Ji Serhildana Amedê ber bi berxwedana Kobanê

Malbata Serxwebûn Amed (Gokhan Yalçin) yek ji fermandarê berxwedana Kobanê, ku ji me re behsa kurê xwe kirin, gotin, ‘’A ku li  me dimîne em şayanî wî bin û têkoşîna rûmetê geş bikin’’

Di şerê Kobanê de li kûderê şer giran bûya Serxwebûn Amed her li wir bû, di her bosta Kobanê de li ber xwe da, di operasyona rizgarkirina gundê Kobanê de fermandarî kir. 9’ê Gulana 2015’an, li gundê Metîna yê Kobanê di encama teqîna mayinekê de şehîd bû. Diya Serxwebû Nezîhe û bavê wî Nevzat Yalçin têkoşîna wî ji ANF’ê re vegotin.

Serxwebûn Amed 1987’an li Pasûr ya Amedê tê dinê, zarokê pêşî yê malbatê ye. Hê di 5 saliya xwe de ji ber ku bavê wî tê girtin girtîgehê nas dike.  Dema ku PKK dibe di nav gel de geş dibe, li navenda Pasûrê û gundên wê sempatiya li PKK’ê û tevlêbûn zêde dibe, ango salên 90’î bavê wî Nevzat Yalçin jî Kurdekî welatparêz e û berxwedanê ji nedîtî ve nayê. 92’yan bav Yalçin tê girtin û wî dixin girtîgeha Amedê. Diya Serxwebûn her heftî radihije Serxwebûn û diçe serdana hevserê xwe. Dayika Nezîhe dibêje, di hevdîtinekê de Serxwebûn tayekî ku ji xwe re pê dilîst di kabîneyê de dide bavê xwe û dibêje, ‘’Ez ê bi vî tayî te ji vir xilas bikim, ez ê te ji vir xilas bikim’’ û hê di zaroktiyê de li dijî girtina bavê xwe helwest nîşan daye.

KOÇA BER BI NAVENDA AMEDÊ VE

Dema ku bavê wî li girtîgehê bû, êrîşa dewletê ya li ser navenda Pasûrê giran dibe. Dewlet gefê dixwe ku Pasûrê bişewitîne. Bav û diya Serxwebûn biryara koçkirinê didin. Dayika Nezîhe dibêje, ‘’Em hatin Amed/Baxlarê, me maleke 2 çavî girt, sal 1992 bû’ û wiha dibêje, ‘’me gelek hejarî dît, rojên dijwar me dîtin. Wê demê keça min Cana hatibû dinê. Hevserê min dawiya  sala 1992’an hatibû berdan.’’

DEST BI DIBISTANÊ DIKE

Serxwebûn sala 94’an dest bi dibistanê dike. Malbat kêfxweş dibe. Bav her roj wî dibe dibistanê. Bav Yalçin dibêje, bi dibistanê re taybetmediyên wî yê karekter bêhtir beloq dibin û wiha dibêje: ‘’Wêrek lê pir dilnerm bû. Parveker bû û ji xwe bêhtir li hevalê xwe difikirî. Her ku bi nav salan de çû, ev taybetmendiyên wî bêhtir rûniştin. Li dijî neheqiyê hêrsa wî mezin bû. Van taybetmendiyên wî ew ber bi têkoşîna azadiyê ve bir.’’

2006’AN DI SERHILDANA AMEDÊ DE

Dewleta Tirk salên 2000’î li gel hemû hewldanên çareseriyê yên Ocalan û PKK’ê her cure zext û provakasyon dikir. Piştî Newroza 2006’an di serî de Amedê li hemû Kurdistanê bi şer da bersiv da gelê Kurdistanê. Li bejahiya Şenkoyê ya Mûşê 14 gerîlayên HPG’ê bi çekên kîmyewî hatin kuştin. Vê êrîşê gelê Amedê rakir ser piyan. Serhildana Amedê ya 2006’an ku navend Amed bû dest pê kir. Dayika Nezîhe got, Serxwebûn ji roja pêşî ya vê serhildanê heta bi dawiya wê li herî pêş bû û hîç nedihate malê.

DI XEBATÊN CIWANAN DE

Wan deman xwendakarê Lîseyê ye û naçe dibistanê. Piştî serhildanê dev ji dibistanê berdide û bi çalakî di nav têkoşîna ciwanan de cih digire. Dayika Nezîhe dibêje, di van salan de li  malê dikete nîqaşên polîtîk li ser giringiya têkoşînê û wateya wê disekine û berê xwîşk û birayên xwe dide têkoşînê. Heta 2013’an li Amedê di her berxwedan û çalakiyê de cihê xwe digire.

ÊDÎ DEMA ÇIYAN E

Dibêje êdî dema wî hatiye ku berê xwe bide çiyayen, têkoşîna xwe bi qonaxeke dî pêk bîne. Biryara wî teqez e. Rojekê zû radibe, ji mal derdikeve. Dayika Nezîhe: ‘’Wê rojê zû rabûbû, min jê re got, tu çima zû rabûyî, tenê keniya. Gote min, ‘’êvarî şîvê çêneke, ez ê ji derve bînim. Wê rojê min xwarin çênekir, ez li bendê mam lê nehat. Careke dî jî me agahî jê nestand.’’

KANIYA KURDAN RÊ NADE

Serxwebûn êdî li nav refên azadiyê bû ku tim xeyal dikir li wir be. Li dijî neheqî, zilm û dagirkeriyê mîlîtanekî bê dudilî û berxwedêr bû. Dema ku çeteyên DAIŞ’ê payiza 2014’an êrîş bi ser Kobanê de anî, yek ji kesê pêşî bû ku dixwest biçe wir. Li dijî êrîşa DAIŞ’ê ya ku Îlona 2014’an bi desteka dewleta Tirk dest pê kirî, Serxwebûn derbasî Kobanê bû, di destpêka meha Cotmehê de li Kaniya Kurdan bû, ku şerê herî giran li wir bû. Ji kêlîka pêşî ve, bi vîna xwe ya qeyîm, wêrekî û rikdariya xwe rê nade barbarên DAIŞ’ê.

DI HER BOSTA KOBANÊ DE

Piştî ku şer derbasî nav bajêr dibe Serxwebûn derbasî tabûra bi tevger dibe, di şerê Kobanê de şer li kû giran bûye li wir bû. Bi şervanekî YPG’ê yê Îranî Rojvan Kobanê (Emîr Qubadî) re di heman tabûrê de bû. Dema ku Kanûna 2014’an di operasyona rizgarkirina avahiya çand-hunerê de Rojvan şehîd bû, pir xemgîn bû. Ji bo Kobanê azad bibe ku daxwaza herî mezin a Rojvan ev bû, bi wêrekî û biryardarî berxwedana xwe domand.

DAYIKA NEZÎHE DENGÊ WÎ DIBIHÎSE

Dayika Nezîhe jî, piştî ku Serxwebûn diçe, cara pêşî dengê wî van rojan dibihîse. Li diya xwe digere, hem dibêje, ew baş e û hem jî dibêje, divê gelê Kurdistanê destekê bide berxwedana Kobanê. Dayika Nezîha dibêje, di hevdîtina pêşî de giriyaye lê Serxwebûn hêz daye. Piştî vê hevdîtinê bi demeke kurt berxwedana Serxwebûn û hevalên wî bi ser dikeve û Kobanê ji dest DAIŞ’ê tê rizgarkirin.

Piştî ku navenda Kobanê hate azadkirin Serxwebûn dîsa li dayika xwe digere. Dayika Nezîhe di vê hevdîtinê de dibêje,’’We Kobanê rizgar kir, hûn westiyan, neçe gundan’’ lê Serxwebûn helwest nîşan dide û dibêje, ‘’axaftina wiha nabe, berxwedan heta dawiyê wê biçe, em ê heta dawiyê jî nesekinin.’’

AGAHIYA KU ROJA DAYIKAN HATÎ

Serxwebûn piştî 26’ê Çile ya 2015’an azadbûna navenda Kobanê, bi fermandarî tevlî operasyona rizgarkirina gundên Kobanê dibe. Di azadkirina gundên başûrê rojhilat de serketineke mezin nîşan dide, 9’ê Gulana 2015’an dema ku bi fermandara YPJ’ê Medya Meysa re di wesayitekê de ne, mayin bi wan de diteqe û şehîd dibe. Dayik Nezîhe dibêje, ‘’Êvarî agahiya şehîdbûna Serxwebûn anîn. Xelata roja dayikan agahiya şehîdbûna bû’’ û bi hêstirên xwe nikare.

BI MERASÎMEKE BÊHEMPA HATE VEŞARTIN

Nevzat Yalçin dibêje gelê Kurd bi rengekî bêhempa li şehîdê xwe xwedî derketiye û wiha didomîne: ‘’Piştî ku cenazeyê kur êmin ji Deriyê Sînor yê Murşîtpinarê derket, gelê Pirsûs û Alîgorê ew hembêz kir. Bi deh hezaran kes ên Pirsûs û Alîgorê Serxwebûn rêwî kirin. Piştre li Amedê jî bi rengekî bêhempa me şehîdê xwe rêwî kir.’’

PEYWIRA LAYIQBÛNA LI WAN

Bav Yalçin dibêje ew hewl didin bibin şayanî Serxwebûn û hemû şehîdên Kurdistanê, heta dawiyê ew ê têbikoşin. Yalçin dibêje, Serxwebûn ji bo welatê xwe, gelê xwe, ji bo rûmet û azadiyê şehîd bûye û ew ê ji vê bi paş de gav neavêjin.