Ji HPG’ê têkildarî operasyona Bedlîsê daxuyanî
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, têkildarî operasyona ji aliyê artêşa Tirk ve li Bedlîsê ku di meha Nîsanê de hatibû lidarxistin agahî da.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, têkildarî operasyona ji aliyê artêşa Tirk ve li Bedlîsê ku di meha Nîsanê de hatibû lidarxistin agahî da.
HPG’ê, nasnameya gerîlayekî ku di operasyonê de jiyana xwe ji dest dabû jî eşkere kir.
HPG’ê, diyar kir ku li Hatayê li dijî wêsgehekî elektirîk û înternetê çalakiyek lidar xistine û hatiye rûxandin.
BEDLÎS
HPG’ê, têkildarî operasyona li Bedlîsê hate lidarxistin ev agahî da:
20-26’ê Nîsanê di encama şerê operasyona artêşa Tirk a li devera Şehîd Mizgîn a Bedlîsê dayî destpêkirin de gerîlayekî me şehîd ketiye. Nasnameya gerîlayê ku jiyana xwe ji des daye wiha ye:
Nasnav: Rojhat Koçer
Nav û Paşnav: Behrî Elmanoglû
Cihê Jidayikbûnê: Êlih
Navê Dayik- Bav: Husna-Ferman
Cih û Dîroka Şehadetê: Bedlîs 20-26’ê Nîsana 2017
8’ê Nîsanê artêşa Tirk li deverên Oleka Jor, Oleka Jêr, Papiznix Germav a herêma Şehîd Mizgîn a girêdayî Bedlîsê dest bi operasyonekê kiribûn. Operasyon bi alîkariya helîkopterên bi tîpa Kobra herêm ketober bomberdûman kirine. Operasyona 13’ê Nîsanê bê ku encamekê bigire vekişiyaye.
20-24’ê Nîsanê artêşa Tirk li devera Şehîd Mizgîn û Şehîdgehê dest bi operasyonekî berfireh kiriye. Artêşa Tirk di operasyonê de şehîdgeh texrîb kiriye û mizgefta li gel jî hilweşandine.
HATAY
Di daxuyaniya HPG’ê de hate diyarkirin ku 13’ê Nîsanê hêzên me li navçeya Îskenderûn a Hatayê li dijî 2 wêstgehên înternetê û elektirîkê çalakiyekî lidar xistine, di vê çalakiyê de wêstgeh hatine rûxandin.