Ji Heftanînê heta cenga Botanê

Gerîla Sarya Botan ji bihareke herî xweşik a Heftanînê çû Cenga Botanê. Gerîlayên herî xweşik ên li meydana Cenga Heftanînê, dema wêneyên te dîtin dest bi govendê kirin. Ev govend dewam dike.

Hinek gerîla hene ku dema wêne yan jî xwe dibînin hem di cih de hûn nenivîsînin çavê we û pênûsa we, wê we efû neke. Sarya Botan yek ji wan e ku piştî bi mehan û şûnde wêneyê wê dît û li jêra wê şehîd hatibû nivîsandin.Jina dil esmer a Colemêrgê, 27’ê Hezîranê ji bo li cenga Botanê hev bibînin, çû gel hevrêyên xwe yên li hev kiribûn. Min jî tovê wê ji nû ve li ser dilê xwe reşand ku ji nû ve bibişkivin.

Yê nas bike û nas neke, enerjiya wê ez kişandim xwe. Roja ku min ew nas kir hê li bîra min e. Rojekî ku li Heftanînê me pêşwaziya Biharê dikir, kenê jinê li her derê belav dibû bû. Li Heftanînê ceng nebû lê Sarya xwe ji bo Cenga Botanê amade dikir. Heftanîn deriyê hemû cengên Botanê ye. Min kameraya xwe vekir û qet negirt, heta bêdeng bû. Ruhekî welê zindî dabû wê mekîneya ku bê ruh û tije menewyet, ez sersûrman bibû. Ev nerejiyeke çawa bû, çi xuliqandibe, kê be çawa dibe ku ewqas enerjiya wê hebe? Dema min ew dît, min herî zêde ji xwe pirs dikir, ev çawa dibe? Mehek bû çavê min tim li ser wê bû. Çavê min li ken, henek, rastbûna wê, dîsa ji ewqasî mirin û dorpêçan rizgar bûyî dilê wê di rûyê wê de diyar bû…

Gelo çend carî Sarya mir? Çend caran bi heskirina hevdîtina li bin erdê şewitî û rewşa herî xweşik a jiyanê li xwe hêla? Çend caran destê xwe li axê xist û derxist ku xwîn ji destê pak bibe, bi çavê çend leşkeran re rû bi rû hatin û tirs daqûrtand? Bi çend lehengan re rû bi rû ça vexwar. Sarya Botan bi wêrek û cesaret bû.

Gelek xwêdan dabû, lê dîsa jî govend berneda. Dema kamera diçû ser wê, hê xweştir govend digerand. Di serê govendê de cih digirt. Mîna Bêrîvan Cizîrî demekê li Cizîrê meydan ji zalimê herî xwînmij re dixwest û dikete serê govendê ku her kesî heyranî xwe dihêla.

Got; ‘Govendê bikişîne, rojekê min di televîzyonê de bibînî xingalokê.’ Min ji wê fam nekiribû. Min ji çavên wê yên dikeniya, nehatibû hişê min ku wateya şehadetê ji vê derxînim. Çima hema bê hişê mirov, ma ne wilo ye? Tişta ku niha dibêjim, li cihekî ku ji bo hemû qirêjiya cîhanê meydanê dixwaze jiyana partiyê ye. Gerîla Sarya Botan, li her bosteke ya vî welatî şer kir, li her qadê dest da ciwanya vê xakê, destê wê hê zêdetir bihêz dibû. Sarya şer kir, bi zanabûna ku bi şer wê hebe û jiyanê biparêze. Li Zagrosan, Qendîlê, Şengalê û Botanê li her xweşiktiya çiyayan…

Ji her tiştî zêdetir hez ji vê rêxistinê dikir, ji ber ku ti tişt bi qasî azadiyê ne bi wate û nirx bû. Bi qasî vê bi ti tiştî ve nedihate girêdan, me wê qet rê nedaba ku heskirin û evînî me felç bike. Heta mejî û dil nebûna yek, em ê di kemînên herî bi êş û jan re derbasî dergeha heqîqetê bibin; dema em ketin ser vê rêyê me ev yek dizanî. Tim em ê nîvî bimînin, qet hez ji yekê nakin, bi heskirin û hestî bixwazî yekê ramûsî jî nikarî ramûsî, kengê dilê me xwest em ê nikaribin biçin, vegera vê rêyê nîne, maratonekî bê dawî, heskiriyên xwe di şer de bidin, xiyanetê qet naînin hişê xwe, dema xew hat jî em ê qet çavê xwe nedanin ser hev, wê canê me her rojê hezar qatî bişewite, ji rastiyan narevîn, pak bibin û ji bo gihiştina heqîqetê, em ê xwe bavêjin agir… Me ev dizanî. Em li ferqa vê yekê bû, em ji xewê şiyar bûbûn. Birûmet bûn, ji bo azadî anîna ji bo yên li pey me tên, a bê kirin ev bû.

ji bihareke herî xweşik a Heftanînê çû Cenga Botanê. Gotibû: ‘Dema te wêneyê min dît, rabe govendê bigire!” Ne tenê ez, gerîlayên herî xweşik ên meydana Cenga Heftanînê dema wêneyên te dîtin ketin govendê. Ev govend dewam dike. Heta ku dagirker ji deriyê Heftanîn ê rêya Botanê bên derxistin wê dewam bike ev goven. Niha wê kî bikare Heftanîn û Botanê ji hev cuda bike.