Ji Mûsa Çiftçî 8 roj in agahî nayê girtin

Endamê HDP’ê Mûsa Çiftçî di 7’ê Adarê de li benda kontrolê ya Hewlêrê hate destgîrkirin û ji wê rojê pê ve tu agahî jê nayê girtin.

Endamê HDP’ê Mûsa Çiftçî di 7’ê Adarê de li beneda kontrolê ya Hewlêrê de ji aliyê pêşmergeyên PDK’ê ve hatibû destgîrkirin. Hate zanîn ku Çiftçî li Asayîşa Giştî ya Hewlêrê tê girtin.

Endamê HDP’ê Mûsa Çiftçî ji Colemêrgê ye û berî 6 salan ji ber pirsgirêkên siyasî koçî Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê kir. Çiftçî demek dirêje li Silêmaniyê dijî û ji bo ku malbata xwe bigre berê xwe dabû Hewlêrê. Çiftçî, li benda kontrolê ya Şeqlawa ji aliyên pêşmergeyên PDK’ê ve hatibû destgîrkirin.

Hate hînbûn ku Çîftçî yê ku 8 roj in agahî jê nayê girtin li Asayîşa Giştî ya Gîştî ya Hewlêrê tê girtin. Li gor agahiyên ku hatine wergirtin Çîtçî dê 15 rojên din jî destgîrkirî be.

‘EM BIFIKARIN‘

Hevsera Mûsa Çiftçî, Husna Çiftçî diyar kir ku hevserê wê 8 roj in destgîrkiriye û tu agahiyê jê nagrin. Hevser Çiftçî da zanîn ku ew bi fikarin û wiha got:“Hevserê min 6 sal in li Silêmaniyê dijî. Berî 8 rojan bê ku tu hinceta nîşan bidin hate destgîrkirin. Bi rojane em tu agahiyê jê nagrin. Ez dixwazim di vî alî de min agadar bikin. Ez ji jiyana wî bifikarim. Em hîn bûn ku li Asayîşa Giştî ya Hewlerê tê girtin. Li herêmê bi rêya nûnertiya NY statuya penabertiyê girtiye. Me serî li NY’ê da û ji me re gotin, ‘Em nikarin tiştekê bikin‘. Ez ji jiyana hevserê xwe bifikarim.“