BI DÎMEN

'Jinên Kurd tevahiya jinên cîhanê ji hovîtiya DAÎŞ’ê rizgar kirin'

Jinên Wargeha Penaberan a Mexmûrê diyar kirin ku jinên şoreşger ên Kurd li hemberî hovîtiya DAÎŞ’ê şer kirin û jinên cîhanê ji hovîtiya DAÎŞ’ê rizgar kirin.

Di sala 2014’an de çeteyên DAÎŞ’ê ji bo wêrankirin û qirkirina gelê Kurd û Kurdistanê, dest bi êrîşeke berfireh kirin. Çeteyên DAÎŞ’ê li ber çavê hemû cîhanê civaka Êzîdî û gelê Rojava qetil kirin! Di heman demê de metirsiyek mezin li ser cîhanê dan çêkirin. Lê tu hêzek cîhanê nekarî li hemberî van çeteyan şer bikin û cîhanê ji vê hovîtiyê rizgar bikin. Gerîlayên azadiyê di pêşengtiya jinên têkoşer de, li hemberî çeteyên DAÎŞ’ê şer kirin û mirovahî ji qirkirinê rizgar kirin.


Di vê dîrokê de, yek ji cihên ku bi êrişên DAÎŞ’ê re rû bi rû ma, Wargeha Penaberan a Mexmûrê bû ku di heman demê de cihê destpêkê yê DAÎŞ lê hate têkbirin.

Bi boneya 10’emîn salvegera êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên li ser Mexmûrê, jinên Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji ANF’ê re axivîn û qala wan rojên reş û berxwadana jinên têkoşer a li dijî DAÎŞ’ê kirin. 

‘JINÊN KURD ÇETEYÊN DAÎŞ’Ê TÊK BIRIN’

Medîne Hilalî di destpêka axaftinên xwe de hemû şehîdên di pêvajoya êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê de bi bîr anî û wiha got: “Bi belavbûna DAÎŞ’ê re cîhan sekinî û tenê PKK’ê li dijî DAÎŞ’ê şer kir. Keç û xortên me li hember DAÎŞ’ê li ber xwe dan. Di pêşengtiya jina Kurd de, çeteyên hov hatin têk birin. Çeteyên DAÎŞ’ê digotin, ‘divê em bi destê jinan neyên kuştin.’ Dijberî wê jinên Kurd piştî van gotinan hêza xwe ya têkoşînê mezintir kirin. Di pêvajoya DAÎŞ’ê de jinên Kurd rola xwe leyîstin û DAÎŞ têk birin. Sembola herî şênber, Şehîd Arîn Mîrkan bû. Jinên Kurd bi tilîliyan berê xwe dan çeperan û gelê xwe parastin. Erdogan çete ava kir û xwest me Kurdan tine bikin. Jina Kurd serî li hember Erdogan û çeteyên wî netewandin. Ya rast, DAÎŞ’ê hêvî nedikir ku wê jinên Kurd wan têk bibe. Jinên Kurd ên li hemberî DAÎŞ’ê şer kirin digotin, ‘em ê di oxira azadiya gelê xwe de canê xwe jî bidin’.”

Medîna Hilalî bang li keç û xortên Kurdan kir ku xwedî li Kurdistan û destketiyên ku şehîdan avakirine derbikevin û wiha got: “Ez bang li her çar aliyên Kurdistanê, bi taybetî jî bang li gelê me yên li Bakurê Kurdistanê dikim, divê gelê me xwedî li vîna xwe derbikeve. Cerdevanên ku niha li hember Kurdan şer dikin, mîna DAÎŞ’ê ne! Divê gelê Kurd mînaka Kobanê, Reqa, Serêkaniyê û Efrînê ku li ber xwe dan û têkoşiyan ji bîr neke.”

‘EM HENE Û EM Ê HER HEBIN’ 

Ezîza Tîmûr jî di destpêka axaftinên xwe de bal kişandi ser têkoşîna jinên Kurd a li dijî çeteyên DAÎŞ’ê û wiha axivî: “Jina Kurd bi hemû hêza xwe li hemberî çeteyên DAÎŞ’ê têkoşiya. Hovîtiya DAÎŞ’ê ya li dijî jinên Şengalê bû hêrs û kînek mezin di dilê jinên Kurd de. Jina Kurd bi wê hêrs û kînê têkoşiya. Raste di pêvajoya destpêkê de çeteyên DAÎŞ’ê tirsek mezin çêkir. Lê tevî vê tirsê jî jina şoreşger hem li Mexmûrê, hem li Şengalê û hem jî li Rojava jî bersivek xurt da wan çeteyan. Mînaka wê jî Heval Denîz e ku di eniya pêş de li hemberî DAÎŞ’ê şer kir. Jinan di wê pêvajoyê de got ‘em hene û em ê her hebin.”

‘JINÊN KURD TIRS XISTE DILÊ ÇETEYÊN DAÎŞ’Ê’

Hîvîdar Hilalî jî destnîşan kir ku çeteyên DAÎŞ’ê bi şerê xwe yê derûnî xwest bandorê li civakê bike û wiha pê de çû: “Jinên şoreşger ên PKK’ê bi sekna xwe ya li hemberî çeteyên DAÎŞ’ê hêza jina Kurd raxist ber çavan. Çeteyên ku bi şerê xwe yê derûnî bandorek mezin li ser civakê dikirin, ji aliyê jinên Kurd ve hatin têk birin. Jinên şoreşger bedelên giranbiha li dijî çeteyên DAÎŞ’ê dan. Çeteyên DAÎŞ’ê xwestin bi tacîz, destdirêjî û kuştinê derûniya jinan xira bikin. Lê jinên şorşeger diyar kirin ku nedikarin derûniya jinan xira bikin, ne tacîz bikin û ne jî bikujin. Ji wê zêdetir jinên Kurd tirs xiste dilê çeteyên DAÎŞ’ê.”