Jin xwedî li berxwedana malbata Şenyaşar derketin

Ji gelek bajaran bi sedan jin çûn serdana Emîne Şenyaşar. Polîsan pêşiya jinan birî lê jinan dev ji çalakiya xwe bernedan.

Emîne Şenyaşar a ku li Sirûca Rihayê di 14’ê Hezîrana 2018’an de parêzvan û xizmên parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz du kurên wê û hevjînê wê kuştibûn, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ku di êrişê de birîndar bûbû, di 9’ê Adarê de dest bi Nobeta Edaletê kiribû. Serdana li Nobeta Edaletê didome. Ji bajarên Mêrdîn, Colemêrg, Şirnex, Wan, Amed, Êlih û Stenbolê Dayikên Aştiyê û xizmên girtiyan çûn serdana Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar. Dema ku heyet nêzî dadgehê bû, polîsan pêşiya wan birîn. Polîsan destûr nedan ku heyet derbas bibin û dora heyetê girtin. Parêzeran hinceteke nivîskî xwestin lê polîsan daxwaza parêzeran red kirin.

Malbata Şenyaşar ji qada nobetê ber bi heyetê ve hat. Heyetê bi çepikan Emîne Şenyaşar pêşwazî kir. Emîne Şenyaşar got “We Adil û Celalê min anîn’ û li barîkata polîsan kete erdê. Dayikên Aştiyê diyar kirin ku ew ji bo hêzê bidin berxwedana wê hatine.

Emîne Şenyaşar got “Ez hêvîdar im desthilatdariya ku ev zilm li me kirine, wê roj berî rojekê biçe. Edalet tune. Edaleta dewletê polîsên li ber serê me ne! Ev dewleteke çawa ye, heke hûn dozger in peywira xwe bikin. Ka zarokên min li ku ne?”

‘WÊ BERXWEDAN HER ROJ BIDOME’

Bi tevlêbûna malbat û parêzeran di bin ablûkaya polîsan de daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn. Ferît Şenayaşar di daxuyaniyê de axivî û got “Dayikeke ku dilê wê dişewite, 8 meh in di nobetê de ye. Ligel ku qada me ya edaletê li derveyî dadgehê ye, em anîn vir. Bi zextên  siyasî ev biryar stendin. Niha em li vir sed kes in lê em ê sibe bibin milyon. Heke dewleteke hiqûqê ne, bila kujerên malbata me bînin. Vê bêhiqûqtiyê ji holê rakin.”

Zekiye Kaya ya ku di nav Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê de cih digire jî got “Em hemû bi Emîne Şenyaşar re ne. Divê her kes xwedî li wê derkevin. Heke ev dewlet ya hemû kesan e, divê edalat jî ji bo hemû kesan wekî hev be. Li her qadê em ê xwedî li têkoşîna dayika Emîne derkevin. Ji bo edaletê gavan biavêjin. Daxwaza dayikê, daxwazên me ne jî.”

Fazîle Polat a ku di nav Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Gevera Colemêrgê de cih digire jî got “Em hemû dayik in. Bi sedan kes bi awayekî bê hiqûq hatine girtin. Kurê dayika Emîne jî girtî ye. Divê hemû kes xwedî li dayikê derkevin. Mafê me jî heye ku em wekî mirovan bijîn.”