Karasû: PKK, têkoşîna li dijî zor û zehmetiyan e

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Karasû destnîşan kir ku PKK partiyeke rakirina zor u zehmetiyan e û got, PKK mezinbûn û pêşketinê di nava diyalektîka têkoşîna dijî zehmetiyan de dibîne. Bi vî rengî xwe gihand sala 40'î.

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû bi wesîleya sala 40'î ya PKK'ê bersiv da pirsên me.

Karasû di destpêka axaftina xwe de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rêzdarî silav kir, şehîdên ku hemû astengiyên li pêşiya têkoşînê ji holê rakirin bi minetdarî û rêzdarî bi bîr anî û xaziyên têkoşîna azadiyê bi rêzdarî silav kir.

KARAKTERÊ TÊKOŞÎNA 39 SALAN, GUHERTIN E

Karasû da xuyakirin ku têkoşîna 39 salan rê li ber gelek pêşketin û guhertinan vekir û got, "Karakterê vê têkoşîna 39 salan,  guhertin e. Civaka Kurd, Kurdistan, Tirkiye û herêm guhertiye. Bi karakterê xwe yê guhertinê re bi roleke mezin a şoreşgerî rabûye. Bêguman ev ne karekî hêsan bû. Ev têkoşîn ji tinebûnê dest pê kir. Ji ber ku em bi vî rengî dibînin, Mûsa Anter nirxandineke bi vî rengî kiribû; 'Me ji binê sifirê anîn û gihandin asta sifirê'. Yanî rewşa Kurdistanê bi rastî jî cidî bû."

Karasû işaret bi rastiya civaka Kurd a beriya derketina koma Apoyî ya salên 1970'î kir û diyar kir ku wê wextê ji rastiya xwe qut bûbû, bi rengekî bê hêvî li paşerojê dinerî û ji xwe ne bawer bû. Tevgera me, Rêber Apo ev yek weke 'rastiya gel ê li ber mirinê' nirxand. Ne karekî hêsan bû ku gelekî bi vî rengî rakin ser piyan û têkoşînê bi pêş bixîne."

TÊKOŞÎN DI DESTPÊKÊ DE BI RENGEKÎ ÎDEOLOJÎK DEST PÊ KIR

Karasû destnîşan kir ku di encama têkoşîneke mezin de ev têkoşîn ne tenê ji bo gelê Kurd her wiha ji bo tevahiya gelên Rojhilata Navîn bû hêvî û got, "Lema PKK pêngaveke dîrokî ye."

Mûstafa Karasû da xuyakirin ku ev têkoşîn di destpêkê de bi rengekî îdeolojîk dest pê kir û got, "Destpêkê qutbûna Kurdan a ji rastiya xwe ji holê hate rakirin. Kir ku Kurd bigihêje rastiya xwe, ji bo xwe bijî, bifikire û bikeve nava tevgerê."

Karasû wiha dewam kir: "Dema ku mirov îro 39 salên bihurî dinirxînin, dibînin ku gihîştiye armanca xwe ya herî mezin. Rastiya gelekî ku ji bo azadiya xwe têdkoşe hatiye afirandin. Rastiyeke PKK'ê derketiye holê ku di nava 39 salan de gelek rakir ser piyan, di nava şert û mercên herî zehmet de kir ku gel têbikoşe, hêviya jiyana azad û demokratîk afirand, îradya gel dexist holê û li dijî her şêwe êrîş, zext û zordariyê têkoşîna azadiyê meşand."

YÊN KU PKK GIHAND VAN ROJAN, ŞEHÎDÊN ME NE

Mûstafa Karasû anî ziman ku yên di nava 39 salan de PKK gihand van rojan şehîd in û got, "Zor û zehmetiya her serdemê bi fedayîtî, bi şehadetê û bi kedeke mezin ji holê hatin rakirin. Ji ber vê yekê ye ku Rêber Apo PKK weke partiya şehîdan bi nav kiriye. Ji ber ku PKK hemû zor û zehmetiyên vê şoreşê ji holê rakiriye, ev yek jî bi fedayîtiyê kiriye û milîtanên wê bi fedakirina jiyana xwe ev têkoşîn bi pêş ve biriye, Rêber Apo ev partî weke partiya şehîdan pênase kiriye. Çîroka dîroka 39 salan bi vî rengî ye. Bi fedayîtiya kadro û milîtanên PKK'ê re dîroka rakirina zor û zehmetiyan e."

ŞOREŞA ÇANDÎ, CIVAKÎ Û DEMOKRATÎK PÊK ANÎ

Karasû destnîşan kir ku 39 sal ji bo wan salên serketinê ne û anî ziman ku di nava van salan de gelek şoreşên mezin pêk hatine.

Karasû di dewama axaftina xwe de got, "Em dibînin ku PKK'ê di nava 39 salan de gelek pêşketin afirandiye. Şoreşên mezin pêk hatin. Şoreşa çandî, civakî û demokratîk pêk anî. Eger li hemû parçeyên Kurdistanê hestên gelê Kurd hevpar bûye, eger li hemû parçeyên Kurdistanê gel rabûye ser piyan, ev yek bi pêşengiya Rêber Apo ji aliyê PKK'ê ve hatiye afirandin. Beriya PKK'ê hin berxwedanên li Kurdistanê derketin holê. Herêmî bûn, dûrî ji rastiyeke bi vî rengî ya civakî bûn, nekarîbûn hemû parçeyên Kurdistanê di hest û fikir de bikin yek. Eger îro li Rojava şoreşek pêk hatibe, eger li Başûrê Kurdistanê destketî hebin, li Rojhilatê Kurdistanê gel bi hêvî be, ev hemû nirxên têkoşîna siyasî ya PKK'ê ne. Atmosfera siyasî, rastiya gel û rewşa siyasî ya li Rojhilata Navîn e ku PKK'ê rê li ber vekir. Ji ber vê yekê 39 sal bi serketinan dagirtî ne. Ji bo me cihê serbilindiyê ye."

RÊBAZ Û TEMPOYA RÊBERTÎ DIYARKER E

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû bal kişand ser rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah ocalan a di têkoşîna PKK'ê û serketinên hatine bidestxistin û anî ziman ku ev rêbaz û tempo diyarker e.

Karasû bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her tim ev digot, 'Min her tim dijmin li nêzî xwe dît. Ji bo neyêm girtin, ji bo nehêlim ku dijmin têkoşîna me bê bandor bike, min rêbaza xwe timî xurtir kir'.

PKK'Ê BI HÊZA XWE Û YA GEL TI ASTENGÎ NAS NEKIR

Karasû da xuyakirin ku divê PKK weke partiyên din neyê nirxandin û wiha dewam kir: "PKK'ê têkoşîneke wiha meşand; giranî da ser xwe, ji hêza xwe piştrast bû. Dewleta Tirk gelekî êrîş kir, li pişt wan jî hêzeke mezin hebû. Lê belê PKK pê bawer bû ku bi hêza xwe û bi gel dikare hemû astengiyan ji holê rake. Ji ber vê yekê, gotina hêza xwe ya PKK'ê, tê wateya baweriya bi gel. Lewma ti zor û zehmetî li pêşiya PKK'ê nebû asteng. PKK bi vî rengî nêzîk bû; gava ku zor û zehmetî ji holê hate rakirin, hingî watedar dibe. Têkoşîna PKK'ê di nava zor û zehmetiyan de dibe xwedî wate, ya jî PKK'yî li wir dest pê dike. PKK partiya rakirina zor û zehmetiyan e. Zehmetî weke şertê şoreşgeriyê, hinceta partîbûnê yanî meşandina têkoşînê dît. Ji ber vê yekê ti astengî li pêşiya xw eweke asteng nedît. Rêber Apo di vê der barê de digot, 'Min rojeke hêsan weke rojeke têkoşînê nedît. Her roja bi hêsanî derbas bû ji bo min ne rojeke baş bû'. PKK'ê mezinbûn û pêşketin di nava diyalektîka têkoşîna dijî zehmetiyan de dît. Eger em dikevin sala 40'î, bi vê karaktera PKK'ê re eleqedar e."

Karasû diyar kir ku di karakter û havêna PKK'ê de rakirina zor û zehmetiyan heye, baweriya bi hêza xwe heye û got, "Em bi vî rengî gihîştin sala 40'î."