Karayilan bang kir: Ji bo çekên kimyewî bila li cihê bûyerê lêbikolin

Fermandarê Biryargeha Navendî ya Hêzên Parsatina Gelan Murat Karayilan diyar kir 'teqez' e ku dewleta Tirk çeka kimyewî bi kar aniye, bang li heyetên navnetewî kir ku werin lêbikolin.

Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Murat Karayilan bersiv da pirsên Medya Newsê.

Karayilan diyar kir dewleta Tirk a dagirker çeka kimyewî bi kar tîne, bang li heyetên navnetewî kir ku werin lêbikolin. Karayilan bal kişande ser ku dewleta Tirk li bara berxwedana gerîla nikare bi pêş bikeve û got bi lezgînî hewcehî bi yekîtiya netewî û siyaseta hevpar a Kurdistanî heye. Karayilan got, ''Teqez e, hêza ku xwe dispêrê hêza xwe wê bi ser bikeve.''

Karayilan destnîşan kir, ''Bêguman hêzên dagirker ên li Kurdistanê tim gefê li destkeftiyên gelê Kurd dixwin'' û wiha axivî:

''Niha jî gefa herî mezin bi pêşengiya dewleta Tirk e. Di ser êrîşa 23'yê Nîsanê ya dewleta Tirk ve hema hema 6 meh derba bûne. Di van mehan de şerekî giran çêbû û hê jî didome. Mirov nikare van bi çend gotinan bibêje. Dewleta Tirk sala 2021'an ji xwe re bi taybetî plan li ser danî. Plansaziya wan ew bû ku îsal li Başûrê Kurdistanê an jî  Kurdistana Iraqê hemû mewziyên me dagir bike, gerîla tasfiye bike û ji wir derxîne, navendên me yên li vir belawele bike û bê koordîne bihêle. Çawa ku sala 1998'an dewleta Tirk û hêzên komploger êrîş birin ser Sûriyê, Rêber Abdullah Ocalan, Rêberiya me hês^r kirin û xwestin ku tasfiye bikin, niha jî ango sala 2021'an jî bi planeke wiha rabûn. Her wiha Emerîka, Elmanya û Ingilistan, hêzên hegemonîk destek dan. Serê salê jixwe wezîrê şer ê Tirkiyê çû Bexdayê, hate Hewlêrê ango hate dewleta Iraqê, PDK di nav konsepteke wiha de kirin ku bibe destekvan. Wan hesab dikir ku di nav 2-3 mehan de hemû cihên gerîla yên li Kurdistana Iraqê, Qendî lû Garê jî di nav de bi hev re dagir bikin, hedefa wan wiha bû.

'ARTÊŞA TIRK NIKARE BI PÊŞ VE BIÇE'

Ji bo vê, hê serê salê 10'ê Sibatê êrîşeke surprîz anîne ser Garê lê li wir şikestin. Gotin Garê dûrî sînor e, PKK li wir zehf e, heke em li sînor êrîş bibin ser, em ê bi ser bikevin. Bi vê çarçoweyê êrîş anîn. Ji ava Xabûrê heta bi Şemzînanê, ji hewayî, ji 3 baskan hem ji bejahî û hem ji hewayê li 100 km eraziyê êrîş anîn ser mewziyan. Di roja pêşî û duyan de artêşa Tirk gihaştibe kûderê jî, li kûderê ji hewayî ve leşker lê danîbin, ev 6 meh in hê li wir in. Ango şer hê ji li wir e. Weke ku plan danîbûn nikarîbûn bi pêş ve biçin. Li deverên ku hêzên xwe lê danîne nikarin serwer bibin. Ango li hin deveran 6-7 km bi pêş ve çûne, li hin deveran 3-4 km, ew qas. Heta niha şer li wan deran e. Artêşa Tirk teknîka herî modern a şer bi kar tîne. Bi taybetî ji hewayê ve şer dike. Her deverê bombe dike, tim bombe dike. Bi vî rengî dixwaze dagir bike, bi pêş ve biçe. Lê heta niha bi ser neketiye. Çima? Gerîla ev demek e xwe bi pêş xistiye. Gerîla rêbazên nû bi kar tîne. Ya pêşî, tîmên biçûk, pispor û bi hev re koordîne yên gerîla danîn, yek jê ev bû. Yek ji rêbaza di ku gerîla danî, ji bo parastina eraziyê, weke cih û mekan, ji hêla rêbaza şer ve, şerê tûnelan danî. Gerîla van du rêbazan bi kar tîne. Performanseke zêde ya taktîkî derkete holê.  Wek ku ew jî ne li benda ev qasî bûn, li bara vê rewşê şaşomaşo bûn.  Lê heftiya pêşî bi rengekî pir zêde li gel ku dane çapmeniyê jî û pir li ser axaftin, xwestin ku hewayeke serfiraziyê çêbikin jî dema ku xitimîn û her ku çûn taloke dîtin û têkçûn dîtin, hewl dan ku vî şerî ji Tirkiyê û raya giştî ya cîhanê veşêrin. Ango dîtin ku şerekî wiha giran û mezin heye.

Dewleta Tirk ji bo ku ji vê xitimandinê xwe xilas bike, bi esasî xiimiye û ketiye, ji bo ku ser ketina xwe bigire, li gel teknolojîya vê serdemê çeka kimyewî jî davêje. Qanûnên navnetewî binpê dike û bi vî rengî hewl dide ku xwe ji vê ketinê xilas bike. Bi vê çarçoweyê êrîşê tîne ser Avaşîn, Zap û qadên Metîna.''


'BI LEZGÎNÎ HEWCEYÎ BI YEKÎTIYA NETEWÎ HEYE'

Karayilan wiha domand: 

''Dewletên ku Kurdistan dagir kirine, her çendi nakokî di navbeyna wan de hebin jî di meseleya Kurd û Kurdistanê de dema ku hewceyî pê dînin têne cem hev, plana hevpar datînin, biryaran distînin û siyasetê dikin. Lê mixabin li bara vê siyasetê çar parçe Kurdistan nikare were cem hev .Nikarin siyaseteke hevpar deynin. Bêguman gelek sedemên vê hene. Lê bi rengekî pir lezgîn hewceî bi yekîtiya netewî û siyaseteke hevpar a Kurdistanê heye. Lê destê dagirkerên mêtinger heye, li ser siyaseta Kurdistanê dilîzîn. Ango giraniya wan heye. Niha rewşa YNK'ê normal e. Lê PDK bi taybetî tevlî konsepta dewleta Tirk bû ku dixwazin PKK'ê û di şexsê PKK'ê de destkeftiyên Kurdan tine bikin. Niha yek ji aliyê vê êrîşa dewleta Tirk PDK ye.

Ango ew jî qadên gerîla dorpêç dikin, ambargo datînni, rêyan digirin. Bi vî rengî konsepta dagirkeriyê ya dewleta Tirk temam dikin. Disa wiha xuya dike ku li hev kirine û i vî rengî dewleta Tirk dema ku xaka Kurdistana Iraqê dagir dike, PDK dengê xwe dernaxîne. Ji ber vê, zilm li gundiyan tê kirin, ji ber êrîşên dewleta Tirk ziyana gundiyan dib. Ango dewleta Tirk ji bo ku gelê me yê Başûrê Kurdistanê çavtirsandî bike, ji bo ku kes bi PKK'ê re tevnegere, carê bi zanebûn mirovan dike hedef, ziyanê dide bax û baxçeyên wan. Ev siyaseta dagirkirinê ye. Dewleta Tirk bi zanebûn vê dike. PDK li gel ku bi vê dizane jî PKK'ê sûcdar dike. Ev ne tiştekî rast e, ev siyaset e. Yê ku ziyanê die gel, van êrîşan tîne bellî ye, dewleta Tirk e. Çi îşê dewleta Tirk li van deran heye? Çima ev qas êrîşan tînin? B zanebûn ziyanê didin gundiyên vir. Li dijî van kirina, li şûna ku li dijî dewleta Tirk bibin xwedî helwest, dibêjin, PKK bû sedema van. Ev ne rast e.

Lê li gel Vê jî van demên dawî têkoşina azadiya Kurdistanê hewceyî bi siyaseteke hevpar heye. Ji ber ku dagirkerî li ser xaka Kurdsitanê gelek plan û lîstikên xwe hene. Em ji bo ku van planan pûç bikin ji bo yekîtiya netewî, demokratîk û siyaseteke hevpar hewl didin. Ji bo vê em têdikoşin. Lê PDK niha ji bo ku bi dewleta Tirk re tevdigere, nîşan dide ku ev ê zû pêk neyê. Ango yekîtiya ku hemû Kurdên bi dilê paqij, ya ku dostên Kurdan hêviya wê dikin vê gavê heta demeke nediyar hatiye taloqkirin. Ango ev ê di demeke kurt de pêk neyê. Ji ber ku di siyaseta Kurdan de berjewendiyên malbatî, yên partiyan di ser berjewendiyên netewî re tê girtin, ji ber vê berjewendiya netewî ne li pêş e. Bi vî rengî pêvajoya ku mirov cihê dike geş dib. Mirov li ser rewşa niha dikare wiha bibêje.

'TEQEZ E KU ÇEKA KIMYEWÎ TÊ BIKARANÎN, BILA LÊPIRSÎNA WÊ WERE KIRIN'

Teqez e ku dewleta Tirk çeka kimyewî bi kar tîne, dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê li dijî gerîlayan çeka kimyewî bi kar tîne. Têkilî mijarê HPG'ê gelek daxuyanî dan. Belge hene, dîmen hene, tê dîtin, dîmen hem li tûnêan hatine girtin, hem li derveyî tûnelan. Hin muhîmmat hatine dîtin ku diyar e gaz tê avêtin, gelek belge hene û HPG gelek ji van bi raya giştî re par ve kir. Di destê me de hin bermayên muhîmmatan hene, lêkolîna wan tê kirin, dibe ku ew jî bibin bermayên berbiçav. Lê berpirsên qada navnetewî qet li ser vê nasekinin, li gel ku ev qas bang hene jî bêdeng dimînin, çima? Ji ber ku dewleta Tirk endama NATO'yê ye. Beriya vê gotin Sûriyê li dijî hêzên wir ên çekdar bi kar aniye, hemû cîhan rabû ser xwe, muxtira dane Sûriyê, mudahele kirin, êrîş anîn, sedema vê cotstandartiyê çiye? Li dijî dewleteke ku çeka kimyewî davêje divê helwestek hebe. Endamê NATO çi dikin ji wan re rewa tê dîtin, li dijî dewletên ku ne endamên NATO'yê ne dengê xwe derdixin. Hêz û saziyên navnetewî dikarin werin herêmên ku çeka kimyewî avêtinê, li beşa ku çeka kimyewî hatiye avêtin PDK heye, têkiliya hemû cîhanê bi PDK'ê re heye, heke dikarin werin Başûrê Kurdistanê dikarin werin qadên gerîla jî. HPG'ê aşkere kir ku li bakur 6 hevrêyên me li Girê Sor bi kimyasalê şehîd bûne. Girê Sor li ser xeta sînor e. Di navbeyna Girê Sor û qereqola sînor Sîvrî Tepe de 1 km mesafe heye, kevirê sînor li girê Girê Sor e. Beşek ji Girê Sor bi ser Tirkiyê ve tê hesibandin. Li wir tûnelek heye, me hemû hêza xwe ya li wir kişand, dewleta Tirk hê jî nekariye têkeve wê tûnelê, cenazeyên hevalên me hê jî li wir in. Saziyên navnetewî dikarin biçin wir, lêbikolin bê ka çeka kimyewî hatiye avêtn an na, li wan tûnêlan hê jî şopa kimyasalê heye, ji ber vê dewleta Tirk nikare bikeviyê. Her tişt li ber çaan e, ên ku belgeyên berbiçavtir dixwazin bila mudaleyî wir bikin .Heke bi me bawer nakin bila heyetên serbixwe biçin. Dewleta Tirk li Kurdistanê hiqûqa navnetewî ya şer binpê dike û sûc dike. Heke werin lêbikolin dikarin bermayên berbiçavtir bibînin, derfetên me ev qas in. Beriya niha dema Garê jî me bang kiribû, niha jî em bang dikin, heyet dikarin werin li cihê cih bikolin, tespîtên berbiçavtir bibînin.''