Ji HPG’ê têkildarî Tendûrekê daxuyanî: Bi dehan leşker hatine kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, diyar kir ku li Çiyayê Tendûrek ê Agiriyê bi dehan leşkerên Tirk hatine kuştin.

Di daxuyaniya HPG’ê de têkildarî çalakiyên li Şemzînanê jî agahî hatin parvekirin.

Navenda HPG’ê ev agahî parvekirin:

TENDÛREK

“10’ê Gulanê saet 12:00’an de gerîlayên YJA Starê li dijî wesayîtekî Reo di navbera Girê Zorava û Qerqola Gulîzerkê ya li herêma Tendûrek a Agiriyê de çalakiyekî ya sabotajê lidar xistine. Di vê çalakiyê de 2 jê pisporê tinekirina bombeyan, 8 endamên JOH’ê, bi giştî 10 leşker hatine kutşin. Her wiha 5 leşkerên di wesayîta zirxî de bûn jî birîndar bûne. Piştî çalakiyê artêşa Tirk bi helîkopterên Skorsky hindek birîndarên xwe rakirin Wanê; hinek jî bi wesayîtên kîrpî yên zirxî jî birin Qereqola Gûlîzerkê. Ev çalakî ji bo bîranîna hevrêyên me yên li Dersimê şehîd bibûn hatiye lidarxistin.

11’ê Gulanê artêşa Tirk li herêma Tendûrekê dest bi operasyonekê kiribû. Di navbera leşkerên derketibûn operasyonê û hêzên me de şer derketibû. Di şerê qewimî de bi dehan leşker hatin kuştin. Her ku agahiyên têkildarî çalakiyê gihiştin ber destê me, em ê bi raya giştî re parvebikin.

ŞEMZÎNAN

11’ê Gulanê saet di navbera 16:30-17:00’an de hêzên me li dijî leşkerên artêşa Tirk a li Girêm Mêrgê yê girêdayî herêma Şemzînan a Colemêrgê bi cih bibûn, bi çekên giran çalakiyek lidar xistine. Dîsa di heman saetan de hêzên me bi çekên giran li Qereqola Zeytê jî xistine. Di van çalakiyan de jimara kuştî û birîndarên artêşa Tirk nehate zelalkirin.