Kalkan: Em ê hîn bi xurtî şer bikin, serketinên mezin biafirînin

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan bi wesîleya salvegera 35'an a 15'ê Tebaxê, salvegera yekemîn a şehadeta Zekî Şengalî û Atakan Mahîr peyamek weşand. Kalkan got, "Em ê hîn bi xurtî şer bikin û serketinên mezin biafirînin."

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan bi wesîleya salvegera 35'an a 15'ê Tebaxê, salvegera yekemîn a şehadeta Zekî Şengalî û Atakan Mahîr peyamek weşand. Kalkan got, "Em ê hîn bi xurtî şer bikin û serketinên mezin biafirînin."

Peyama Kalkan wiha ye:

"Salvegera 35'an a Pêngava Gerîla ya 15'ê Tebaxê ya hêja li Rêber Apo, li hemû hevrêyan, gelê me, hêzên me yên gerîla yên leheng, li rêxistinên me yên jin û ciwanan, li hemû hêzên şoreşger û demokratîk, li mirovahiyê pîroz be. Di sala 36'an a berxwedanê de ji her kesên ku ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşin serketinê hêvî dikim. Di salvegera yekemîn a şehadeta wan de, şehîdên me yên 15'ê Tebaxê Rêberê Civaka me ya Êzidî, Mam Zekî yê Şengalê ku demeke dirêj endametiya Komîteya Navendî ya PKK'ê û Konseya Rêveber a KCK'ê kir, mirovê zane, endamê komîteya navendî ya partiya me, endamê Konseya Rêveber a KCK'ê, fermandarê me yê gerîla Atakan Mahîr bi rêzdarî, bi hezkirin û bi minet bi bîr tînim. Soza xwe ya ji bo xwedîderketina li bîranîna wan û pêkanîna armancên wan careke din tînim ziman. Ew bi rastî jî bûn şehîdê sala 35'an a pêngava me ya lehengiyê ya 15'ê Tebaxê. Di sala 35'an a pêngavê de em gel û tevger ji bo bîranîna hevrêyên xwe Zekî û Atakan li ber xwe dan. Me têkoşîna wan a ji bo tolhildanê meşand. Me sala 35'an a pêngava 15'ê Tebaxê li ser bingeha tecrûbeyên 34 salên derbasbûyî, bi helwesteke wêrekî û fedakariyê meşand û hîn bêhtir bi pêş xist. Me destketiyên mezin afirand. Afirînerên vê salê jî şehîdên me yên leheng bûn. Di şexsê hevrê Zekî û Atakan de hemû şehîdên me yên têkoşîna azadî û demokrasiyê, şehîdên leheng ên sala 35'an a pêngava 15'ê Tebaxê bi rêzdarî, hezkirin û bi minet bi bîr tînim. Di sala 36'an a berxwedanê de em ê hîn bi xurtî di xeta wan de bimeşin, ji bo pêkanîna armancên wan em gel û tevger hîn bi xurtî em ê şer bikin. Rastiya me ya berxwedanê ya 35 salan wê neynika karên me yên sala 36'an be. Ya ku me di sala 35'an a berxwedanê de kir pîvan e.
Bi rastî jî di sala 35'an a 15'ê Tebaxê de, li dijî êrîşên topyekûn ên faşîst, qirker, mêtinger û şerê taybet, li ser bingeha stratejiya şerê gel ê şoreşger, me; gel û gerîla bi rengekî topyekûn berxwedaneke hebûnê û azadiyê meşand. Rêbertî li ber xwe da, gel li ber xwe da, zindanan li ber xwe da, yên li derve li ber xwe dan, çar parçeyên Kurdistanê li ber xwe da, yên li derveyî welat li ber xwe dan, hêzên me yên leheng ên gerîla li ber xwe dan, tevgerên me yên jin û ciwanan li ber xwe dan, dostan û hêzên demokratîk şoreşger li ber xwe dan. Ev berxwedana me di Greva Birçîbûnê ya Mezin de berbiçav bû ku bi pêşengiya Leyla Guven a hêja hate meşandin. Di pêngava me ya berxwedanê de ya 'Em dawî li tecrîdê bînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin' berbiçav bû. Me; gel û tevger bi pêngaveke bi vî rengî ya dîrokî bersiv dan nîvê duyemîn ê sala 35'an a pêngava 15'ê Tebaxê. Di hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê û 23'ê Hezîranê de bi têkbirina faşîzma AKP-MHP'ê me encamên serketî wergirtin. Me pêşketinên şoreşgerî afirand ku bandorên xwe yên mayinde hene. Me derbên giran li zîhniyet û siyaseta faşîst, qirker û mêtinger xist. Me rejîma faşîst qirker gihandin wê astê ku di her kêliyê de dikare hilweşe. Di sala 36'an a 15'ê Tebaxê de em ê vî karê hilweşandinê pêk bînin. Bi rastî jî Tirkiye, Rojhilata Navîn û dinya ne hêjayî zîhniyet û siyaseteke bi vî rengî ne. Zîhniyet û siyaseta faşîst, qirker û mêtinger a dijminê Kurd, dijminê jinê û gel, di sedsala 21'ê ya li Tirkiyeyê, Rojhilata Navîn û dinyayê divê nebe. Ew êdî li derveyî serdemê ye, paşdemayî ye, rêbazeke nêrîn û siyasetê ye ku ji aliyê kapîtalîzmê ve hatiye afirandin. Divê mirovahî ji vê rêbaza nêrîn û siyasetê û sîstema zordar kapîtalîst bi temamî rizgar bibe. Em; gel û tevger bi vî rengî dest bi sala 36'an a 15'ê Tebaxê dikin. Me sala 35'an weke sala têkoşînê ya xwedîderketina li bîranîna hevrê Zekî û Atakan û pêkanîna armancên wan meşand. Di vê salê de jî me şehîdên mezin dan. Me hevrê Navdar, Serhat û Sînan şehîd dan. Herî dawî me endamê komîteya navendî ya partiya me û endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê hevrê Helmet (Diyar Xerîb) şehîd dan. Di şexsê van hevrêyan de şehîdên me yên sala 35'an careke din bi rêz û minetdarî bi bîr tînim. Di sala 36'an de em ê di şopa van şehîdên xwe de bimeşin. Em ê têkoşîna tolhildanê ya Zekiyan, Atakanan bimeşînin. Em ê têkoşîna tolhildanê ya Helmetan, Sînanan bimeşînin. Li ser bingeha tecrûbeya berxwedana 35 salan, em ê sala 36'an a 15'ê Tebaxê bikin salake ku ji her demê bêhtir şer dikin, bi ser dikevin. Bi navê gel û tevgerê soz û helwesta me li ser vê bingehê ye. Em li ser vê esasê soz didin şehîdên xwe.

Di nava sala 35'an a 15'ê Tebaxê de me derba giran li tecrîda li Îmraliyê xistin, me kir ku derî vebin, gelê me, hevrêyên me, mirovahiyê careke din dengê Rêber Apo bihîstin. Ji Rêber Apo careke din hîn bûn ku xeta rast a ji bo mirovahiyê, xeta ji bo çareseriyê siyaseta demokratîk e. Lê belê em dibînin ku zîhniyet û siyaseta faşîst, qirker û mêtinger bi rengê şerê taybet nêzî her tiştî dibe. Belê, em tevger alîgirê aştiyê, çareseriya demokratîk, çareserkirina pirsgirêkan di çarçoveya siyaseta demokratîk de ne. Lê belê divê her kes jî bi vê zanibe, heta ku sîstema Îmraliyê ya êşkence û tecrîdê hebe aştî nabe, siyaseta demokratîk bi rê ve naçe. Lewma pirsgirêk çareser nabin, berevajî wê komkujî û êrîşkariyên faşîst, qirker û mêtinger pêk werin. Me ev yek di nava êrîşên komploya 20 salan û berxwedana li dijî vê yekê de bi rengekî vekirî dîtin. Lewma em xwe naxapînin, em bi rengekî xeyalî nêzî nabin, em neçar in rasteqîn bin. Em; gel û tevger di bin êrîşên giran ên tinekirin û qirkirinê de ne. Bêguman em ê têkoşîna xwe ya hebûnê ji her demê bêhtir bi zanebûn, rêxistinî, bi rêbazên hîn dewlemend bidomînin. Em ê di xeta serketinê de bimeşin, serketinên hîn mezintir biafirînin. Em ê sala 36'an a 15'ê Tebaxê di şopa şehîdên me yên leheng de, bi pêşengiya Rêber Apo bikin saleke ku hîn bêhtir şer tê kirin û serketinên hîn mezintir hatin afirandin. Em salvegera 35'an a Pêngava 15'ê Tebaxê ya hêja bi ruhekî bi vî rengî pêşwazî dikin, bi vê helwestê dest bi sala 36'an a berxwedanê, sala serketinê dikin. Em pê piştrast in ku gel û tevger em ê di sala 36'an de vî ruh, biryardarî û afirîneriyê, cesaret û fedakariyê hîn xurtir bikin, hîn bi xurtî şer bikin û hîn mezintir em ê bi ser bikevin. Biryardariya me di vê çarçoveyê de ye. Sala 36'an wê bibe salek ku em di şopa şehîdan de hîn bi xurtî dimeşin."