Ji nameya Ferzad Kemanger...

Ferzad Kemanger, di 9'ê Gulana 2010'an de ji aliyê rejîma Îranê ve tevî çar hevalên xwe hate darvekirin. Em beşek ji nameya Kemanger diweşînin..

Ferzad Kemanger, mamosteyekî ku dil û mejiyê xwe da perwerdeya zarokan. Kemanger tenê ji ber ku Kurd bû hate darvekirin. Beriya bê darvekirin nameyek nivîsand û wiha got, "Ji ber ku em Kurd, em tên darvekirin. Mirovên me yên li her derê divê bi vê zanibin. Ji wan hebû, ku tarîtiya girtîgehê wê rojê û ronahiya ji mejiyê min bibe. Lê belê min bi xwe dît, ku binevş di nava tarîtî û bêdengiyê de jî şîn dibe."

JI JIYANA MIN GIRÎNGTIR E KU QÎRÎNA HEVALÊN XWE BIDIM BIHÎSTIN

Kemanger, ku rewşa hevalên xwe yên di sala 2010'an de pê re hatin darvekirin meraq dike, destnîşan dike ku yekane meraqa wî rewşa hevalên wî ye. Kemanger wiha dewam dike: "Niha yekane tişta ji bo min girîng ew e, ku dengê hevalên xwe, hevrêyên xwe yên li benda darvekirinê ne Şîrîn, Elî, Ferhad û girtiyên din bidim bihîstin. Lazim e her kes qîrîna wan bibihîze. Ji jiyana min jî girîngtir e ku ez vê bidim bihîstin."

Kemanger bi berdewamî dibêje, "Niha hêdî hêdî me li mangayên mirinê bicih dikin. Di doza hin hevalan de hin aliyên ne zelal nene. Lê hin ji me di nava xeteriyê de ne. Di her kêliyê de dikarin bên, bêjin 'Bismillah' û me bi dar ve bikin. Li aliyê din, ji bo çavê mûxalîf û mirovên din ên li Îranê bitirsînin, her gavê Kurdan dikin qurban. Kurdan dikirin amûrek ji siyaseta xwe ya çavtirsandinê. Ji bo wan Kurdê herî baş ew Kurd e, ku ji bo çavtirsandina gelên Îranê bi kar tînin."

Kemanger destnîşan dike, ji rejîma Îranê heye ku di zîndanan de wê vîna girtiyên Kurd bê şikandin, lê belê rewşeke berevajî vê derketiye holê û dibêje, "Bi mehan e ez di girtîgehê de me. Ji wan hebû ku wê girtîgeh vîna min, hezkirina min, mirovahiya min bieciqîne û min kedî bikin. Li qewîşeke ku bi qasî dîrokê dirêj e û bi dîwarên digihêjin bêdawîtiyê dor lê hatiye girtin, hatim hiştin. Ji wan hebû ku wê min ji hezkiriyên min, ji zarokên welatê min qut bikin. Lê belê ji şibakeya biçûk a hucreya min, ez her roj ber bi cihên dûr ve ketim rê û min xwe di nava wan de dît. Wan ê jî di şexsê min de çarenûsa xwe ya hepsbûyî bidîta; bi vî awayî girtîgehê girêdana me ya bi hev xurtir kir. Ji wan hebû, ku tarîtiya girtîgehê wê rojê û ronahiya ji mejiyê min bibe. Lê belê min bi xwe dît, ku binevş di nava tarîtî û bêdengiyê de jî şîn dibe."

DESTÛRÊ BIDIN KU DILÊ MIN DI SÎNGA ZAROKEKÎ DE LÊ BIDE

Mamoste Ferzad ku jiyana xwe diyarî zarokan kir, da xuyakirin ku piştî hate darvekirin divê dilê wî di sînga zarokan de bijî: "Bi hezkirina xwe ya ji mirovan re, min biryar da ku eger jiyana xwe ji dest bidim, organên min bidin mirovên ku karibin bê bijîn. Û destûrê bidin ku dilê min bi hemû hezkirin û dildariya xwe ji bo zarokekî bê bexşandin. Ne girîng e li ku be; Li bankayên Kaaron, li quntarên Çiyayê Sabalaanê, li qiraxa Sahara ya Rojhilat an jî li Çiyayê Zagrosan bi zarokekî li hilatina rojê temaşe dike. Yekane daxwaza min ew e, ku dilê min ê serhildêr û zindî, di sînga zarokekî de lê bide, ku karibe daxwazên xwe yên zarokatiyê bigihîne heyv û stêrkan."

Kemanger, bîranîna xwendekarekî xwe yê bi navê Haamed ê 16 salî, ku di xwe darve kir, weke birînekê her tim di dilê xwe de hildigire. Û dixwaze, piştî ku hate darvekirin jî bîranîna wî neyê jibîrkirin.

EZ DIXWAZIM BIBIM BAYEK KU MESAJA HEVKIRINA JI TEVAHIYA MIROVAHIYÊ BI XWE RE HILDIGIRE

Kemanger diyar dike, hezkirina di dilê wî de, piştî ku jiyana xwe ji dest da jî divê bidome û di dawiya nameya xwe de wiha dibêje: "Bi kîjan zimanî daxivin bila baxivin, destûrê bidin ku dilê min di sînga yekî din de lê bide. Yekane daxwaza min ew e ku, ew bibe zarokekî karker ê zindî, ku li dijî newekheviyê bi hêrs e. Destûrê bidin ku dilê min li cihekÎ vê cîhana bê serî û bê dawî lê bide. Tenê lê miqate bin, ji ber ku ew dilê kesekî bi çîrokên nehatine vegotin ên mirovên welatekî bi êşa dîrokê dagirtî ye. Destûrê bidin ku dilê min di sînga zarokekî de lê bide, ku mîna her sibehê bi dengekî bilind bi zimanê xwe yê dayikê -Kurdî- biqîrim. Li vê cîhana bê serî û bê dawî dixwazim bibim bayek û peyama hezkirinê bigihînim tevahiya mirovahiyê."