e. Li hemberî dijmin stûyê xwe xwar nekirin û berxwedan bi rengereng domandin tiştekî dîrokî ye.

‘TIRKIYEYÊ 300 ENDAMÊN DAÎŞÊ BIRIYE EFRÎNÊ’

Ez ê agahiyeke din jî bidim, ji ber dewleta Tirk vedişêre. Dijmin niha ewqas tengav bûye ku, MÎT’a Tirkiyê 300 kesên Çeçen ên di nav DAÎŞ’ê de şer kirine, xwedî tecrûbe amade kirine û di bin navê ku vana jî beşek in ji qaşo Artêşa Azad in, ew anîne û xistine şerê li Efrînê. Cardin, 300 kesên Kirgiz (ji wana re dibêjin Tirkên Kirgiz) ku hemû cîhadî ne, birêxistin kirine; wana jî anîne û li Efrînê xistine şer. Ev agahî misoger in û em baş dizanin. Hemû hêzên cîhadî yên ku heya niha di Iraqê, Sûriyê de şer kirîn û çûyîn li Tirkiyê kom bibûn, MÎT’a Tirkiyê ev ji nû ve birêxistin kirin û wisa berê wana daye Efrînê.

Dewleta Tirk, cardin tevî van çeteyên xwe û kesên ji vir-wir anî û tevî hemû hêzên xwe yên taybet ên bijare ku ji gelek deverên Tirkiyê û Kurdistanê anîn Efrînê, nikaribû pêşde biçûya. Heya roja 44’an ket xitimandinê, ket qrîzê û nikaribû pêşde biçûya. Encex ji wê dîrokê û şûn ve bi lêdana teknîkê re, bi îtifaqa erêkirina Rûs êdî her tişt da ber xwe. Hemû gund xirabe kirin, beriya biçe gundekî lê xist. Bajar cardin wisa kir. Bi temamî xwest bi êrîşên hewayî û bikaranîna teknîkê pêşde here. Rayedarên Efrînê yên serkêşiya berxwedanê dikirin, li hemberî vê dîtin ku eger navenda Efrînê vala bikin û gelê xwe derxin saxlemiyê ji bo wan hîn baştir e. Wisa guncaw dîtine û elbet em hemû her li pişt wan in. Li gorî min jî, biryara wan rast e û di cih de ye. Heta belkî hinek dereng ma. Yanî taktîk guhertin pêwîst bû.

Niha di giştî dinyayê de, di şeran de pêşveçûn heye, êrîş heye û paşvekişandin heye. Jixwe dibêjin, şer li ser du stûnan e. Ji van du stûnan, yek êrîş e, yek jî paşvekişandin e. Di şeran de tiştekî wekî ku wê her tim êrîş bike, yan jî li cihekî her tim sekin bibe û şer bibe nîn e. Em dizanin, di dîroka şerên cîhanê de gelek serkeftinên girîng ji encama paşvekişandineke di wextê de hatine girtin. Ev ji navenda Efrînê paşvekişandina gel û hêzên YPG’ê, dikare bibe bingeha serkeftineke mezin. Ji bo wê qet û qet divê tu kes wekî ketinê, wekî gaveke paşde negire dest. Xuya bû ku, ev şerê Efrînê dike di navbera gelê Kurd û dagirkeriya Tirkiyê de dirêj bajo. Ji bo wê jî fermandariyên YPG’ê û rayedarên Kantona Efrînê bi hevbeşî biryar girtine ku navendê vala bikin. Ev ji bo şerekî demdirêj tiştekî pir guncaw e. Eger li wir israr bikiran dibe ku şer hîn demkurt bibûya û di encama vê de jî yan wê encam bigirtan, an jî belkî derbe bixwaran. Hîn jî berxwedêrên Efrînê derbe nexwarine, li ser xwe ne, ji gund û çiyayên Efrînê paşve nekişiyane. Ew tenê ji navenda bajarê Efrînê paşve kişiyane. Di şer de ev tiştekî pir asayî ye. Ji bo şer demdirêj bibe û ji bo serkeftinê pêwîst hatiye dîtin, wê çaxê guncaw e. Divê mirov wisa nêzîk bibe.

Dijmin piştî ku navend vala kirin bi du rojan şûn de seh kir ku navend vala ye. Beriya wê du rojan xwe li ber amade kir, dûvre herhal hinek sîxurên wek sivîl çûn, nihêrîn ku vala ye, jixwe kes nîn e, ew du roj in her vala ye, wisa ketin Efrînê û gotin “me girt”. Niha tê de talaniyê dikin. Hinek kesên feqîr û fuqara li wir mane, li wana jî heqaret dikin. Em dizanin, qebîleyek cuda li Efrînê heye ku wana ne Kurd in, wana li wir mane û pêşkêşiya dagirkeriyê dikin. Belkî ev tiştên niha dagirkeriya Tirkiyê di navenda Efrînê de dike xelkê me pê aciz dibe, xemgîn dibe. Bi rastî ev cihê aciziyê ye. Lê pêwîst e her kes bizanibe ev paşvekişîn demkî ye û ji bo berxwedana heya 58 rojan a dîrokek nû nivîsandiye bibe serkeftinê pêwîst hatiye dîtin û wisa kirine. Ev tê wateya ku, di rêya serkeftinê de wê pêşveçûn berdewam bibe. Ji bo wê divê her kes wisa nêzîk bibe. Berxwedana Efrînê ya serdemê ya dîrokî bi vî awayî ket qonaxa duyem.

LI EFRÎNÊ PLANSAZIYEKE NÛ HEYE

Li gorî me fêm kirî, di qonaxa duyem de şoreşgerên Efrînê ji xwe re plansaziyeke nû ava kirine û pêş xistine. Gerîla wê di Çiyayê Kurmênc de geş û xurt bikin ji bo dijmin sîstema xwe li wir ava neke. Ev a yekem, divê bi serkeftî pêş bikeve. Ya duyem, gelê me hindik li wir maye, ew ên mane divê li cihê xwe bimînin, feqet ên din venegerin û di deriyê Efrînê de li cihekî guncaw bisekinin. Derfetên rêveberiyên Kantonan heye û li gor agahiya me girtî, alîkariyên hêzên navdewletî jî pêş dikevin. Dikarin bi wî awayî ji axa Efrînê bi temamî dernekevin. Di wir de xwe bigirin ji bo li ser dagirkeriyê her tim zexteke civakî, siyasî û dîplomatîk her tim zindî be. Ev pêwîst e. Gelê me divê ji Efrînê bi temamî qut nebe. Berê jî me got, ger ji Efrînê qut bibe, wê nehêlin ew vegerin. Ji ber ku dijmin niha çend kesên wekî sîxur, xayîn û berdoşên li naverastê yên berê çûne Tirkiyê, hinek kesên ji hepsa Kantona Efrînê reviyane, çûne, wana kom kirine û dibêjin, “vana meclîsên Kurdan e û dike Kurd Efrînê birêve bibin”. Berî her tiştî ev sextekarî ye. Derewek e. Tiştekî wisa nîn e. Nûnerên Kurdan li wir nîn in.

Her kes dizane her dewleteke dagirker dema diçe cihekî dagir dike, hinek xulamên xwe çêdike û bi rêya wan xulamên xwe dixwaze sîstema xwe rewa bike. Dewleta Tirk jî niha dixwaze wisa bike, lê hemû rûyê wan eşkere bûye. Ji bo wê divê tu kesekî Kurd ê durist jî beşdarî vê planê nebe. Ev plana dagirkirina Efrînê, plana mayîndekirina dagirkeriyê ye. Dewleta Tirk dixwaze hebûna xwe li wir rewa bike û dûvre jî Efrînê bike ya xwe, Kurdan ji wir derbixe. Ev armanceke wana ye. Dixwaze di wir de Tirkbûnê çêbike. Wek xeyala Osmanî wir bike beşeke xwe. Wisa kesên hevalbendên xwe yên Ereb bîne û têxe wir. Dewleta Tirk heya beriya sala 1938’an jî dixwest bikeve Efrînê. Piştî ku Hatay daxilê Tirkiyê bû û sînor ji nû ve hat danîn, dewleta Tirk ji Efrînê dest berda. Xeyala dewleta Tirk her tim li ser Efrînê hebû. A niha jî vê xeyala xwe pêk tîne. Ji bo vê divê tu Kurdekî/e ji xwe re dibêje ez Kurd im, ji wana re nebe alîkar. Encex xayîn ji vê projeya wana re bibin alîkar. Gelê me jî divê neçe, xwe bigire, têkoşîna xwe bi sekna xwe ya li wir berdewam bike. Bêguman li kêleka vê, şoreşa Rojava îro şoreşeke rewa ye. Piştevaniya xwe di dinyayê de heye. Divê ew jî dîplomasiyê bimeşînin. Yanî li hêlekê berxwedana gerîla, hêlekê sekna gel, li aliyê din jî dîplomasiyeke afirîner û xurt bê meşandin, wê raya giştî jî li pişt vê bisekine.

Gelê me yê li derveyî welat û li her çar beşên Kurdistanê jî, divê ji hewldanên şervan û gelê Efrînê re her tim piştevan bin. Nimûne; ev berxwedana gelê me ya li Ewrûpa divê berdewam bibe. Greva ku niha li Cenevreyê dibe pir hêja ye. Em wan çalakvanan jî bi dil û can silav dikin. Divê çalakvaniyên wisa berdewam bibin. Ev paşvekişandina ji navenda Efrînê wek nefes girtin be û esas bibe hemleyeke hîn berfireh ji bo ku Efrîn ji dagirkeriya Tirkiyê re bibe çirav, tê de bixeniqe û Efrîn tu caran ji wana re nebe parî. Eger bixwazin bixwin, divê ew parî di qirika wana de bimîne. Divê Efrîn, di qonaxa duyem de bibe berxwedaneke dîrokî û wisa biçe serkeftinê. Lazim e hemû gelê Kurd ji bo vê hewl bidin. Gelê me yê Efrînê bi xwe divê ji bo vê fedakariyê bike. Em dizanin gel di zehmetiyê de ye. Lê hatiye, qewimiye û fedakarî pêwîst e. Bar li ser milê kî be, divê ew hinekî hewl bide bar rake. Şervanên xwe heya niha roleke dîrokî leyîstin. Divê vê rolê bi şêwazên nû, bi rêbazên gerîla, bi berxwedanên rengereng, bi taktîkên hîn rast berdewam bikin.

Em bi vê bawer dikin; eger di vê çarçoveyê de hewldanên cidî pêş bikevin, hem hewldanên YPG-YPJ’ê yên wek gerîla, hem hewldanên gel, hem hewldanên dîplomatîk, hem jî gelê me yê derve ku piştevaniya xwe hîn xurt bikin, ev berxwedana ku heya 63 rojan bingehek ava kirî wê bibe bingeha serkeftinê. Tiştê tê xwestin, ev berxwedana pîroz a heya niha hatî meşandin, bi xwîna şehîdan hatî avdan ji vir û wiha bi serkeftinekê bê tacîdarkirin. Derfeta vê heye. Bingeha vê hatiye avakirin. Tenê divê mirov ji vir û wiha di qonaxa duyem de jî bi biryar, cesaret, bi israr, bi sebir li ser raweste û vê têkoşînê berdewam bike, wisa Efrîna şîrîn rizgar bike û azad bike.

DEWLETA TIRK LI PEY KONSEPTEKE NÛ YE

Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û Şengalê niha wek mijareke girîng ketiye rojevê. Armanca dewleta Tirk a dagirker ji vê êrîşê çi ye?

Dewleta Tirkiyê ev sê sal in li ser konsepteke nû tevdigere. Hêzên di hundirê dewletê de yên wekî Ergenekon, MHP û AKP’ê li ser vê konseptê îtifaq kirine. Ev konseptek wisa ye ku, di naveroka wê de dibêjin, “Tirkiye di bin xeteriyekê de ye, ev xeterî jî ji gelê Kurd û têkoşîna azadiya Kurd pêk tê. Divê em derbasî pêşiya vê xeteriyê bibin. Ji bo wê jî tenê ne di hundirê Tirkiyê de, di derveyî Tirkiyê de jî li ku derê xeterî hebe, divê em êrîşî wir bikin.” Bi esasî hemû destkeftiyên gelê Kurd ji bo xwe xeter dibînin. Mesela, niha Rojavayê Kurdistanê dike statuyê bigire, ew îhtimal pêş ket; Tirkiye vê ji bo xwe xeter dibîne. Federasyona Başûrê Kurdistanê ji bo xwe xeter dibîne. Di eşkereyî de dibêje PKK xeter e, lê di esas de hemû destkeftiyên gelê Kurd ji bo xwe xeter dibîne. Ew di nav xwe de jî wisa diaxivin. Hişmendiya wana li ser vî esasî ye. Ew dihesibînin ku, ger derbeyê li PKK’ê bixin û şoreşa Rojava tesfiye bikin, dûvre wê bikaribin Başûrê Kurdistanê jî teng bikin, wek muxtariyetekê di bin kontrola xwe de şiklekê bidinê. Plana wan ev e.

AKP BÛYE MHP

Hîna jî pir kes vê fêm nakin. Wekî ku dewleta Tirkiyê, dewleta Tirkiyê ya berê ye; wekî ku AKP, AKP’ya berê ye nêzîk dibin. Bi taybetî hinek siyasetmedarên Başûrê Kurdistanê hîn jî wisa nêzîk dibin. Ev şaş e. AKP di warê îdeolojîk, fikrî de beşdarî MHP’ê bû. AKP îro MHP ye. MHP jî, jixwe bi rêxistinî êdî bû yêdekê AKP’ê. Hemû tiştên ku MHP ev 50 sal in dibêje, niha Erdogan hemûyan her roj dubare dike. Ji bo wê divê mirov vê guhertinê bibîne. Tabî Erdogan ne ku nû hat guhertin, berê jî ev di naveroka wana de hebû. Îdeolojiya wana li ser xeta senteza Tirk-Îslamê bû. Jixwe ev Tûrancîtî ye, nijadperestî ye. Vana gişt berê jî tê de hebûn, ji bo wê jî ne ku di yek rojê de hat guhertin. Kengî serwer bû, rengê xwe hîn zêde eşkere kir. Heqîqet ev e. Mesela, Erdogan niha qala Lozanê dike û dibêje, “Peymana Lozanê me di bin zextê de qebûl kiriye û derfet hebe em ê biborînin.” Ev tê çi wateyê? Tê wateya ku, bi esasî sînorên Mîsakî Millî yê me ye. Yanî Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê wek milkê xwe dihesibîne. Ha ji bo wê jî, çawa ku dixwaze Rojavayê Kurdistanê dagir bike, bi esasî li ser Başûrê Kurdistanê jî konsepteke xwe ya wisa veşartî heye. Hino hino dixwaze xwe di hemû deverên Başûrê Kurdistanê de bi cih bike. Ji bo ku dema siyaseta Başûrê Kurdistanê bixwaze li dijî derkeve jî, nekaribe li dijî derkeve. Plana ku niha li ser Başûrê Kurdistanê dimeşînin, bi esasî ev e. Ji bo vê yekê, hinek tiştan diwerimînin. Di esil de ne wisa ye, feqet zehf mezin dikin. Nimûne; dibêjin, “Ji ewlekariya me re tehdît heye.” Dibêjin, ku der? Ew dibêjin, “Li Sîncarê.” Halbûkî li Sîncarê ango li Şengalê li ser ewlekariya Tirkiyê çi tehdît heye? Tiştekî wisa nîn e. Ev derew e. Lê diwerimînin, dixin rojevê. Armanc çi ye? Armanc, bi vê yekê li ser dewleta Iraqê zextê çêbikin û hêzên xwe yên di Başûrê Kurdistanê de hîn zêde bikin. Hêzên xwe yên li Başîka hîn zêde bikin, bi vî awayî hîn zêde xwe di Başûrê Kurdistanê de bi cih bikin. Ji bo vê armancê ev tiştên wisa wek operasyonên agahiyê pêş dixin, agahiyên derew belav dikin û li ser wê siyasetê dimeşînin.

ME LI ŞENGALÊ PÊŞIYA QIRKIRINEKÊ GIRT

Niha em bibêjin li Şengalê çi bû? Li Şengalê di Tebaxa 2014’an de hevalbendê AKP’ê DAÎŞ’ê êrîş kir û xwest qirkirineke sedsalê li wir pêk bîne. Şengalê dorpêç bike, hemû kesan bigire. Xelkê me yê Şengalê, Êzîdiyên Kurd ji holê rake. Bi vî awayî êrîş pêş xist û dinya alem her kesî temaşe kir. Kesekî dengê xwe dernexist. Lê me wekî PKK mudaxele kir. Em li hemberî vê bêdeng neman û me pêşî li qirkirineke mezin girt. Gelê me yê Êzîdî jê re dibêje, “ferman”. Ferman rabû. Rast e, li Koço, li deşta wan deran em negihîştinê, hinekî pêk hat, lê me pêşî lê girt. Me di hundirê 10 rojan de, ji 8’ê Tebaxê heya 18’ê Tebaxê 150 hezar însanên me ji Şengalê anî  Rojava. Operasyoneke însanî ya mezin hat pêşxistin. Tiştê ku dewletên mezin nikarin bikin, di wê kêliyê de Tevgera me kir. Heta ji bo vê serokwezîrê Iraqê birêz Ebadî spas kir. Li Şengalê tiştekî pir însanî pêk hat. Ji wê çaxê heya niha jî gelê me yê Êzîdî hinekî din xebitî, xwe birêxistin kir, meclîsa xwe ava kir, saziyên xwe ava kirin, hêza xwe ya parastina cewherî ava kir ku ew bi xwe bikaribe xwe biparêze. Bi vî awayî di van çar salên derbas bûyîn de di Şengalê de pêşveçûnên îradebûnê çêbûn. Gelê me îro êrîşek were ser, êdî dikare xwe biparêze. Gihîşte wê astê. Ji bo wê jî mudaxeleya me li ser Şengalê encameke diyar girt û HPG’ê li wir erka xwe bi serkeftî pêk anî û êdî rola xwe li wir nema.

6 MEH IN HPG XWE HÊDÎ HÊDÎ VEDIKIŞÎNE

Ji bo wê jî ev 6 meh in em hêzên HPG’ê hêdî hêdî dikişînin û rêxistina me biryara xwe heye. Jixwe îro daxuyanî jî hat dayîn ji ber êdî HPG’ê li wir rola pêwîst lîstiye, êdî divê bê kişandin. Jixwe em 6 meh in kêm dikin. Vê yekê dewleta Iraqê jî dizane. Esas îstixbarata Tirkiyê jî ne mimkûn e vê nizanibe, ew jî dizanin. Lê ji bo blof bikin, biwerimînin, li gorî xwe rojevê çêbikin, li ser Iraqê zextê bikin, wisa Iraqê û Kurdan bînin hemberî hev senaryoyên wisa çêdikin. Erdogan û Çawîşoglu jî derewan dikin. Tiştekî wisa xeter li Şengalê ji bo Tirkiyê nîn e. 100 kîlometreyan dûrî Tirkiyê ye. Va ye dibêjin, “Şengal dike bibe Qendîla duyem e.” Tu eleqeya xwe nîn e. Tu kes ne bi tiştekî wisa fikiriye, ne jî heye. Eger niha ew hêza me ya dawî mayî em bikişînin, ji hêza me tu kes li wir namîne. Êdî hikûmeta Iraqê li wir e. Hikûmeta Iraqê germ nêzîkî daxwazên gelê me yê Êzîdî dibe, têkiliyên wan bi hev re hene. Ev germ nêzîkbûna hikûmeta Iraqê ya ji daxwazên gelê me yê Êzîdî re me wek nêzîkbûneke erênî dît. Li ser vî esasî me dît ku, êdî pêwîstiya gelê me yê Êzîdî li wir pir bi me nîn e. Eger di pêş de pêwîstî bi me hebe, em ê cardin gelê xwe biparêzin. Divê her kes vê jî bizanibe. A niha ew pêwîstî nîn e, ji bo wê jî rêxistina me ev demeke biryar girtiye û ev biryar êdî dikeve meriyetê. Jixwe bi vê daxuyaniyê re fermî bû. Esasê xwe wisa ye. Wekî min berî niha jî got, ez bawer im dewleta Tirkiyê û rayedarên wan vê dizanin, lê dixwazin bi xwe rojevekê çêbikin ji bo bikaribin armanca xwe pêk bînin. Mesele ev e. 

XWÎNA HER ÇAR ŞEHÎDAN WÊ LI ERDÊ NEMÎNE

Şeva di navbera 21-22’yê Adarê de ji aliyê dewleta Tirk ve êrîşeke hewayî li ser gundewarên Balayan a ser bi Qendîlê pêk hat. Di wê êrîşê de 4 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Der barê vê êrîşê de hem rêveberiya herêma Kurdistanê, hem jî rayedarên hikûmeta Iraqê daxuyanî dan. Hûn vê çawa dibînin?

Ez di destpêkê de însanên me yên li Qendîlê di vê êrîşa xwînxwar û dagirkeran de şehîd ketîn bi bîr tînim. Ji bo malbatên wana sersaxiyê dixwazim. Ew şehîdên me ne, şehîdên şoreşa azadiya Kurdistanê ne. Xwîna wana wê li erdê nemîne. Tola wana wê ji neyaran bê rakirin. Em ê bîranînên van şehîdên hêja di bilindkirina têkoşîna azadiyê de bidin jiyankirin.

Roja Newrozê li Qendîlê Newrozeke pir bi geşbûn pêk hat, pîrozbahî çêbû û piştî vê pîrozbahiyê, nîva şevê êrîş li ser xelkê me yê gundan pêk hatiye. Ev wekî peyamekê ye ji bo me, ji bo gelê Kurd. Dewleta Tirk tiştên wisa dike. Wekî bibêje, “Hûn li hemberî min kiryaran dikin, bi kêfxweşî Newrozan pîroz dikin! Ez vê ji we re nahêlim.” Tê vê wateyê. Ev êrîşeke li ser kerameta Kurd e. Di rojeke pîroz de êrîşeke wisa ne tiştekî ji rêzê ye. Ji ber ku êrîşeke berfireh e. Li gorî me bihîstî, bi balafiran li 4 cihan xistine û şehîd wisa çêbûne. Li hemberî van êrîşên dewleta Tirk her kesekî/e Kurd û Kurdistanî, her kesê li dijî hovîtiyê derdikeve divê xwedan helwest be. Van êrîşan neheq in û tu cihê xwe yê rewa nîn e.

Wekî me li jor jî anî ziman, armancên dagirkeriya Tirkiyê yên qirêj hene. Ew dixwaze civaka me tim di bin zextê de bihêle. Li ser Başûrê Kurdistanê her daîm êrîşên hewayî hene. Temam, vana gişt ji bo hêzên me dike, lê bi esasî ev peyam e ji bo tevahî gelê Başûrê Kurdistanê, siyaseta Başûrê Kurdistanê. Ev wisa ye. Ma referandûm PKK’ê li Başûrê Kurdistanê çêkir? Na. Me dît, li hemberî referandûmê dewleta Tirkiyê çawa helwest pêş xist. Wekî ji Iraqê re got, “ger hûn mudaxele nekin, ez ê bikim.” Leşkerên xwe anîn, li ser sînor xist manewrayê, tetbîqat çêkir û daxwaz kir ku mudaxele bê kirin. Di wir de jî ma PKK hebû? Na.

DEWLETA TIRK LI DIJÎ HEMÛ DESTKEFTIYÊN KURDAN E

Niha vê heqîqetê divê her kes bizanibe: Dewleta Tirkiyê li dijî Kurd e, li dijî tevahî destkeftiyên gelê Kurd e. Eger ne PKK bûya, wê PDK hedef bûya, wê YNK hedef bûya. Lê niha PKK heye, dibêje, “Ez PKK’ê dikim hedef”, bes li Kurd dixe û li dijî tevahî destkeftiyên gelê Kurd hewldanê pêş dixe. A niha dixwaze hêdî hêdî xwe di Başûrê Kurdistanê de bi cih bike. Ji bo wê yekê divê mirov vê rast bibîne û ev heqîqetek e. Eger ne hevsengiya ku gerîlayê azadiya Kurdistanê çêkirî bûya, dewleta Tirkiyê wê mûsaede neke ku 24 saetan jî federasyona Kurd li Başûrê Kurdistanê hebe. Eger îro yekser federasyonê nikare bike hedef, ji ber ku di bin zextekê de ye, şoreşa Bakur di rojevê de ye, gerîlayê azadiya Kurdistanê heye, ji wana tirs û xofa xwe heye. Ji ber vê sedemê ye. Hemû siyasetmedarên Başûr divê vê heqîqetê bidin ber çavan û li gorî wê nêzîk bibin.

Ev serdem, serdemek e ku netewebûnê dixwaze, helwesta neteweyî dixwaze. Bi rastî van demên dawiyê, bi taybetî ev dema ku dagirkeriya Tirkiyê êrîşî Efrînê kir û li wir berxwedaneke dîrokî çêbû, gelê me yê Başûrê Kurdistanê li pêşiya her kesî welatparêziyeke bilind raber kir, derket pêş hemû parçeyan. Ev sekneke pir hêja ye. Ez vê seknê silav dikim. Sekneke neteweyî, demokratîk û mirovheziyê ye. Bi rastî ev moral dide mirovan. Gelê me yê Başûrê Kurdistanê wisa li Efrînê xwedî derdikeve, dirûşmeyên yekîtiya neteweyî pêş dixe. Ev tiştekî pir hêja ye. Cardin gelek parlamenter, siyasetmedar, nivîskar li Başûrê Kurdistanê di heman çarçoveyê de daxuyaniyan didin, helwestê pêş dixin. Ev tiştên pir birûmet in. Lê em dinêrin, ên hikûmî ku bi fermî hikûmeta herêmê temsîl dikin, ziman û helwesta wana ne di heman astê de ye. Çawa ye? Hem li nal dixe, hem li mîx dixe. Mesela, dewleta Iraqê dibêje, “Em bifikar in. Ji ber vê êrîşa dewleta Tirk a li ser gelê me metirsî heye. Însanên me şehîd ketin.” Iraqê wisa daxuyanî da. Emerîka daxuyanî dide û dibêje, “Metirsiya me heye. Divê ev êrîşên wisa bêy hikûmeta Iraqê nebin.” Belê, nûnerê hikûmeta herêmê çi dibêje? Temam, ew jî dibêje, “Metirsiya me heye, êrîş çêbûye. Feqet PKK jî divê li gundan û derdora gundan nemîne. Ji ber dimîne, dibe sedem.” Yanî bi şiklekî wekî vê êrîşa dewleta Tirkiyê mafdar dike. Ev tê çi wateyê? Ev çi helwest e? Tu çi dizanî ku PKK li wir heye, yan tune ye? Agahî rast hatiye girtin, an nehatiye girtin? Ev dijminek e û êrîşî gelê Kurd kiriye, însanên Kurd şehîd ketine. Nûnerekî Kurd hikûmî dibe, ne hikûmî dibe, divê vê şermezar bike û bibêje, “Bes e ev êrîşa li ser gelê me!” Divê eşkere wisa helwest dane. Lê em dinêrin, helwesta xwe ne wisa ye. Wek helwest metirsiya xwe tîne ziman, dûvre jî adeta zimanekî ku vê êrîşê rewa bike pêş dixe. Vana jî mirov xemgîn dikin.

Di vê dema wisa ku navbera têkoşîna azadiya Kurd û dagirkeriyê de têkoşîn heye, pêwîstî ji her demekê bêhtir bi yekîtiya neteweyî heye. Divê her kes li hemberî êrîşkariya li ser vî gelî xwedan helwest be. Di vê der heqê de em nêzîkbûnên rayedarên hikûmeta herêmê, herî hindik ê daxuyanî dayî pir kêm dibînin. Û heta ev helwestên wisa êrîşên dijmin ên li ser gelê me rewa dikin. Wisa sist, wisa hincetan ava dike. Rastî ne wisa ye. Çi karê xwe heye ku êrîşê li ser vî gelî pêş bixe? Divê êdî mirov bibêje, bes e.

DIVÊ SIYASETMEDARÊN BAŞÛR DENGÊ XWE BILIND BIKIN

Ya din, niha di axa Başûrê Kurdistanê de dewleta Tirkiyê hêdî hêdî dixwaze xwe hîn zêde bi cih bike. Her ku firsendê dibîne xwe kîlometreyekê, du kîlometreyan pêşde dide. Dixwaze xwe tê de bi cih bike. Baregehên xwe tê de mezin çêdike, mîna ku dike bi salan tê de bimîne. Jixwe dibêjin, “Em ê mayînde bimînin.” Min fêm nekir; ev siyasetmedarên Başûrê Kurdistanê tirkî nizanin, ecêp kes ji wana re tercûme nake! Vana dibêjin, “Em ê tê de bimînin, em jê dernakevin.” Ev dagirî ye. Divê li hemberî vê helwest hebe, lê çi helwesta wisa naxuye. Niha gelê me li Başûrê Kurdistanê dixwaze van baregehên leşkerî yên dewleta Tirk ji Başûr derkevin. Ev tiştekî pir hêja ye. Bila bimeşînin. Divê hemû siyasetmedar ên hikûmî dibin, ne hikûmî dibin li dijî vê nesekinin. Ji ber ku ev tiştekî rewa ye. Yek jî, ev dewlet niyeta xwe cuda ye, niyeta xwe ne dostane ye. Dixwaze hemû Kurdan bixe bin kontrola xwe. Hinekan bi zimanê dostanî, hinekan bi cebrî bi şiklekî destkeftiyên Kurd dixwaze ji holê rake. Êdî divê her kes vê niyeta dagirkeriya Tirkiyê bibîne û li hemberî vê xwedan helwest be.

Em hêvî dikin ku, piştî vê êrîşa li ser Efrînê û piştî destdirêjiya li ser Başûrê Kurdistanê, li hemberî van projeyên ku eşkere dewleta Tirkiyê dibêje “em ê li her derê êrîş bikin û dagir bikin”, hemû siyaseta Kurdistanê şîroveyên nû bikin û vê destdirêjiya wana tê çi wateyê, bibînin û li gorî wê xwedan helwest bin. Banga me û hêviya me ev e.    

DI SALA 2018’AN DE BERXWEDANA EFRÎNÊ RUHEKÎ NÛ AVA KIR          

Herî dawî peyam an jî nêrîneke taybet ku hûn dixwazin bi gelê Kurd û raya giştî re parve bikin hebin, em bigirin.

Niha dixuye ku, sala 2018’ê di dîroka têkoşîna me ya azadiya Kurdistanê de wê bibe saleke pir girîng. Rast e, di dîroka têkoşîna me de salên girîng pir çêbûn, lê wisa dixuye ku ev sala 2018’ê wê bibe sala herî girîng. Sal, bi êrîşkariya dijmin a li ser Efrînê re dest pê kir û li Efrînê berxwedaneke pir dîrokî pêş ket. Vê ruhek ava kir. Li ser qehremaniya ruhê ku li Efrînê bi xwîna şehîdan hatî avakirin, li hemberî êrîşkariya dijmin li her deverekê bi ruhê Newrozê wê berxwedan geş bibe. Îro gelê Kurd li sê parçeyên Kurdistanê, li Bakur, Rojava, Başûr li hemberî dagirkeriya Tirkiyê li ber xwe dide. Dagirkeriya Tirkiyê êdî hesabê xwe tenê ne li Bakur, li sê parçeyên Kurdistanê hene. Rojhilat hinekî li derveyî wê maye, ew taybet e. Mirov dikare wê cuda binirxîne. Feqet a niha sê parçeyên Kurdistanê di bin gefa Tirkiyê de ne. Li hemberî vê gefa Tirkiyê wê berxwedaneke dîrokî di vê salê de pêş bikeve. Em dixwazin salê bi rastî bikin sala serkeftina mezin. Bi vî awayî hem li Rojava, Başûr destê êrîşkariya dewleta Tirkiyê bê şikandin û xeniqandin, hem jî li Bakurê Kurdistanê hemle pêş bikeve.

Em dixwazin êdî vê salê bikin sala lûtkeyekê. Şerê di navbera me û dagirkeriya Tirkiyê de jixwe wê bibe saleke lûtkeyî. Û em dixwazin vê salê di meşa azadkirina Kurdistanê û azadkirina Rêber Apo de bikin sala qonaxeke nû. Em niha bi vê bîr û baweriyê tevdigerin. Divê hemû gelê me, dostên me û bi taybetî hemû hevalên me bi vê hişmendiyê nêzî sala 2018’an bibin. Sala 2018’ê derfetên pir mezin hene ku em vê pêla faşîzma AKP-MHP’ê bişkînin. Herî dawî gelê me jî di Newrozê de ev helwest danî. Bi ruhê agirê Newrozê, bi ruhê berxwedana li Efrînê yê herî dawî geş bûyî ger em li her beşeke Kurdistanê tevbigerin û bi taybetî pêşeng rola xwe bilîze, em bawer in wê serkeftin a me be, serkeftin wê ya gelê Kurdistanê be.

Bi vê hêvî û baweriyê ez careke din Newroza hemû gelê me û ya hemû hevalan ji dil pîroz dikim. Di vê sala nû de ji bo gelê me, tevahî hevalan û gelên Rojhilata Navîn serkeftinê dixwazim.