Jiyaneke Delal 

Fermandara YJA Starê Delal Amedê ji bo azadiya gelê xwe û azadiya jinan şer kir û bû pêşenga jiyana azad û delal. Delal Amed di pîrozbahiya 8’ê Adarê de gotibû têkoşîna azadiya jinê li hemû qadan deng vedide û azadî gelekî nêzîk e.

Di dîroka Tevgera Azadiyê de bi dehan keç û xortên kurd di oxira azadkirin û rizgarkirina axa xwe de canê xwe bexşandine û tevli karwanê şehîdan bûne. Yek ji van rêwiyên vê karwanê jî Endama Komîteya Rêveber a PKK’ê Hulya Eroglu (Delal Amed) ye. Delal Amed di 12’ê kanûna 2017’an de bi 12 hevalên xwe re di encama êrîşeke hewayî ya artêşa tirk de şehîd bû. Delal Amed di nav Tevgera Azadiyê de 25 salan têdikoşe û bi gelek pêywiran radibe. 

Delal Amed di salên xwe yên têkoşîne de ji bo artêşbûna jina kurd kedeke mezin daye û weke fermandara xwe ya gewre Sakîne Cansiz (Sara) nirxên mezin afirandiye. Bi hezaran jinên ciwan bi bîr û baweriyeke mezin perwerde kiriye û tevli nav artêşa jina kurd YJA STAR’ê kiriye. Ji ber vê yekê jinên kurd ku îro li seranserê Kurdistanê li dijî dagirkerên axa xwe, têdikoşin û destketinên mezin bi dest dixin, deyndarên keda Delal Amed a bi salan in. 

ALA AZADIYÊ RADESTÎ DELALÊN NÛ KIR

Delal Amed di salên xwe yên têkoşînê de peywirên weke Endamtiya Komîteya Rêveber a PKK’ê û Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA STAR’ê girtiye ser xwe û bi awayekî canbexşane ji bo azadiya jina kurd û axa xwe têkoşiya ye. Delal Amed herî dawî beriya şehadeta xwe di sala 2017’an jî bi wezîfeya Fermandariya Herêma Botanê radibû. Delal Amed ku bi gelek wezîfeyan rabû, bû semboleke azadiyê û bi şehadeta xwe ala azadiyê radestî Delalên nû kir. Me jî weke Rojnameya Welat li Amedê xwe gihand kek û xwuşka Delal Amed Mesût Eroglu û Oya Eroglu û ji wan çîroka jiyana Delal Amed girt.

Malbata Delal Amed jî wekî bi dehan malbatên li Kurdistanê kurdewar û bi doza xwe ve girêdayî ye. Kalê Delal Hecî Evdal salên destpêkê yên Komara Tirkiyeyê bi hevjîna xwe Hecî Xecê re li gundê Bernişt ê Şemrexa Merdînê dijî. Li gund bûyerek çidibe û kesek tê kuştin. Gundî kuştina vî kesî dixin sûtiyê Hecî Evdal. Hecî Evdal ji ber vê yekê mehkûm dibe. Li aliyê din jî dewleta tirk dixwaze bi leşkeriya bi zorê pê bin kirin. Hecî Evdila hem jiber mehkûmiyeta xwe û hem ji ber naxwaze biçe leşkeriyê bi hevjîna xwe Hecî Xecê re koçî binxetê dike û li Qamişlo bi cih dibe. 

JI BER MIRINA BAVÊ XWE ROJEKÊ DIGIRÎ

Hecî Evdal piştî çend salan li ser sînorê di navbera rojava û bakûrê Kurdistanê de ji aliyê leşkerên tirk ve tê qetilkirin. Li ser vê yekê hevjîna Hecî Evdal Hecî Xecê piştî salên dûr û dirêj, bi 6 zarokên xwe re careke din koçî bakurê Kurdistanê dike û tê li gundê Hicetê yê Çinara Amedê bi cih dibe. Bav û dayika Delal Amed Teyfîq Eroglu û Hewa Eroglu (Meryem) di salên 1970’yî de ji gundê Hicetê koçî taxa Bayrampaşa ya Sûra Amedê dikin. Heta tev li nav refên gerîla dibe jî malbata Delal Amed li vê taxê dijî.

Delal Amed di Gulana 1975’an de ji dayik dibe û biçûka malbatê ye. Di 4 saliya Delal Amed de bavê wê jiyana xwe ji dest dide û ji ber ku ji bavê xwe gelek hez dike roja ku bavê wê dimire ew roj bi saetan digirî. Delal Amed ji ber ku biçûka xwişk û biraya ne bavê wê jî gelek jê hez dike. Delal Amed salek piştî mirina bavê xwe di 5 saliya xwe de li Dibistana Seretayî ya Înonuyê dest bi dibistanê dike. 

HEVALA HERÎ PIR JÊ HEZ DIKE

Li Dibistanê beriya herkesî hînê xwendin û nivîsandinê dibe. Piştî dibistana seretayî li Dibistana Navîn a Merkezê qeyda xwe çidike û dest bi xwendinê dibistana navîn dike. Delal Amed lîseyê jî li Liseya Diyarbakirê dixwîne. Delal Amed heta liseyê diqedîne jî pir serketiye û ji ber vê serketina xwe her sal takdîr û spasname digire. Delal Amed piştî van serkeftinên xwe di sala 1991’ê de li Zanîngeha Dîcleyê beşa avahîsaziyê kar dike. 

Taxa ku Delal Amed lê tê dinyayê taxeke pir netewe û hevala ku Delal Amed herî pir jê hez dike jî Pabyona xiristiyan e. Delal Amed gelek ji govendê hez dike. Her wiha di salên xwe yên lîseyê de bi hevalên xwe re komeke şanoyê ava dike. Delal Amed bi koma xwe ya şanoyê re diçe gelek dewetan û serê govendê digerîne. Delal Amed bi koma xwe ya şanoyê re di dewetan de ji xeynî govendê serpêhatiyên kurdan dike lîstik û pêşkêşî gelê kurd dike. 

SERÊ GOVENDAN DIGERÎNE

Yek ji deweta ku Delal Amed diçê û serê govendê digerîne deweta efsûn a Welat Şehmus Kaya (Hebûn) û Jiyan Amed e. Dewet li taxa Alîpar a Rezanê tê kirin û Delal Amed bi dayika xwe Hewa re beşdarî dewetê dibe. Dikeve serê govenda doza ku dê ew jî rojekê têde bibe fermandar. Hebûn û Jiyan Amed di 15’ê tebaxa 1991’an de şeva findên (mûmik) wan tên gerandin û destê wan tê hinekirin, deweta xwe dikin deweta tevlibûna PKK’ê û bi hemû xelatên ku bi wan hatine vekirin re tev li nav refên gerîla dibin.  Ya rast tevli dîlana azadiyê dibin û bi dehan keç û xortên ku dibin şahidê wê dîlanê didin ser şopa wan. Delal Amed jî yek ji wan e. Delal Amed vê dîlana azadiyê ya Hebûn û Jiyan bi hevalên xwe re dikin lîstika şanoyê û vê serpêhatiyê bi şanogeriya xwe tîne ziman. 

Delal Amed di salên xwe yên zanîngehê de tevgerê bi kovarên Ozgur Halk û Serxwebûnê nas dike û dest bi xebatên xwe yên şoreşgerî dike. Li zanîngehê beşdarî gelek çalakiyan dibe û pêşengtiyê ji gelek meş û çalakiyan re dike. Di salvegereke komkujiya Gurgumê de ji aliyê polîsan ve tê binçavkirin. Her wiha di salên wê zanîngehê de li zanîngeha wan gelek kontra li ser karin û çend hevalên wê ji aliyê kontrayan ve bi awayekî hovane tên birîndarkirin û kuştin.   

BERÊ XWE DIDE ŞAMÊ

Delal Amed piştî van hovîtiyan bi çavên xwe dibîne û baweriya wê bi xwendina perwerdeya pergalê namîne, di 17’ê nîsana 1993’an de roja ku Serokkomarê Tirkiyeyê Turgut Ozal dimire, ji zanîngehê venagere malê û bi komek hevalê xwe re berê xwe dide çiyayên azad û tev li nav refên gerîla dibe. Piştî tevlibûna xwe ya nav refên gerîla Delal Amed ji bo perwerdeyê diçe Şamê ba Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Li vê derê weke çend mehan ji Ocalan perwerde digire. Delal Amed her wiha di bingeha Şoreja Rojava ya îro  ku li cîhanê deng vedaye de jî cih digire û di salên 1990’î de bi qasî 2 salan li Qamişlo, Kobanê û Efrînê dimîne û tev li xebatên rêxistinbûna gelê Rojava dibe.

Delal Amed di sala 1996’an de ji Rojava vedigere bakurê Kurdistanê û ji bo peywirekê bi qasî çend rojan tê li navenda Amedê dimîne. Dewlet vê hatina Delal Amed dibihîze û gelek caran bi ser malbata wê de digire û kekê wê Mesût û xwişka wê Oya dikin bin çavan û pirsa Delal Amed ji wan dikin. Li gel ku Mesût û Oya agahiya wan ji Delal Amed tuneye jî bi hinceta agahiya Delal Amed ji wan bigirin, bi rojan di bin çavan de dihêlin û gelek zext û pêkutî li wan dikin. Di van rojên ku dewlet ji bo agahî jê bigire Mesût û Oya dike binçavan de Delal Amed ji Amedê dertê û berê xwe dide çiyayên bi heybet ên Dêrsimê. 

TEVLI KARWANÊ ŞEHÎDAN DIBE

Delal Amed di nav salan de piştî bakur û rojavayê Kurdistanê berê xwe dide başûr û rojhilatê Kurdistanê jî û bi salan li van her du parçeyên Kurdistanê jî têkoşîna azadiyê dide. Delal Amed di salên xwe yên têkoşînê de bi bawerî û wêrekiya xwe dertê pêş û di artêşbûna jina Kurdistanê kedeke mezin daye. Delal Amed di 12’ê Kanûna 2017’an de dema ku bi 12 hevalên xwe re li dijî artêşa tirk bi awayekî dîrokî li ber xwe dida di êrîşeke hewayî de şehîd bû. 

ÇAVKANÎ: ROJNAMEYA WELAT