Ji 'penaberên' anîne Kurdistanê re perwerdeya leşkerî tê dayîn!

Dewleta Tirk, penaberên ku ji gelek welatan aniye li Bakurê Kurdistanê bi cih kiriye, ji aliyê leşkerî ve perwerde dike. Tê gotin, dewleta Tirk wê van perwerdeyan tevlî operasyonên li dijî PKK'ê bike.

Rejîma AKP'ê, bi rêya komên ku di bin navê 'alîkariya ji bo penaberan' de bi taybetî neqandiye, hewl dide demografiya Kurdistanê biguherîne û Kurdistanê bike leşkergeh.

Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, bi sedan Afgan, Çeçen, Ozbek û Qirgizên li Kurdistanê hatine bicihkirin, li Tûgaya Leşkerî ya Erdîşê tên perwerdekirin. Tê gotin, ev kesên ku dewleta Tirk hewl dide wan bike komên paramîlîter, wê li dijî PKK'ê derxînin operasyonan.

Rejîma AKP'ê, bi hezaran Afgan, Çeçen, Ozbek û Qirgizên bi taybetî neqandiye, li malên TOKÎ yên li navçeya Erdîş a Wanê bi cih kiribû. Bi sedan ji van kesan, piştre li gundê Ûlûpinar ê Erdîşê hatin bicihkirin.

Li gorî agahiyên ANF'ê bi dest xistin, bi qasî 200 Ozbek, Afgan, Îranî û Erebên ji 20 heta 40 salî, li Tûgaya Leşkerî ya Erdîşê tên perwerdekirin. Tê gotin, ev kesên navborî her sibehê saet di 07:00 de diçin Tûgaya Erdîşê û li vê derê perwerdeya leşkerî dibînin.

Welatiyekî herêmê yê bi navê N.O. ku her sibehê van kesan dişopîne, anî ziman ku ev kesên navborî bi Azerî, Farsî û Erebî daxivin.

N.O. diyar kir, di dema perwerdekirina van kesan de leşker dorê li Tûgayê digirin û nahêlin kes xwe nêzî Tûgayê bikin.