Jinan banga berdana girtiyên nexweş kir

Platforma Jinan a Navçeya Rihayê bal kişand ser rewşa tenduristiya girtiyên nexweş ên di girtîgehan de û ji bo derman kirin û nihêrtina li wan banga berdana wan kir.

Platforma Jinan a Rihayê, ji bo balê bikêşin li ser rewşa tendirustiya girtiyên nexweş ên di girtîgehan de daxuyanî dan çapemeniyê. Daxuyanî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) hat dayîn. Gelek jinen pêkhateyên platformê ne tev li civînê bûn. Di salona ku civîn lê hat lidarxistin de pankartê li ser “Bes ji tecrîdê re, bila girtiyên nexweş bihên berdan” nivîsandî hat daliqandin.

Hevseroka Şaxê ÎHD’ê Sumeyye Koç di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Dewleta ji cih bi cih kirina şertên bi wekhevî yên ji azadiya wan mehrûm hiştin e berpirs in. Lê dema mirov li girtîgehên Tirkiyeyê dinihêre dibîne ku girtî ji mafên xwe yên esas bêpar tên hiştin.”

Koç anî ziman ku sala 2022’yan ji meha Nîsanê û vir ve ÎHD’ê aşkere kiriye ku hezar û 517 girtiyên nexweş ku ji wan 651 rewşa wan giran in, girtî ne û got: ‘’Di nava van nexweşan de nexweşên kronîk, nexweşên pişikê, nexweşên dil, nexweşên pençeşêrê, girtiyên kal û pîr ên ku nekarin bi tena serê xwe bijîn hêj girtî ne.’’

BINPÊ KIRINA MAFÊ JIYANÊ POLÎTÎKAYA DEWLETÊ YE

Koç ragihand ku di girtîgehan de gelek mafên tenduristiyê hatine binpêkirin û destnîşan kir ku girtiyên ku nayên dermankirin jiyana xwe ji dest didin. Koç diyar kir ku terk kirina mirinêya girtiyan polîtîkayek a dewletê ye û got: “Di serî de Aysel Tûglûk, mafê jiyanê yê hemû girtiyan tê binpêkirin û girtî rû bi rûyê kirinên cihêxwaz dibin.’’

DIVÊ GIRTIYÊN NEXWEŞ ZÛ BI ZÛ BÊN BERDAN

Koç bal kişand li ser rewşa siyasetmedar Aysel Tûglûk bi hincetên siyasî tê ragirtin û wiha pê de çû: “ Em dixwazin ku Aysel Tûglûk bi lez û bez bê berdan, li gel malbata xwe di nava şert û mercên baş de bijî û bê dermankirin.”

Koç di der barê girtiyên nexweş ên jin de agahî da û axaftina xwe bi vê xwestekê bi dawî kir: “Hemû girtiyên nexweş ên di girtîgehan de, bi rapora nexweşxaneyê bi lezgînî bên berdan, û li gel malbatên xwe li dermankirina wan b ê dewamkirin.’’