Kalkan: Gerîlayên Pêngava Şoreşgerî ya 15'ê Tebaxê têk naçin
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan bi wesîleya Cejna Vejînê ya 15'ê Tebaxê gotarek nivîsî û got, "Gerîlayên bi Pêngava Şoreşgerî ya 15'ê Tebaxê afirîn, têk naçin."
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan bi wesîleya Cejna Vejînê ya 15'ê Tebaxê gotarek nivîsî û got, "Gerîlayên bi Pêngava Şoreşgerî ya 15'ê Tebaxê afirîn, têk naçin."
Nirxandina Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan bi vî rengî ye:
"Pêngava Gerîla ya Şoreşgerî ya 15'ê Tebaxa 1984'an ku dîroka azadiyê da destpêkirin, sala 39'an li pey xwe dihêle û dikeve sala 40'emîn. Bi vî rengî sala berxwedan û azadiyê ya 40'emîn a Kurdan destpê dike. Li çar aliyên Kurdistanê û derveyî welat Kurd vê mîlada azadiyê bi çalakiyên cihêreng pîroz dikin. Di serî de li Zap, Avaşîn û Metînayê li her qada Kurdistanê gerîla bi çalakiyên serketî vê pêngava mezin pîroz dikin.
Em jî Cejna Gerîla û Vejînê ya 15'ê Tebaxê destpêkê li Rêber Apo, hemû hevrêyên partiyê, gelê me û dostên me pîroz dikin. Bi taybetî berxwedan û sekna lehengî ya gerîlayên HPG û YJA Starê silav dikin ku li dijî dagirkerî û qirkirinê li ber xwe didin û rê nadin faşîzmê. Di şexsê hevrê Egîd û Zîlan de şehîdên Pêngava Lehengiyê ya K urd bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr tînin. Di sala 40'emîn de ji her kesê ku têkoşîna demokrasî û azadiyê dimeşîn re serketinê dixwazin.
Bêguman divê destpêkê qala şert û mercên siyasî yên pêkhatina Pêngava Şoreşgerî y a 15'ê Tebaxê bê kirin. Bi vî rengî encam û bandora pêngavê dikare hîn bi kêrhatî bêne nirxandin.
DEMA KU PDK'Ê KURDISTAN TERIKAND
Em zanin ku dawiya salên 1970'î û destpêka salên 1980'î di navbera hêzên DYE û Yekîtiya Sowyetê de nakokî û şer xitimî bû. Aliyan ji bo hevrikê xwe têk bibin, rahiştina çekên kîmyewî jî di nav de her cûre hêza leşkerî diafirandin. Rêveberiya DYE'yê ya wê demê bi plana 'Şerê Stêrkan' hewl dida serwer be. Yekîtiya Sowyetan jî ku ji xwe re 'sosyalîst' digot û di ketina Efganistanê de bi ser neket, hin guhertin û lêgerîn dikir ku dawiya wê di rêveberiya M. Gorbaçov de şênber bû.
Li Rojhilata Navîn bûyera herî bi bandor bêguman şerê navbera Ereb û Îsraîlê bû, berxwedana Fîlîstînê bû. Rageşî û şerê navbera Îran û Iraqê bi Peymana Cezayîrê bi hin aliyan rawestiya bû. Li Tirkiyeyê jî di serî de ji aliyê aborî û siyasî ve li her qadê tengaviyek hebû, sîstema dewletê ya ku di 29'ê Cotmeha 1923'an ava bûbû êdî bi kêr nedihat. Peymana Cezayîrê ya sala 1975'an bandoreke giran li Kurdan kiribû. PDK û Barzanî têkçûn qebûl kirin, ji hev belav bû û Kurdistan terikandibû.
NATO Û PAŞVERÛTIYA LI HERÊMÊ 12'Ê ÎLONÊ BI XWE RE ANÎN
Di nava van şert û mercan de li Kurdistanê û Rojhilata Navîn du bûyerên girîng qewimîn. Ya destpêkê, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji sala 1973'an û pê ve hewl da partiyê ava bike û berxwedaneke Kurd a nû bide destpêkirin, di dawiya sala 1978'an de damezrandina PKK'ê pêk anî, bi Berxwedanên Hîlwan û Sêweregê pêvajoyeke têkoşînê da destpêkirin ku bandoreke mezin li Tirkiyeyê kir. Ya duyemîn jî tifaqa Îranê ku giraniya xwe Îslamî bû, di Sibata 1979'an de pergala Şah a Îranê hilweşand. Şoreşa Îranê ku gav bi gav di nava xwe de bi hev ket, bayê xwe li tevahiya Rojhilata Navîn belav bû.
Li hemberî van herdu bûyeran û li dijî rewşa bi bandor a Berxwedana Fîlîstînê, êrîşeke nû bi serkêşiya NATO û paşverûtiya herêmê destpê dikir. Bi serkêşiya Serokê Fermandariya Giştî ya Artêşa Tirk Kenan Evren ku bi ser NATO'yê ve bû, bi cûntaya leşkerî di 12'ê Îlona 1980'î de darbeya leşkerî kir û dest danî ser rêveberiyê. Di 20'ê Îlona 1980'î de bi hewldana veşartî ya dehfdanê ya DYE'yê, rêveberiya Iraqê bi Peymana 1975'an re ya ku ji dest da, ji bo careke din bi dest bixe li hemberî Îranê dest bi şer kir. Bi vî rengî hate xwestin ku bayê şoreşê yê ji Îranê belav dibû bi şerê Iraqê re bê bidawîkirin, berxwedana azadiyê ya nû ya li Kurdistanê destpê kir jî bi êrîşên rejîma faşîst leşkerî ya 12'ê Îlonê bê eciqandin.
Cûntaya Kenan Evren di vê çarçoveyê de ji bo hêzên demokratîk ên li Tirkiyeyê bêbandor bike û bi esasî jî ji bo berxwedana Kurd a Apoyî bi temamî bieciqîne dest bi êrîşên giran ên faşîst qirker kir. Her tiştên bi navê kurdan qedexe kir û ji bo jinûve dagirkirina Kurdistanê û tunekirina hebûna Kurdên welatparêz dest bi êrîşên îmhayê kir. Bi sedan milîtanên PKK'ê, bi deh hezaran welatparêzên Kurd hatin girtin. Li hemberî wan jî sîstemeke êşkenceyê ya li derveyî mirovahiyê xiste meriyetê û xwest hişmendiya hebûnê û azadiyê ya Kurdan destpêkê li zindanê tune bike.
ZINDAN JI BO MILÎTANÊN AZADIYÊ YÊN LI DERVE BÛ BANGA BERXWEDANÊ
Kadro û sempatîzanên PKK'ê ku zext û êşkenceya herî giran a dîrokê li wan hate kirin, ji 21'ê Adara 1982'an û pê ve bi pêşengiya Mazlûm Dogan, Ferhat Kûrtay, Kemal Pîr û Hayrî Dûrmûş dest bi berxwedanê kirin, bi rojiya mirinê ya 14'ê Tîrmehê re sîstema dewleta Tirk ji aliyê îdeolojîk ve têk birin. Bi vî rengî hêza biryardanê ya nû ya ji bo berxwedana azadiyê afirandin, nîşan dan ku di nava her şert û mercî de ji bo hebûn û azadiyê berxwedan dikare bê kirin. Vê rewşê ji bo Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ya bi pêşengiya Rêber Apo serweriyeke xurt a îdeolojîk û psîkolojîk afirand û ji bo milîtanên azadiyê yên li derve bû banga berxwedanê.
BERXWEDANA KURD A NÛ DESTPÊ KIR
Pêngava gerîla ya bi çalakiyên Dihê û Şemzînanê di 15'ê Tebaba 1984'an de bi pêşengiya fermandarê nemir Mahsûm Korkmaz destpê kir, bersivekeke serketî ya li vê banga mezin bû. Gerîlayên PKK'ê ku li qada Lubnan-Fîlîstînê xwe ji ailyê îdeolojîk û leşkerî ve perwerde û amade kirin, sûd ji rewşa pratîk û siyasî ya şoreşa Îranê û şerê Iraq-Îranê wergirtin û ji 15'ê Tebaxa 1984'an û pê ve dest bi berxwedaneke nû ya Kurd kirin.
Bêguman gerîlayên PKK'ê li dijî artêşa Tirk a ser bi NATO'yê ve bi baweriya ji hêz, hişmendî û baweriya xwe dest bi têkoşînê kirin û meşandin. Şerê Îran-Iraqê bû sedem ku heta astekê sînorê dewleta Tirk ê bi Iraq û Îranê re bêkontrol bimîne û vî şerî sîstema rêvebirina Kurdan a bi hevbeşî ya bi Peymana Lozanê re bêkêr kir, gerîla jî sûd ji vê yekê wergirt. Rêber Apo bûyerên siyasî û leşkerî kêlî bi kêlî rast nirxand û bi hewldaneke mezin partî komî ser hev kir, li derveyî welat perwerde û amade kir. Rêber Apo bû hêza rasteqîn a ku ev pêşketin hemû afirand. Bi vî rengî di şexsê girtiyên azadiyê de ku li hemberî êşkenceyê li ber xwe dan, rejîma faşîst leşkerî ya 12'ê Îlonê li gel têkçûna îdeolojîk a dîrokî ya li zindanê, nekarî li pêşiya pêkhatina Pênava Gerîla ya Şoreşgerî ya 15'ê Tebaxê bibe asteng û kete pêvajoya têkçûna dîrokî.
Pêngava Gerîla ya Şoreşgerî ya 15'ê Tebaxê nîşan da ku li hemberî artêşa Tirk a qirker ku xwe dispêre NATO'yê û duyemîn artêşa NATO'yê ye, bi rêbaza gerîla şer dikare bê kirin, ev yek gav bi gav hate ispatkirin. Rêveberiya Evren-Ozal ku sala 1984'an li hemberî gerîla bêçare ma, ji sala 1985'an û pê ve ev rewş bir NATO'yê û şerê li dijî gerîlayên Kurd ji aliyê NATO'yê ve dabûne meşandin jî ti carî nekarîn bigihêjin armanca xwe ya tunekirina gerîla. Hem cûntaya Kenan Evren û hem jî rêveberiyên piştre, bi taybetî jî tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê bi guhertinên li nava dewleta Tirk re her tim xwe spartin vê rewşê.
PDK'Ê WÊ DEMÊ JÎ TEVÎ ARTÊŞA TIRK ÊRÎŞ KIR
Pêngava Şoreşgerî ya 15'ê Tebaxê ku PKK ji aliyê taktîk û stratejîk ve veguherand hêzeke çalakiyê, hêza gelê Kurd a ji dîrokê tê û şervaniya lehengî ya mirovên Kurd jinûve nîşan da. Jin û ciwanên Kurd ên bi fikrê azadiyê yê Rêber Apo xwe xemilandin bi wêrekî û fedakariya xwe nîşanî her kesî dan ku hêzeke têk naçin. Di serî de li Botanê li gelek qadên Bakurê Kurdistanê, li Rojavayê Kurdistanê û derveyî welat jin û ciwanên Kurd tevahiya gel Pêngava Gerîla ya 15'ê Tebaxê bi coş pêşwazî kir û li ser bingeha piştgiriya bi gerîla re li eniyên berxwedanê kom bûn û bi vî rengî hîmên bingehîn ên neteweya demokratîk û netewebûnê hatin danîn. Mîna niha wê demê jî tenê rêveberiya PDK'ê li ber vê pêşketinê rabû, bi artêşa Tirk re tifaq kir û êrîşên leşkerî bir ser gerîlayên PKK'ê.
Berxwedana azadiyê ya Kurd a nû ku li ser bingeha Pêngava 15'ê Tebaxê destpê kir bandoreke mezin li herêma Rojhilata Navîn kir, di tifaq û têkiliyên leşkerî û siyasî de yên li herêmê bi lez guhertin pêk anî. Beriya her tiştî çareseriya pirsgirêka kurd li tevahiya herêmê ferz kir û berê dewletan da wê yekê ku helwestên nû yên polîtîk nîşan bidin. Wê demê yekane pirsgirêk û şerê li herêmê nakokiya navbera Ereb û Îsraîlê bû. Li gel vê nakokiyê weke pirsgirêkek nû û ya herî berfireh pirsgirêka Kurd xist nava rojeva siyaseta herêmê. Nakokî û şerên din gav bi gav di asta duyemîn de man. Pirsgirêka Kurd bû ew pirsgirêk ku têkiliyên leşkerî û siyasî yên li herêmê diyar dikir. Welê lê hat ku şerê Iraq-Îranê yê ku herdu alî nekarîn zora hev bibin û nikarin li hev bikin, di bihara 1988'an de bi 'sûdwergirtina ji atmosfera pratîk û siyasî ya şerê PKK'ê' hate bidawîkirin.
Bandora Pêngava 15'ê Tebaxê ya li cîhanê hîn eşkere û bi wate ne. Hêzên ku texmîn dikirin ku li hemberî darbveya 12'ê Îlonê berxwedaneke Kurdan dikare destpê bike, dema ku pêvajoyeke bi vî rengî dereng ket, hinekî matmayî mabûn. Ji xwe li pêşberî çalakiyên li Dihê û Şemzînanê yên 15'ê Tebaxa 1984'an pêk hatin, gotin 'Berxwedana Kurd a dihate hêvîkirin destpê kir'. Hin dewletên Ewropayê ku ji bo berjewendiyên siyasî û aborî yên li Tirkiyeyê heta niha qaşo li ber darbeya 12'ê Îlonê rabûn û li Konseya Ewropayê giliyê cûntaya Kenan Evren kirin, piştî çalakiyên 15'ê Tebaxê yekser daxwaza xwe vekişandin û dest bi piştevaniya bi qirkeriya dewleta Tirk kirin. Demokratiya wan a sexte hingî eşkere bûbû.
Bêguman piştgiriya dewletên NATO'yê ya ji bo dewleta Tirk ji vê jî zêdetir bû. Bi taybetî 28'ê Sibata 1986'an di kuştina Olof Palme de bûyer weke komployekê li hemberî PKK'ê û berxwedana azadiyê ya Kurd hate bikaranîn. Piştre Doza Dusseldorfê li Elmanyayê hate birêxistinkirin ku doza herî demdirêj a li Ewropayê bû. Ev hemû ji bo krîmînalîzekirina têkoşîna azadî û hebûnê ya gelê Kurd, ji bo pêşîgirtina li piştgiriya ji bo Kurdan û nixumandina piştgiriya ji bo dewleta Tirk a qirker faşîst hatibûn kirin.
Bêguman tenê bi çalakiyekê nepêkan bû ku piştigiriya gelên Ewropa, cîhanê, jin û ciwanê bindest bê wergirtin. Rewşeke bi vî rengî tenê bi pêvajoyê, bi pêşketina berxwedanê dikarîbû bihata afirandin. Ji xwe pêşketina şênber jî bi vî rengî bû. Di vir de ev yek dikare bê gotin: Kurdan li ser bingeha şoreşgerî û demokratîk bi saya Pêngava Şoreşgerî ya 15'ê Tebaxê û şerê gerîla xwe bi gelen cîhanê, jin û ciwanan dan naskirin, li ser vê bingehê bûn xwedî têkilî û piştgiriya herî bi wate.
GELÊ KURD BI SAYA PÊNGAVA 15'Ê TEBAXÊ Û ŞERÊ GERÎLA BÛ XWEDÎ ÎRADE
Di dawiyê de girîng û kêrhatî ye ku ev xusûs bê destnîşankirin. Her tiştên weke hişmendiya azadiyê ya rast, rêxistinî, baweriya ji xwe, îradebûna li nava civaka Kurd bi saya Pêngava 15'ê Tebaxê û şerê gerîla yê bênavber pêk hatin. Ji xwe ji ber vê yekê 'Cejna Vejînê ya Kurd' jê re tê gotin. Ji her alî ve vejîna Kurdan, hebûna Kurdan îfade dike. Di bingeha hemû pêşketinên azadîparêz ên 39 salên dawî yên li Kurdistanê de Pêngava Gerîla ya 15'ê Tebaxê heye. Bi taybetî bi hêza bi bandor, girîng û têkneçûyî ya berxwedana gerîla, jinên Kurd bûn xwedî hişmendiya azadiyê, rêxistinî û şoreşa azadiyê ya jinê.
Divê ev pirs bê kirin: Eger pêngaveke bi vî rengî û têkoşîna gerîla nebûya, rewşa Kurdan wê bi çi rengî bûya? Bi şêweyekî din ê têkoşînê wê Kurd hişyar bibûna û bandor li mirovahiyê bikirana? Li ser bingeha van pirsan nîqaş dikare bê kirin. Lê belê dawiya dawî yekane encama ku li dora wê bigihêje hev wê 'Berxwedana gerîla' be. Ji ber ku rêbazeke din a têkoşînê nikare dewleta Tirk a qirker mêtinger a dijminê Kurdan lawaz bike, nikare mirovên Kurd ên h er cûre êrîşên li dijî mirovahiyê lê hatiye kirin hişyar bike û perwerde bike, bike xwedî îrade û rêxistinî. Ev hemû bi şerê gerîla dibe. Ji xwe pêşketin jî bi vî rengî bû.
Di vir de navê xwe 'gerîla' jî be divê mirov Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê û pratîkên gerîla yên li welatên din tevlîhev nekin. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê gerîlayên wêrek û fedakar ên asta herî bilind in ku xwe dispêrin pêşengiya partî û Rêbertî. Yanî li ser xeta fedaîtiyê tevdigerin. Ji ber ku nedibû ku bi pîvanên tevgerên gerîla yên li welatên din li hemberî siyaset û mejiyê qirker mêtinger ê li Kurdistanê têkoşîn bihata meşandin û serketin bihata bidestxistin. Lewma pîvanên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li gorî xwe ne, ji gelek aliyan ve naşibin gerîlayên li devereke din. Ji ber ku pirsgirêka Kurd li cîhanê mînakeke xwe nîne.
Berxwedana gerîla ku 39 sal in bênavber dewam dike û bi pêşketinên azadîparêz ên li Kurdistanê afirandî di demokratîkbûna Tirkiyeyê de xwedî roleke diyarker e, bi 15'ê Tebaxê re dikeve sala 40'emîn a berxwedanê û sala serketinê. Diyar e ku wê rola xwe ya dîrokî ya 39 sal in pêk tîne, di sala 40'emîn de jî bi cih bîne û bibe afirînerê pêşketinên azadîparêz. Ji ber ku rêveberiya faşîst a AKP-MHP'ê êrîşan hîn berfireh û giran dike. Li hemberî êrîşeke bi vî rengî tenê gerîla dikare bisekine û hesab ji siyaset û mejiyê faşîst qirker bipirse, pêşî li her pêşketinên demokratîk veke.
Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê amade ne ku di sala 40'emîn de roleke bi vî rengî hîn bi bandor û serketî bi cih bîne. Îro li Zap, Avaşîn, Metîna, Xakurkê û tevahiya çiyayên Kurdistanê gerîla derbên kuştinê li çeteyên AKP-MHP'ê yên faşîst dixin. Yên ku doh li Şengal, Mexmûr, Kobanê û gelek qadên din li ber êrîşên DAÎŞ'ê rabûn û ew têk birin ev gerîla bûn. Niha jî ji bo têkbirina faşîzma êrîşên AKP-MHP'ê ku şirîkê DAÎŞ'ê ye, li ser xeta serketinê li ber xwe didin. Gerîlayên ku bi Pêngava Şoreşgerî ya 15'ê Tebaxê afirîn, têk naçin.
Em careke din Cejna Gerîla û Berxwedanê ya 15'ê Tebaxê li hemû hêzên demokratîk û azadîparêz pîroz dikin, di têkoşîna sala 40'emîn de serketinên mezin hêvî dikin. Em berxwedana lehengî ya gerîlayên HPG û YJA Starê silav dikin ku li ser xeta fedaî ya Apoyî şer dikin."