Kalkan: Bi xwe ketin kemînê

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan, bibîr xist ku hişmendiya serwer a Tirk ku di rewşa heyî de hemû heyîna xwe û şer li ser dijminahiya Kurdan dide dike, êdî li ber hilweşînê ye û got: “Bi teqez ev dawiya hişmendiya faşîst û vê siyasetê ye."

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan ku bû mêhvanê bernameya Dilistan a radyoya Dengê Welat û bersiva pirsên rojnamevan Ciwan Tunç da û têkildarî rojevê nirxaninên bal kêş kir.

Kalkan bal kişand ser van xisûsan:

Bûyerên li Kurdistan û bûyerên li cîhanê di zik hev de ne, divê bi awayê yek bê destgirtin. Şerê li cîhanê bi sîstema serwer a ku li ser Kurdistanê heye bi hev ve girêdayî ye. Têkoşîna wê demê destpê kirî hê jî didome. Sîstema 5 hezar sal û rewaş şer ên nava du sedsalên dawî, dagirkerî û pêvajoya binpêkirina mafan dikin hedef ku di pêşentiya Rêber Abdullah Ocalan de kûr bikin. Di encama guhertin û veguhertina ku PKK’ê ava kirî de, niha rewş hê zêdetir krîtîk bûye, ji ber ku sîstema heyî êdî nikare bi rê ve biçe.”

Kalkan destnîşan kir ku divê sîsteam li ser Kurdistanê tê sepandin rast bê famkirin û ji mînakên cuda yên cîhanê cuda ye û ev nirxandin kir: “Ev ne qirkirineke mîna ya di sedsala 19 an 20’an a li ser Ermenî, Asûriyan hatiye kirin e, qirkirinek hê ji wê dijwartir heye. Ji bo wê Rêber Apo got; ‘Gelê di nava pencên qirkirina çanê de’”. Kalkan da xuyakirin ku civak tê qirkirin û got: “Her dema ku Kurd ji bo azadiya xwe kete nava hewldan û çalakiyan, hema di cih de ev qirkirin û hevkarên mîtînger û qirker, bi hinceta bûne bingehê vê hevdu sûcdar dikin. Nesaxim 40 sal in li çiyaên Kurdistanê têkoşînek tê kirin, berxwedana azadiyê, şerê gerîla, ji bo hemûna xwe hemû hêza xwe ji gel digire. Ev têkoşîn bandor li herêmên din ên Kurdistanê kir. Tayyîp Erdogan û Neteweyên Yekbûyî jî derdikevin dibêjin; ‘Bi destek û erêkirina Amerîka derketiye.’. Çi eleqa xwe bi vê heye. Sîstemeke wisa dana avkirin ku Kurd nikarin ji bo xwe tiştekî tenê jî bikin, wê azad nebin. Yanî Kurd nîne, divê nebin. Tam rewşekî qirkerinê ye.

MA TU BûYE NERON, TÊ CÎHANÊ BIŞEWITÎNÎ

Kalkan bibîr xist ku êrîşkariya Tayyîp Erdogan û faşîstiya wî ji Hîtler derbas kiriye, ji bo Erdogan jî got: “Ma tu bûye Neron, tê cîhanê hilweşînî?”

Kalkan ê gotinên Erdogan ên; ‘Em ê Rohilatê Firatê jî paqij bikin, ketiye destê terorê’ nirxand û diyar kir ku Erdogan bi van gotinên xwe xema herêmên ji çeteyên DAÎŞ’ê hatine rizgarkirin dixwe, dibêje di dema DAÎŞ’ê de we herêmê hê baştir bû, dide nîşandan ku DAÎŞ’î ye û wiha pêde çû: “Erdogan DAÎŞ’î ye, Îxwan-î Musilman e, divê cîhan tev vê bizane. Yên dibêjin OSO û El Nûsra, El Qaîde ne. El Qaîdeya Sûriyeyê El Nûsra ye. Nakokiyên zirav bi DAÎŞ’ê re heye.Bi gotina li dijî DAÎŞ’ê xwedî helwestin, xwe dispêre wê, sexte ye. Carekî din da nîşandan bê ka çawa rêxistineke terorê ava kir û destek dike. Ev rewşekî pir hov e. Dibêjin; ‘Jiyan nakin, bê ewlekarî’ çima? 4-5 milyon kes li wir dijîn. Ne ewlekariyê ji kê re çêdike? Ji bo Erdogan e. Yanî wê li vê cîhanê Erdogan tenê bimîne. Ji bo wê wê li Kurdistanê bişewite, Wê li Tirkiye hemû cîhanê bişewite. Ev hişmendiyeke faşîst a ji Hîtler dijwartir e. Yekparêzî vê disepîne. Dibêje ; ‘yek, yek, yek’. Bi ya wî bimîne wê li vê cîhanê ew jî hevjîna wî hebe. Hûn bûne çi? Ma we ev cîhan daye avakirin? Ev qirkirin vê hişmendiyê daye avakirin. Hişmendiya Îttihat û Teraqî ev e.”

DI DEMEKE KIN DE WÊ JI DÎROKÊ BIÇE

Kalkan bi domdarî got: “Çareserkirina pirsa Kurd, azadbûna Kurdistanê, jiyankirina gelê Kurd a bi vîna xwe li nava gelê cîhanê; tê wê wateyê ku têkçûna vê hişmendî û siyaseta faşîst û qirker a ji bo domandina heyîna xwe cîhanê dişwitîne.” Li ser pirsa wê encam wê çi xwe re bîne Kalkan got: “Demokrasî, azadî, biratî, ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn jiyaneke wekhev û biratî derkeve holê, ev jî tê wateya mirovahiya azad û avakirina cîhanê. Me têkoşîneke wiha pir bi pêş ve biriye.” Kalkan bal kişand ser rewşa Erdogan û wiha anî ziman: “Dema em li rewaş Erdogan dinêrîn dibînin ku di nava qirkirina ji bo gelê Kurd amade kirî de , bi xwe ketiye nav, maskeya wî xistiye, hişmeniya wî hatiye tehşîrkirin, dawiya xwe aniye, wê di demeke kin de ji dîrokê biçe.” bi van gotinan hêviya serkeftinê ya PKK’ê bibîr xist.

ÇAVKANIYA HÊZÊ AZWERÎ, BÎR Û ÎRADEYA JIYANA AZAD E

Kalkan nirxandinên xwe wisa domand: “Şerê gerîla bû afirînerê van pêşveçûnan. Tarza ji bo azadiya hemû bindestan ev e. Hin kes dibêjin dema vî tiştî derbas bûye lê şerê gerîla yê li Kurdistanê xwe îspat kiriye. Divê gerîla jî xwe nû bike. Fikrên teng tê wateya mirinê. Ji ber vê jî guherîn, veguherîn û dewlemendiya teknîk, taktîk û tarzê esasê gerîlayan e. Niha gerîla li her derê ye û bi qehremanî şer dike. Erdogan hemû derfetên Tirkiyeyê xistiye şer, belasebeb zavayê xwe neanî ser xezîneyê. Êdî qanûn tune, her tişt ji bo şer e. Hemû maliye ji bo şer e. Dahatûya Tirkiyeyê ji bo vî şerî tê xerckirin û li hemberî gerîlayan têk diçin. Bala xwe bidinê gerîla li Bakur, Başûr û Rojava her roj çalakî hene. Gerîla li hemberî vê pergala qirker li ber xwe dide. Ev pergal li ber hilweşandinê ye. Berxwedan ew ê vê feraset û siyaseta faşîst têk bibe. Qehremaniya gerîlayan ji cîhanê re dibe mînak. Ew mirovayetiya azad diparêzin. Hewl didin bibin hêviya mirovayetiyê. Hêza li pişt vî tiştî jî îdeolojî û azweriya jiyana azad a Rêber Apo ye. Rêber Apo digot, ‘Ez hewl didim mirov bimînim.’ Ev her roj bêtir tê fêmkirin. Kemal Pîr jî digot; ‘Em bi qasî ku ji bo wê werin kuştin, ji jiyana azad hez dikin.’ Li pişt gerîlayan ev hêz, îradeya azad û azweriya jiyana azad heye. Heke ne wisa bûya ev têkoşîn bi coş, moral û baweriyeke wisa nedomiya.

ERDOGAN GARDIYANÊ TIRKIYEYÊ YE

Kalkan rewşa girtiyên şoreşger ên di zindanên faşîzmê de jî kir û got: “Erdogan Tirkiye kiriye girtîgeheke mezin. Divê rêhevalên li zindanê jî bizanibin ku piştî Dîlokê li ser xeta sînor dîwar hatiye lêkirin, wekî yê zindanan têl hatine kişandin. Li ser sînorê Iraq û Tirkiyeyê dîwar nehatiye avakirin lê malzemeyên wekî dîwar hatiye danîn. Niha li ser sînorê Tirkiye û Îranê dîwar tê lê kirin. Ji Colemêrgê heta bi Agirî û Serhedê. Tirkiye kirine zindaneke servekirî. Erdogan bi vî awayî dixwaze dîktatoriya xwe bidomîne. Erdogan bûye gardiyanê Tirkiyeyê.”

BERXWEDAN

Kalkan diyar kir ku bêyî berxwedan tu tişt nayê bidestxistin û wiha pêde çû: “Li derve jî li zindanan jî rojê 24 saetan berxwedan heye. Mazlûm û Kemal heta dawiyê li ber xwe dan. Rêhevalên li zindanan jî divê li ber xwe bidin. Beriya her tiştî fêmkirina rast, berxwedan e. Fêmkirin û sekna rast berxwedan e, xwerêxistinkirin, xweperwerdekirin û piştgiriya ji bo kesên bindest berxwedan e. Nivîs, afirînerê, têkiliya bi malbatan re û perwerdekirina wan berxwedan e. Ji bo jiyana azad di têkoşînê de çalakiyên biçûk û mezin tune. Ya girîng ew e ku mirov bi pencereyeke berfireh lê binihêre. Li ku derê çi hewce be divê ew tişt were kirin. Heke ev axaftinek be, tevgerek be, helwestek be, greva birçîbûnê be, heke çi be divê ya rast ew were kirin. “

GOTINA OCALAN ESAS E

Kalkan herî dawîn gotina Rêber Apo ya ji bo gerîlayan gotibû “Gerîla bila dil û mejiyê te zexm be” ev ji bo hemû şoreşgeran lê ye û ev gotin esasê bingehîn e.