Kampanyaya 'nebe şivan bibe cerdevan'

Li gundên  navçeyên Wanê Payizava û Edremîtê bi dirûşma 'nebe şivan bibe cerdevan' li qorîciyan digerin.

Komîsyona Cerdevaniyê ya Walîtiya Wanê ku dixwaze şivan û gundiyan bike cerdevan bi gotina, ''Tu yê heta sax bî şivantiyê bikî? Nebe şivan, bibe cerdevan'' cerdevaniyê li Kurdan ferz dike.

Li navçeya Payizava ya Wanê komeke bi wesayitan diçe gundê Xoşabê bazara cerdevanan bi taybetî dixwaze şivanê bike cerdevan. Qeymeqamê Payizava Oosman Dogramacî jî bi muxtaran dixwaze gundiyan qanih bike. Komîsyona Cerdevanan a Walîtiya Wanê jî bang li gundiyan dike ku heta sax in şivaniyê nekin, bi wehdên aborî dixwaze cerdavaniyê dilkêş bike.

MEWLÛDA TEŞWÎQKIRINA CERDEVANIYÊ

Dogramacî heftiya bihurî bi hinceta meha Maharremê çû gundê Xoşabê, mewlûd da û behsa giringiya cerdevaniyê kir.

JI BO BIBIN CERDEVAN DANE BEZANDIN

Ên ku li navçeya Edremîtê hatin qanihkirin ku bibin cerdevan heftiya bihurî hatin ceribandin. Piştî ku pêşbirka bazdanê hate kirin, 48 kesên ku ji testa kondîsyonê û xweragiriyê derbas bûn qedroya cerdevaniyê dane wan. Pêşbirka vir rasterast qeymeqamê Edremîtê û qeyûmê Atif Çîçeklî bi rê ve birin

BIRÇÎ BIHÊLE, BIKE CERDEVAN Û SÎXÛR

Parlamenterê Wanê yê HP'ê Murat Sarisaç got AKP hejariya gel bi nebaşî bi kar tîne, polîtîkaya 'birçî bihêle, bike cerdevan û sîxûr' dike. Sarisaç got tê xwestin fitnê têxin nav Kurdan û got, ''Hilbijartina şaredariyê jî hesêb dikin û cerdevaniyê ferz dikin. Dixwazin li her gundî cerdevan hebin. Wiha dixwazin ku di nav komên biçûk de jî yekîtî nemîne.''