Jiyana li gundên qedexekirî

Yûsûf Demîrcî li gundên qedexekirî yên Çiyayê Gabarê şivan e û bi vî rengî debara xwe dike. Demîrcî got, "Em ne koçer in ne jî mayinde ne. Lê belê 50 sal in em nobedarê Cûdî û Gabarê ne."

Yûsûf Demîrcî ku temamiya emrê wî li gundên qedexekirî yên Çiyayê Gabarê yê Şirnexê derbas bûye û bi şivantiyê debara mala xwe ya ji 11 neferî dike. Demîrciî dibêje, "Em nobedarên vî çiyayî ne." Demîrcî diyar kir ku ew 50 salî ye, tevî heywanên xwe ew ji sewalên gundiyan re jî şivantiyê dike û got, "Tevî hevser û 10 zarokên xwe, piraniya salê em li çiyê ne. Em ne koçer in, lê ne mayînde jî. Lê dikarim bêjim ku em nobedarên 50 salî yên Cûdî û Gabarê ne."

Demîrcî da xuyakirin ku navê gundê wan 'Cinnet' e û wiha dewam kir: "Ev gund beriya niha bi 500 salî bi temamî hate xerakirin û valakirin. Li vî gundî berê Suryanî hebûn. Lê belê wê wextê ya hatin kuştin, ya jî berê xwe dan Ewropayê. Piştre li derdora çiyayê Gabarê ti gund nehiştin. Yek bi yek hemû vala kirin. Yên ku xwestin bibin cerdevan li gundê xwe man. Gelek Kurdên xwedî rûmet ku ev yek qebûl nekirin, mîna gundiyên Cinnetê, koç kirin."

'ME RANEHIŞT ÇEKA DEWLETÊ'

Demîrcî got, "Şikur ji Xwedê re me namûsa xwe nefirot. Me ranehişt çeka dewletê." Demîrcî diyar kir ku ew ji gundê Dara yê navenda Şirnexê ye û di nava salê de carna tê vê derê û şivantiyê dike. Demîrcî got, "Kesekî bi navê Îsmaîlê Evdilezîz heye. Ev gund weke gundê xwe nîşan daye û dewletê jî tapû daye wî. Ez carna destûrê jê dixwazim. Di berdêla wê de jî bê berdêl şivantiyê ji pezên wî re dikim. Carna jî naxwaze ku ez şivantiyê bike. Wê wextê jî ez 7 mihan didim wî û bi vî rengî karê xwe dikim."

Demîrcî anî ziman ku havînê karê wan hesan e, lê zivistanê gelekî zehmet e û got, "Buhayê êmê heywanan gelekî tehdeyê li me dike. Wekî din, dewlet nahêle em bi hêsanî heywanên xwe biçêrînin. Em berê bi rehetî digeriyan, me heywanên xwe diçêrand. Zehmet e ku mirov bi dizî bên û heywanên xwe biçêrînin. Carna bi dehan heywanên min ji aliyê hêzên dewletê ve hatin kuştin. Min bi zorê xwe rizgar kir. Heman rewşa metirsîdar niha jî heye. Lê ez ê dest ji vî karê xwe bernedim."