Kakeyî: Tirkiye bi tecrîdkirina Ocalan yasayên navdewletî binpê dike

Parêzer û pisporê yasayên navdewletî Hejar Kakeyî dibêje ku di dema darizandina Ocalan de yasa bi şêweyekî hatiye nivîsandin ku alîgiriya desthilata Tirkiyeyê bike.

Têkildarî revandina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi rêya komploya navneteweyî û tecrîda giran a 21 sal in li Îmraliyê dewam dike, pisporê yasayên navdewletî Hejar Kakeyî yê ji bajarê Kerkûkê ji ANF'ê re axivî.

'ŞÊWAZÊ DESTGÎRKIRINA BIRÊZ OCALAN BIN PÊKIRINA PEYMANNAMEYA NAVDEWLETÎ BÛ'

Hejar Kakeyî bal kêşand li ser ne yasayîbûna şêwazê destgîrkirina Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, her wiha çawatiya binpêkirina yasa û peymannameya navdewletî û ragihand: “Destgîrkirina birêz Ocalan wek Serokê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û pêşengekî muxalif li Bakurê Kurdistanê, şêwazê destgîrkirina birêz Ocalan şêwazek ne yasayî bû, ji ber ku li gorî peymannameya navdewletî her kesê ku di şert û mercekî siyasî opozîsyon de be, eger pena xwe ji bo welatên derveyî welatê xwe bibe pêwîste ew welat piştgirî bide wî/ê û jiyana wê/î biparêze.”

Kakeyî tekez kir ku radestkirina Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ji bo Tırkiyê binpêkirina biryarên peymannameya navdewletiye û wiha domand: “Bi biryara peymannameyên navdewletî hemû peymannameyên navdewletî li ser wê yekê tekez dikin ku radestkirina her dozeke siyasî ji bo welatê wî/ê bi xwe tê wateya ku metirsiya jiyanî wê li ser hebe ji ber ku ew dozeke siyasî ye dibe ku rewşa wê welatê aloztir bike.”

Hejar Kakeyî îşaret bi ne yasayîbûna darizandina Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan kir û wiha pê de çû: “Plana ku ji bo destgîrkirina birêz Ocalan pêk hat, planekî dijminane bû ku ji alî û bi tevlêbûna çendîn welatan we pêk hat û piştre radestê Tirkiyê kirin. Ew hemû pêkanînane ne yasayî û dijmirovî bû ku der heqê her kesên ku weke çalakvanê siyasî di çarçoveya opozîsyonbûyîna welatê xwe de dixebite ye. Ne dibû ku pêvajoya darizandina birêz Ocalan ya li Tirkiyê bihata kirin, ji ber ku pêwîst bû di dadgehekî navdewletî ya serbixwe de bihata darizandin. Mixabin dema welatek darizandina kesekî/ê mixalif pêk tîne nikarin bê alî bin û nabe ku ew kes ji aliyê welatê daxwazkirî bê darizandin, ji ber ku ‘yasa bi şêweyekî tê nivîsîn ku alîgiriya desthilata wê welatî bike’, ew jî ji bo Tirkiyê pir raste ji ber ku li Tirkiyê sîstemeke dîktatorî heye û di çarçoveya mafên siyasî de bi ti awayî rê nade azadî û mafê.”

'PÊWÎSTE LI GORÎ WAN MAFAN JI GIRTIYÊN SIYASÎ RE NÊZÎKATÎ BÊ KIRIN'

Kakeyî mijara mafên girtiyên siyasî jî nirxand û got: “Em dikarin bêjin ku darizandina birêz Ocalan mijara lêpirsînê ye û pêwîste navendên navdewletî ji nû ve û di dadgehekî nevdewletî ya serbixwe de wê darizandinê dubare bikin. Li gorî yasa û peymannameya mafên mirovan, girtiyên siyasî xwedî hin maf û perîmane ku pêwîste li gorî wan mafan ji girtiyên siyasî re nêzîkatî bê raberkirin. Yek ji wan mafên sereke ya hemû girtiyên siyasî û ne siyasî heye ku ew jî mafê hevdîtina bi malbat û parêzeran e, her wiha mafê çêkirina pêywendî û çavdêrîkirina guhertinên ji derveyê girtîgehê bi taybetî ji bo girtiyên siyasî ne heye û pêwîste derfet bê dayîn ku berdewam bi rêya ragihandin, kovar û rojnameyan ve rewşa derveyî girtîgehê bişopîne. Her wiha ji aliyê tendirustî ve pêwîste di çarçoveya parastina jiyana wê/î girtiyê siyasî zêdetir derfet û girîngî bê dayîn. Lê mixabin ti mafekî yê girtiyên siyasî ji bo birêz Ocalan nehatiye dabînkirin.”

'BEREVAJÎ HEMÛ YASA Û PÎVANAN E'

Hejar Kakeyî qala tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan kir û diyar kir: “Dewleta Tirk zextên xwe bi şêwazekê zêde kiriye ku carna bi qasê çend salan rê nadin çavê birêz Ocalan bi parêzer, xizm û heta malbatê jî bikeve. Ew yek berevajî hemû yasa û pîvanên parastin û mafên girtiyên siyasî ye ku li cîhanê bingeh tê girtin.”

'DIVÊ DADGEHA NAVDELWETÎ TIRKIYÊ NEÇAR BIKE KU GIRÊDAYÎ BIRYARAN BE'

Kakeyî di dawiyê de behsa hewldanên ji bo azadkirina Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan kir û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Pêwîste ji niha ve zextan zêde bikin ji bo ku doza birêz Ocalan careke din di dadgehekî navdewletî ya serbixwe de li ber çavan re bê derbaskirin û di wê dadgehê de Tirkiye neçar bikin ku girêdayî biryarên wê dadgehê be da ku bikarin doza birêz Ocalan bi temamî safî bikin û bi şêweyekî bê alî û serbixwe dadgeriyê wegerînin xwediyê mafan."