Ji MAK'ê li Amedê çalakî

MAK'ê li Amedê di 15 û 16'ê Sibatê de 2 çalakî kir. Di encamê de 2 cerdevan birîndar bûn.

ÇALAKIYÊN MAK'Ê

Di daxuyaniya Milîsên Azadiya Kurdistanê de ev agahî hatin dayin: "Milîsên me 16'ê Sibatê saet di 21:30'î de li pêşiya gundê Tulinderê yê navbera navçeyên Erxenî û Çermûkê yên Amedê li dijî cerdevanan çalakiya bombeyî kirin. Di çalakiyê de ku li dijî kulûbeya ewlekariyê ya cerdevanan hate kirin, 2 cerdevan birîndar bûn, kulûbeya ewlekariyê hilweşiya.

Milîsên me 15'ê Sibatê saet di 23:45'an de li taxa Şehîtlîk a Amedê bi teqemeniyan li qereqola asayîşê xistin. Çalakî li hemberî deriyê qereqolê bi teqemeniyên bi destan çêkirî hate kirin."