Ji KJK'ê peyama sersaxiyê: Kurdên azad ên birûmet wê bi ser bikevin

KJK'ê Yusuf, Muhammed û Mazlûm Gulo ku di êrîşa dewleta Tirk de şehîd bûn, bi bîr anî û bang kir ku li dijî van êrîşan têkoşîn were geşkirin. KJK'ê got, "Kurdên birûmet ên azad wê bi ser bikevin."

Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê (KJK)  ji bo Yusuf, Muhammed û Mazlûm Gulo di êrîşên dewleta Tirk de şehîd bûn, peyama sersaxiyê da.

KJK'ê got ''Em endamên malbata Gulo Apê Yûsuf, Muhammed û Mazlûm ku li Qamişlo bi êrîşa 'SÎHA'yên rejîma TC'ê ya faşîst şehîd bûne bi minet bi bîr tînin, rehma Xwedê li ser wan be. Em sersaxiyê didin malbata Gulo ku bi welatparêzî û têkoşîna xwe ya azadiyê têne nasîn û gelê Kurd, em soz didin ku ji bo bîranîna wan berxwedanê serfiraz bikin.''

Bi berdewamî hate gotin ,''Faşîzma AKP-MHP'ê ku rejîma herî tengijî ya dîroka TC'ê ye, domdariya hebûna xwe bi geşkirina bi xwînxwarî ya rejîma xwe dibîne .Ji ber ku hebûna xwe di îmha û tasfiyekirina gelê Kurd de dibîne. Ji bo ku li bara berxwedana herî dîrokî ya hêza rêxistinî ya gelê Kurd û gerîlayên wê yên azadiyê encama ku dixwaze nikare bi dest ve bîne, bi teknolojiya şer a asîmetrîk û çekên kimyewî êrîşê tîne. ''

KJK'ê di daxuyaniya xwe de wiha got:

''Beriya bi rojekê li Qmişlo êrîşeke bi 'SÎHA'yê çûye ser malbata Gulo û ev  êrîş jî bi vê çarçoweyê ye. Apê Yûsif, welatparêzê me yê hêja, pêşengê malbata Gulo dema ku di wesayitê de bû, li gel neviyên xwe Muhammed û Mazlûm bi êrîşa hewayî ya bi elçaxî, li naverasta bajêr rasterast kirine hedef û şehîd bûne. Rejîma TC'ê ya faşîst bi vê êrîşa keşfê ya çekdar careke dî sûcê şer kiriye. Li derveyî sînoên xwe, li Rojavaya azad, gelê me yê sivîl bi zanebûn kire hedef û qetil kir.  Ev êrîşa dermiorvî ku li gorî hiqûqa şer û hiqûqa navnetewî sûc e, bi ketina nav qada hewayî ya di bin kontrola dewletên xwedêgiravî garantor de çêbûye.  Ev jî, li gel dewleta TC'ê ya kujer, dewletên navborî jî dike hevkarê sûc.

Bi teqezî ne bi tesadûfî malbata Gula ya bi pêşengiya Apê Yûsif bûye hedefa êrîşa bi xwînxwarî, Kurdatiya welatparêz birûmet a bi zanebûn bi îdîaya jiyana azad û bi vê biryarariyê ne kirine hedef. Duh çawa ku li Şengalê malbata Saîd Hesen kiribin hedef, li Rojava jî malbata Gulo kirine hedef.

Hişmendiya bi dijminatiya Kurd, a faşîst û dermirovî wê nikaribe Kurdatiya berxwedêr a bi rûmet bi van rê û rêbazên nemerdî biqedîne. Malbata Gulo bi welatparêziya xwe û helwesta xwe ya birûmet yek ji wan malbatan e ku ji bo gelê Rojav mînak e û pêşengiyê dike. Lê îro li Rojava her malbat bi welatpêziya mablata Gulo û bi asta Kurdatiya birûmet li nav berxwedanê cihê xwe girtiye, şehîd dane, berdêlê didin. Ji vî alî ve hatiye mîsogerkirin ku li Rojava Kurdatiya ku li jiyana azad rawestiyayî û Kurdatiya welatparêz a berxwedêr a birûmet bi ser bikeve, dijmin û hevkarên wan ku çavnebariyê li vîna azad û hebûna Rojava dikin wê têk biçin. Helwesta giştî ya gelê me yê Rojava ya li dijî vê komkujiyê, bi bersiva xwe kiriye ku dijminên Kurdan têk biçin.

Em bang li tevahiya gelê xwe dikin, di serî de li Rojava, li hemû qadan li dijî van êrîşan welatparêzî û yekîtiya xwe geş bikin, li dijî dijmin têkoşînê geş bikin. Em dibêjin wê Kurdayiya azad û birûmet bi ser bikeve.''