Jinên Ciwan ên Kerkûkê bi fîşekên hewayî 4’ê Nîsanê pîroz kir

Jinên Ciwan ên Têkoşer, li Kerkûkê bi fîşekên hewayî 4’ê Nîsanê, rojbûna Rêberê Gelan Abdullah Ocalan pîroz kir.

Jinên ciwan li taxa Rehîmava ya Kerkûkê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdulalh Ocalan pîroz kir. Di pîrozbahiyê de gelek fîşekên hewayî hatin teqandin.

Dema pîrozbahiyê de jina ciwan Sumeyye Celîl diyar kir ku 4’ê jidayikbûna 4 parçeyên Kurdistanê ye. Sumeyye, 4’ê Nîsanê li hemû Kurdistanê pîroz kir û silavên jinên ciwan ji Kerkukê heta Îmralî şand.

Pîrozbahî bi dirûşm û gerandina govendê bi dawî bû.