Jiyanek, du caran sirgûn

Pîra Xecê yek ji wan sirgûniyan e ku di Terteleya Dersimê de tevî malbata xwe sirgûnî Denîzliyê hate kirin. Piştî ku 10 salan li sirgûnê ma, li Dersimê vegeriya. Salên 90'î bi valakirina gundan re cara duyemîn sirgûn bû.

Ji şahidên Komkujiya Dersimê Pîra Xecê destnîşan kir ku divê gelê Kurd îroka xwe ji bîr neke û got, "Li dijî dijmin em xwedî li xaka xwe derkevin."

Êş û azara gelekî gelo bi çend stranan, çend çîrokan dikare bê vegotin? Gelek çend caran dikare bişikê, bi çend komkujiyan dikare hewl bê dayin ji bo bê tunekirin?

Dersim ku bi mirov, xweza û baweriya xwe hate tecrîdkirin, bi berxwedêriya xwe rastiyê hîn jî ji cîhanê re radigihîne. Terteleya Dersimê ne bûyereke ku tenê di salên 1937-38'an de qewimî û qediya. Dema ku mirov bala xwe bide ser polîtîkayên înkarkirinê yên dewleta Tirk wê were fêhmkirin ku weke pirsgirêkeke ji aliyê çandî ve divê bê temamkirin tê dîtin.

Dersim qadeke çandî ya xweser e ku Baweriya Kurd-Elewî-Qizilbaş dijî. Ev taybetmendiya xwe ya çandî bi sedan salî ji gelek aliyan ve bi rengekî giran hate dorpêçkirin, lê belê ev dorpêçî negihîşt encamê. Pîra Xecê jî yek ji wan e.

Pîra Xecê di navbera salên 1935-36'an de li Dersimê ji dayik bû. Dema ji dayik bû, dayika wê jiyana xwe ji dest da. Di dema Terteleya Dersimê de tevî malbata xwe sirgûnî Denîzliyê hate kirin. Piştî ku 10 salan li sirgûniyê ma li Dersimê vegeriyan. Salên 1990'î dema ku li Kurdistanê gund hatin valakirin, cara duyemîn sirgûn bû.

Pîra Xecê anî ziman ku di dema Terteleya Dersimê de ku hingî du-sê salî bû, xwişka wê ya mezin ew di bin dawa xwe de vedişart û bi vî rengî rizgar kir. Pîra Xecê got, "Ev çiya, ev xak bi xwîna mezinên min hatin avdan. Çawa ku ev xak nebû yar ji xayinan re, wê ji dijmin re jî nebe yar. Xwezî ez jî li wir bimira." Û dest bi lorîna 'Axzunîg a vesayî' dike:

Axzunîg kowo vêsayî yo wî lemin
No çi miz û dûman o wayî lemine bûko
Cemşî Axayî bi Memed Alî Axayî ra
Binê singûyan de milqî danê wayî lemin lemin!
De wayî wayî wayî, lemin lemin wayî !..
Cemşî vano to dima yeno niyade
No çiko ma sero voreno lemin wayî
Koyê Axzunîge miz û dûmano
Na hukmatê tereşî rê îtivar nêbeno lemin wayî!
De wayî wayî, lemin wayî!

KOMKUJIYA AXZUNÎGÊ

Leşkeran ji malbatên Seyîd Tûrabî Baran û Seyîd Hasan Canan 24 kesan digirin. Bi têlan destê wan girê didin û dibin cihekî bi navê Sekesûrê. Zilm li vir dest pê dike. Leşker van mirovan bi kêran dikujin û piştre jî li kadînê benzînê bi ser wan ve dirijînin û dişewitînin.

Qala çîroka komkujiya Axzonîgê dike. Cemşî û Memed Alî Axa sozê ji dewletê digirin, ji wan re dibêjin ku wê dest nedin wan, lê belê di dawiya Komkujiya Dersimê de axayên mîna Memed Alî Axa û Cemşî yên bêalî man, fêhm dikin ku şaş kirine ku bi dewletê bawer kirine. Xelkê Xozadê tê şewitandin, hilweşandin...

YA BI SERÊ KURDAN HAT BI SERÊ KESÎ NEHAT

Pîra Xecê dewam dike, "Tişta bi serê me Kurdan hat bi serê kesî nehat. Eger Şahîn Axa birayê xwe qetil nekiribûya, dawiya me wê ne bi vî rengî bûya. Wê çiyayên Dersimê bêkes nemabûya. Dijmin ji Rêber re gotibû; Alîşêr bikuje wê çiyayên Dersimê ji te re bimîne. Beriya ku Rêber biçe Alîşêr bikuje, Zarîfe ji Alîşê re 'hevalê min -peyva heval ji wan ji me re maye- rabe, ev ji bo xêrê nayê, wê te bikuje'. Alîşêr bawer nake, dibêje kerem bike. Zarîfe hînê pê re nagihêje ku çeka xwe rake, Rêber herduyan dikuje. Me xiyanet li hev kir, hev kuşt û bi vî rengî dawî li xwe anî."

BERÊ ÇEKA XWE DAN ME

Pîra Xecê anî ziman ku bavê wê jê re qalê dikir ku Seyîd Riza eşîrên Dersimê hemû kom kiribû, biribû şerê Tirkiye-Rûs, li gel birçîbûn û xizaniyê jî şer kirin û got, "Tirkiyeyê çi kir? Berê çekên xwe dan me. Em li cihekî kom kirin, sê roj, sê şev em tî û birçî hiştin. Yekane tişta ku me didît ezman bû. Di Komkujiya Dersimê de dijmin piştî ku got 'bisekine, nereve' li mirovên li wir hemûyan reşand û ew qetil kirin."

MIN LORIK JI BAVÊ XWE RE DIGOT

Piştre jî sirgûnê dest pê kir. Pîra Xecê qala wan rojan dike: "Bavê min timî digiriya, dema ku min jê dipirsî bê çima digirî, wî jî digot ku ew hatine sirgûnkirin, jin û zarokên wan ên keç ji aliyê leşkeran ve hatine birin. Yên ku dihatin sirgûnkirin nedihatin qeydkirin. Kes nizane ew mirov bi ku ve birine. Em 10 salan li sirgûnê man. Zilma dijmin li wir jî neqediya. Bavê min dibirin û lê didan. Carekê ewqasî lê dabûn, min bi zarokatiya xwe 6 mehan li bavê xwe nihêrî. Bavê min ji êşa mîna zarokan digiriya. Çawa ku pitik bi lorikan tê razandin, ji bo êşa wî biqede û hinekî razê min ji bavê xwe re lorik digot."

Piştî dema sirgûnê, li Dersimê vegeriyan û ji wan hebû ku êdî dijmin wê tiştekî bi wan neke. Lê belê zilmê dewam kir, zêde bû. Pîra Xecê got, "Di salên 1990'î de hatin careke din em ji cih û warê me kirin. Gotin 'biçin' û malên me şewitandin. Min ji wan re got, ez naçim, min bi mala min bişewitînin. Ez hîn pitik bûm we ez ji cih û warê min kirin. Ez ê vê carê dest ji xaka xwe bernedim. Min ev ji wan re got û neçûm."

Pîra Xecê herî dawî rondikên çavên xwe paqij kir û ev bang kir: "Li dijî dijmin xwedî li xaka xwe derkevin. Dîroka me ji bîr nekin."