Ji KCD'ê banga Ocalan

KCD: Hin îdîayên ku li ser hin hesabên medya civakî derketin gelekî fikaran çêdikin. Pir girîng e ku ev îdîa bi rengekî lezgîn, pê bawer ku bikaribe gelê me û civaka navneteweyî qanih bike werin ronîkirin.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) li ser nûçeyê derbarê jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyanî da û di serî de gelê Kurd, ji civaka navneteweyî û saziyên wê xwest ku bihîstyar bin.

KCD'ê wiha got:

"Weke ku tê zanîn ev sê sal in nahêlin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan malbat û parêzerên xwe bibîne û wiha tecrîdeke giran li ser hatiye danîn. Li gel hemû bangên gelê me û civaka navnetewî jî tecrîd bi girankirinê hatiye domandin.

Di van rojen dawî de hin îdîayên ku li ser hin hesabên medya civakî derketin gelekî fikaran çêdikin. Pir girîng e ku ev îdîa bi rengekî lezgîn, pê bawer ku bikaribe gelê me û civaka navneteweyî qanih bike  were ronîkirin. Em dixwazin diyar bikin ku em daxuyaniyên Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê ya li ser van îdîayan a ku gotibû ‘derew e’ daxuyaniyeke bi sivîkî û bi mebesta ku li ser van îdîayan bigirin, dibînin.

Diyar e ku mijareke wiha ya ku ji bo gelê me pir jiyanî ye bi vê daxuyaniya bi sivîkî wê nikaribin ser bigirin. Ti pêbaweriyê nade.

Ji bo vê jî, bi rengekî pir lezgîn divê Wezareta Dadmendiyê bikeve tevgerê, bikeve nav hewldaneke ku ji fikarên gelê me re bibe bersiv. Ev jî, bêyî ku bi derengî bikeve, bi hevdîtina Birêz Ocalan a bi parêzer û malbatên wî re pêkan e.

Her wiha ji bo ku bi lezgînî bikeve dewrê em bang li CPT'yê dikin. Divê CPT dev ji helwesta xwe ya berê ku li zemên belav dike biqere, bi hişmendî û bihistyariya ku ev mesele ji bo Kurdan tê çi maneyê, her wiha ji bo peywir û berpirsyariya xwe, bi rengekî lezgîn divê tevbigere. Em bang li civaka navnetewî jî dikin bihistyar bin da ku CPT û hikûmeta AKP’ê tevbigerin.

Em hewceyî pê dîbinin ku careke dî bibêjin, jiyan, tendirustî û azadiya Birêz Ocalan ji bo hemû gelêm Mezopotamyayê mijareke girîng û jiyanî ye.

Di serî de gelê me, em bang li hemû gelên Tirkiyê û Mezopotamyayê dikin, ji bo derbarê Birêz Ocalan, ji bo ku hewldanên pêbawer werin destpêkirin bihistyar bin û bikevin nav hewldanê."