Jinên Ciwan ên têkoşer hamleya ‘Em dibejin NA’ îlan kir

Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer, li dijî tund û tijiya jinan lîstokek li dar xistin. Jinên ciwan bi ev lîstok bi hamleya “Em dibêjin NA” binav kir. Lîstok di navbera tîma Sîrwana Nû û Hewreman de hate lîstin. Lîstok bi serketina Sîrwana Nû bi dawî bû.

Daxuyanî ji aliyê endama Jinên Ciwan ên Têkoşer ve Zîlan hate xwendin.

Daxuyaniya Jinên Ciwan ê Têkoşer wiha ye:

“Di pêvajoyên dawî de hem li Kurdistanê hem jî li Rojhilata Navîn, û li hemû deverên cîhanê êrîşên li dijî jinê pir zêde bûye. Her roja ku diçe êrîş zêdetir jî dibe. Li Bakurê Kurdistanê bi destê dewleta tecawîzkar û artêşa wê ve li dijî jinan qetlîam û tecawîz didomin. Herî dawî jinekî 18 salî bi navê Îpek Er ji ber êrîşê jiyana xwe bi dawî anî. Ew tenê nimûneyek e ji bo van êrîşan. Li Rojhilata Kurdistanê jina ciwan Romîda bi şêwazeke hovane ji aliyê bavê xwe ve hate qetilkirin. Ew jî encameke hovane ya rejîma Îranê bû. Li Rojavayê Kurdistanê jina ciwan a bi nave Melek ji aliyê çeteyên Erdogan ve hate qetilkirin. Heta niha bi dehan jin di temeneke pir ciwan de ji aliyê leşkerên Tirk ve tên revandin û qetilkirin.

Evane di nava êrîşên hovane yên li hemberî jinan de yek mînak in. Li herêma federal a Kurdistanê û Iraqê jî êrîşên li ser jinan di asteke metirsîdar de ye. Bi taybetî ji ber krîza ku di encama gendeliya hikumetê de derketî didome. Şerê biyolojîk ê ku bi vîrûsa koronayê di nav gelê Başur û Iraqê de çêkiriye. Herî zêde zirarê dide jinê. Yek ji nîşaneya vê jî hedef girtina jina ciwan a çalakvan a bi navê Rêhan Yakûp a li Bexda ye. Bûyera ku li Kerkûkê weke karesat hatibû nirxandin. Kerkûk di nava mehekê de 3 jin ji aliyê kesên nenas ve bi hovane hatin kuştin. 6 leşkerên Tirkmen tecawîzê jinekî kêm endam kirin. Li Herêma Kurdistanê ji ber sekna hikumetê kuştin û tund û tijiya li ser jin tên dîtin bi paşxistina cezayan ev êrîşên ser jinê nayên rawestandin. Ji ber encama wê çendê jineke dayîka 3 zarokan li Çemçemalê hate şewitandin. Ji jinan re li Başurê Kurdistanê de tenê riya derketinê xwe şewitandin tê dîtin. Bi sedan jin li Başurê Kurdistanê xwe dişewitînin yan jî tên şewitandin. Jin rastî tund û tijî, tacîz û tecawîzê tên, lê bes ji ber ku rêya tekoşîn û hesap pirsînê li jinê tê girtin, jin bi neçarî bêdeng dimînin. Tûşî pirsgirêkan dibin û xwe li hember jiyan kirinê bê hevî dihêlin, tenê ne jin zarokên axa be jî rastî wan dest dirêjiyan tên. Zarokek 7 salî li Hewlêr rastî destdirêjî hat. Heta niha jî em ji bîr nakîn û tucarî nayê jibîrkirin jî. Bi hezaran jin li Başurê Kurdistanê xwendina xwe ya zanko diqedînin lê bes nayên tayîn kirin. Mafê wan ên ser lingê xwe bisekinin ji wan tên girtin. Jin mûhtacê zilam tên hiştin. Li Başurê Kurdistanê ti yasa nîn e ku pêşî ya pir zewacbûnê û zewaca di temenê biçûkî de bê girtin. Li kêleka vê de yek jî giringtîrîn êrîşên ser jinê jî ev e ku jinan li Başurê Kurdistanê ji Duhok bigre heta Silêmanî ji ber êrîşên dewleta Tirk birîndar dibin, şehîd dikevin û bi gelemperiya wan re mecbûr dibin ku ji gundê xwe derkevin û koçber bibin. Bi sedan kampanyayên biyanî herî zêde jî Tirkî ve xwezaya Kurdistan tên xira kirin. Ji ber bombebaranê rêjeyek pir zêde ji daristaneke Başûr şewîtîn. Rêveberiyên Herêmê bi bêdengiya li hemberî van êrîşan, hevpartiya van êrîşan dikin. Jinên ku li hemberî van êrîşan têkoşîn dikin wek Semîra û Bihar tên girtin. Ji bo ku li hemberî van êrîşan têkoşîna xwe zêdetir bikin, têkoşîna azadiya jin hîn mezintir û bihêztir bikin. Li kêleka wê jî li hemberî her cûre êrîşan bikaribin ku jin xwe biparêzin. Em wekî Rêxisitna Jinên Ciwan ên Têkoşer li Başûrê Kurdistanê biryara destpêkirina hamleyekî li dijî van êrîşan bigire, girtiye.

Hemberî her cûre êrîşên li ser jine em dibêjin “NA”, napejirînin û em ê tekoşîna xwe bilindtir bikin. Carekî din bi biryar dibêjîn ku “Ji Tecrîdê Re NA”, “Ji Tund û Tijî Re NA”, “Ji Dagirkirina Welatê Me Re NA”, “Ji Çanda Tecawîzkaran Re NA”, Ji Qetlîma Xwezayê Re NA”, “Ji Rakirina Nirxên Dîrokî Re NA”, “Ji Zewaca Temenê Biçûk Re NA”, û “Ji Pir Zewac Re NA.”

Em jinên ku li Başûrê Kurdistanê dijîn li hemberî van êrîşan natirsin, bêdeng namînin, hesap dipirsin û têkoşîna xwe bilintir dikin. Em bangawazî li hemû jinên Başurê Kurdistanê dikin ku xwedî li vê pêngavê derbikevin û em bi yekbûyîna jinan em ê bikaribin jiyan û pêşerojeke azad ava bikin.”