BI DÎMEN

Ji YRA’yê bang ji bo saziyên çapemeniyê: Bêdeng nemînin!

YRA’yê li dijî êrîşên dewleta Tirk bang li çapemeniyên herêmê û navneteweyî kir ku “Bêdeniya xwe bi dawî bikin”.

Yekîtiya Ragihandina Azad mitîngek protestoyî li çerxeriya Osman Sebrî yê bajarê Qamişlo organize kir û êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li ser herêmên Rojava û hedefgirtina Radyo Dengê ROJAVA û Radyo ÇIRA ya dengê Şengalê şermezar kir.

Hemû endamên Radyo yên Kantona Cizîrê, saziyên ragihandinê û bi dehan rojnamevan, beşdarî mitînga protestoyî bûn. Beşdaran wêneyên her sê şehîdan Heqî Bagok, Rêwan Ginco û Şîlan Botan ku di encama bombebarandina artêşa Tirk a dagirker a Qereçox de jiyana xwe ji dest dabûn, hilgirtibûn. Her wiha pankêrtên bi nivîsên”Pênûsên me ji bombeyên we natirsin”, “Qetilkirina rojnamevanan sûcekî şer e” û “Ragihandina navnetewî ji bo tiştên li vir rûdidin li kûderê ne” û pankêrtin din ku bi zimanê Kurdî, Erebî û ;nglizî hatibû nivîsandin, vekiribûn.

Hevserokê YRA`yê Ekrem Berekat di mitîngê de axivî û diyar kir ku dewleta Tirk ji kêliya destpêka Şoreşa 19`ê Tîrmeha ve û heta roja îro di nava bêdengiyeke cîhanî û herêmî de êrîşî destkeftên gelê Rojava û Bakurê Sûriyê dike.

Berekat diyar kir ku bêdengiya navnetewî hêlaye ku dewleta Tirk zêdetir zêdegaviyan bavêje û komkujiyên herî qirêj derheqê gelê herêmê de pêk bîne.

Berekat êrîşên vê dawiyê yên dewleta Tirk li ser herêmên Rojava û hedefgirtina balafirên şer ên Tirk ji herêmên Qereçox re cihê şermezar kir û diyar kir ku armanca sereke ya van êrîşan ew e ku dengê rastiyê û dengê gelê Rojava û Bakurê Sûriyê bide seknandin.

Berekat bêdengiya navnetewî bi taybet bêdengiya saziyên ragihandinê yên têkildarî mafê rojnamevan û rojnamegeran şermezar kir û daxwaz kir ku ji bêdengiya xwe derkevin da ku komkujiyên din derheqê gelê herêmê û rojnamevanan de pêk neyên.