Karayilan bang li gelê Riha û Botanê kir

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan bang li gelê Riha û Botanê kir, ku di hilbijartinên 14'ê Gulanê de ji bo encameke bi rûmet a neteweyî, hewl bide.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan bang li gelê Kurdistanê bi taybetî jî gelê Riha û Botanê kir ku di hilbijartinên 14'ê Gulanê de îradeya xwe nîşan bidin. Peyama Karayilan a ji bo gelê Riha û Botanê bi vî rengî ye:

"Gelê me yê hêja yê Rihayê! Gelên Kurd, Ereb û Tirkmen!

Weke ku hûn zanin Rêber Apo ji nava we rabû. Fikir û felsefeya Rêber Apo îro ne tenê li herêmê, li tevahiya cîhanê deng vedaye. Bi taybetî çareseriya ku ji bo pirsgirêkên li cîhanê destnîşan dike, fikir û felsefeya Rêber Apo ya li ser mijarên azadiya jinê, demokrasî û ekolojiyê ji bo gelên cîhanê hemûyan bûye hêvî. Her kesên ku vê dibînin û hîs dikin, weke hêviyekê ji xwe re dibînin. Her wiha hin konferans têne lidarxistin, akademîsyenên li van konferansan diaxivin dibêjin, 'Her ku em fikrên Ocalan dixwînin em xwe weke şagirtê Abdullah Ocalan dibînin'. Yanî fikrê Kurdekî ji Rihayê rabûye bala gelên cîhanê, her wiha akademîsyen û zanyaran dikişîne, alem ji vê yekê tiştên nû hîn dibe. Ev yek ji bo gelê me û tevahiya gelên herêmê cihê serbilindî û pesindayinê ye, di heman demê de ji bo gelên Rihayê cihê rûmetê ye. Binihêrin, li kêleka we Rojava heye. Îro li wê derê li ser bingeha fikrê neteweya demokratîk ê Rêber Apo gelên Kurd, Ereb, Tirkmen, Asûrî-Suryanî, Ermenî bi hev re sîstemeke demokratîk ava kirine, bi hev re dijîn. Wê demê weke gelê Rihayê bi taybetî jî gelên Kurd û Ereb divê ewqasî ji hev ne dûr bin. Divê yekîtiya gelan bê avakirin. Her çend di navbera gelên Tirkmen û Kurd de heta astekê yekîtî hebe jî divê ev yek bê xurtkirin. Bi kurtasî li Rihayê divê heman hevkarî bê kirin.

Mijareke din jî ew e ku li Rihayê hin malbatên mezin hene. Ew di dema xwe de reîsên eşîran bûn. Niha jî dewlemend bûne, bûne galantor û li Rihayê her tiştî ew dikirin. Serê hemû kaniyan girtine. Timî zarokên wan dibin parlamenter, her tişt dibe yên wan û her tiştî weke mafê xwe dibînin. Gelên Ereb, Kurd û Tirkmen ên Rihayê, karker-gundî û eşîrên durust ên Rihayê, welatparêz divê êdî ji vê rewşê re bibêjin 'êdî bes e'. Ji ber ku ew malbat ji bo berjewendiyên xwe diçin meclîsê. Diçin, malbatên xwe hîn bêhtir dewlemend dikin; mirovên xwe dikin xwedî kar, ji bo civakê xizmetê nakin. Ew ji halê xizanan fêhm nakin. Dewleta AKP-MHP 8 sal in li dijî Kurdan ji bo şer bimeşîne aborî hemû xerc kiriye. Îro birçîbûn, xizanî heye. Lê belê ev malbatên dewlemend bi vê nizanin. Ji ber ku wan berê xwe ji gelê Kurd zîvirandine. Dewleta AKP-MHP'ê dixwaze bi piştgiriya Kurdan li Kurdan bixe. Gelo wijdanê wan malbatan qet diêşe? Na. Eger hinekî zehmetî kişandibûna wê dest ji vî karî berdabûna.

Ji ber vê yekê bang li rewşenbîr, kedkar û her beşên civakê dikim ên ku bala xwe li ser edaletê ne û rastiyan dibînin: We bi xwe dîtin ku li Pirsûsê bêedaletî û neheqiyeke çawa li malbata Şenyaşar hate kirin. Bêedaletiya ku AKP îro li welatê me dike tê zanîn. Li gel vê yekê çima deng ji AKP'ê re tê dayin, ev tê çi wateyê? Hûn kî ne? Hûn Kurd in. Baş e hûn çima ewqasî li dijî koka xwe ne, li dijî civaka xwe ne! Divê hûn jî bi gelê xwe re bin. Eger mirovek dibêje ew bi ola xwe re ye, wê demê divê bi gelê xwe re be. Kesekî ne bi gelê xwe re be ji îmanê derketiye. Lewma bang li tevahiya gelê Rihayê dikim: Êdî dawî li vê rewşê bînin, dengê xwe bidin heqîqetê. Dengê xwe nedin galantoran. AKP diyar e, kuejrê Kurdan e, bi MHP'ê re bûye yek û dizin. Wê demê divê deng nedin wan. Kesên ku AKP'ê ew kiriye namzet nikarin pirsgirêkên xelkê Rihayê, pirsgirêkên gelê Kurd, gelê Ereb çareser bikin. Ew bi pey pereyan ketine. Lê binihêrin; bala xwe bidin ser yên ku ji kevneşopiya HDP'ê hatin hilbijartin, yên ku deh salan wekîltî kirine; gelo kes ji wan dewlemend bûne? Hûn wan nas dikin; dewlemend nînin. Çima? Ji ber ku ew ji bo xizmetê diçin meclîsê. Wê demê çima deng ji yên ji bo xizmetê diçin re neyê dayin, lê yên ji bo berjewendiyên xwe yên malbatî diçin bê dayin! Gelo ev ê nebe bêwijdanî? Kîjan wijdan, kîjan ol dikare vê qebûl bike? Lewma kî xizmetê ji gel re dike divê piştgirî ji wan re bê dayin.

Niha li Rihayê di rêza destpêkê ya lîsteyê de Hevserokê HDP'ê Birêz Mîthat Sancar heye. Ev jî tiştekî bi wate ye. Madem hevserokek ji Rihayê bûye namzet, ev yek ji bo Rihayê xwedî wateyekê ye. Divê her kes vê rastiyê bibîne, destê xwe dayne ser wijdanê xwe, her kes dengê xwe bide maf û edaletê. Li ser vê bingehê divê li dora namzetên Partiya Çepên Kesk bicivin û helwesteke demokratîk û neteweyî bê nîşandan. Em vê yekê ji xelkê xwe yê Rihayê hêvî dikin û li ser vê bingehê hezkirin û hurmeta xwe ji bo gelê me yê Rihayê pêşkêş dikim, ji her kesî re serketinê dixwazim.

Weke ku tê zanîn Botan qadeke berfireh e. Beşek ji Sêrtê jî di nava Botanê de ye, beşek ji Wanê jî li ser Botanê tê hesibandin. Her wiha Colemêrg heye. Ez gelê me yê li van herêman hemûyan silav dikim. Têkoşîna li vê derê gelekî bi wate ye. Di wê baweriyê de me ku bi taybetî wê li Colemêrgê encamên xurt bê bidestxistin.

Qada Şirnexê ku navenda Botanê ye, cihekî taybet e. Ji bo tevahiya cografya Kurdistanê, di dîrokê de Botan her tim bûye xwedî roleke girîng, di dîroka me de jî bi heman rol û mîsyonê rabûye. Gelek leheng ji Botanê rabûn. Botan warê lehengan e. Warê Cûma û Adil Bilikan e, Fazilan, Serbestan, Rojhatan, Bedranan, Çîçekan, Zelalan, Nûjînan, Rojînan, Dijwaran, Doganan, Hamzayan, Ahmet Rapoyan e. Warê gelek lehengên bi vî rengî ne. Li Botanê ewqas leheng, fedakarî û welatparêzî pêk hatiye. Di şexsê Mehmet Tûnçan de ruhê berxwedanê ya ku li Cizîrê hate nîşandan, li ser tevahiya xelkê Botanê serwer e. Lewma di têkoşîna xelkê me de serketinê dixwazim û hurmeta xwe pêşkêşî hemûyan dikim.

Li Botanê divê karekî berfireh bê kirin. Divê karê yekalî neyê kirin, her kes bêne hembêzkirin. Ez di wê baweriyê de me ku hin derdora me hene ku mejiyê AKP-MHP'ê ji nêz ve dîtine û ji neçarî cerdevaniyê dikin. Ji ber ku yên herî zêde ji nêz ve dewleta Tirk û mejiyê wê dişopînin ew in. Bawer dikim ev derdor hemû wê di vê hilbijartinê de helwesteke welatparêziyê nîşan bidin. Hêvî û bendewariya me bi vî rengî ye. Yanî hem cerdevan, hem eşîrên mezin, hem kedkar û hem jî rewşenbîr di vê dema dîrokî de li Botanê ku warê fedakariyê ye wê fedakariya pêwîst bikin.

Hin aliyên taybet ên Botanê hene; ji ber vê yekê dewlet jî gelekî li ser Botanê disekine. Ji xwe agahî tên ku dibêjin walî, qeymeqam bi taybetî dixebitin. Lewma ev derdorên ku min qalê kir, sekna wan a demokratîk û xwedî îrade ya Kurdistanî wê gelekî bi wate be. Malbatek heye ku naxwazim navê wê bibêjim, lê belê tê naskirin. Tu dinihêre li Şirnexê ji 4 partiyan namzet nîşan daye. Rejîma AKP-MHP'ê jî îro gel bi temamî mehkûmî birçîbûnê kiriye, xizanî û bêkarî heye. Çima? Ji ber ku danheviyên Tirkiyeyê hemû ji bo şerê li dijî Kurdan xerc kirine. Ji xwe wezîrên wan bi kuştina ciwanên Kurd pesnê xwe didin. Dibêjin 'Me ewqas jê kuştin'. Ew kujerên bi vî rengî ne. Di heman demê de diz in. Namzetên ku nîşan dane jî bi heman rengî ne. Ew malbat divê êdî dest ji Kurdan biqere. Rabûna li ber Kurdan bi kêrî kesî nayê. Divê êdî bi vî rengî nekin. Hemû eşîrên li Botanê, malbatên mezin û gelê me divê bibin yek; xwe bikin îrade. Divê kes netirse. Divê cerdevan netirsin, nîşan bidin ku nikarin bêne kirîn, bibêjin 'îradeya me ya me ye'. Her kes divê destê xwe di vê mijarê de bide ser wijdanê xwe û dengê xwe bi wî rengî bi kar bîne. Kesekî li ser rêya maf û edaletê, xwedî wijdan û îmanê divê li dijî gelê xwe kar neke; divê xwedî li gelê xwe derkeve. Hêvî û bendewariya me ji wan mirovên ku heta niha bi AKP'ê re xebitîn ew e ku êdî vê rastiyê bibînin û di vê dema dîrokî de ew jî bi gelê xwe re bibin yek.

Em di wê baweriyê de ne ku gelê me yê welatparêz ji xwe wê bi rola xwe rabe. Di vê dema dîrokî de wê li gorî fedakariya berxwedanê ya dîrokî ya Botanê tevbigere, yekîtiya xwe ava bike û bi vî rengî bi ser bikeve. Hêviya me bi vî rengî ye. Mîna ku dayikên me gotin, 'Em dengê xwe bidin xwe'. Bêguman eyk jî bi piştgiriya ji bo namzetên Partiya Çepên Kesk dibe. Eger her kes li dora van namzetan kom bibin wê navenda Şirnexê, Cizîr, Silopiya, Hezex, Elkê, Qilaban û Basa qezenç bikin. Keda li van hemû deveran hatin dayin, bingeh ji vê serketinê re amade kirin. Li ser vê bingehê em bang li her kesî dikin ku di vê rêya hêja û pîroz de, ji bo encameke bi rûmet a neteweyî kedê bidin, hewl bidin. Ez gelê me yê Botanê yê hêja ji dil û can serketinê dixwazim û her kesî bi rêzdarî silav dikim."