Ji gerîlayan operasyona şoreşgerî: 30 leşkerên Tirk hatin kuştin

Gerîlayan bi çarçoweya Pêngava şoreşger a Cenga Heftanînê operasyoneke şoreşger kirin. Di operasyonê de 7 kozik, 3 stare bi temamî hatin rûxandin, bi kêmanî 30 leşker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapameniyê ya HPG’ê ragihand 23’yê Tebaxê artêşa TC’ê li ser herêma Heftanînê ya Qadên Parastina Medyayê operasyonek dane destpêkirin, hêzên wan bi berxwedaniyeke dîrokî bersiv dane. HPG’ê got, ‘’Ji destpêka tevgera dagirker û vir ve hêzen me derbên giran li artêşa  TC’ê ya dagirker dane û bi Pêngava Şoreşger a Cenga Heftanînê ve berxwedana dîrokê hatiye asteke bilind.

23’yê Tebaxê artêşa TC’ê ya dagirker li ser herêma Heftanînê ya Qadên Parastinê yên Medyayê êrîşeke dagirker daye destpêkirin û hêzên me li dijî vê berxwedaniyeke dîrokî kirine. Ji destpêka tevgera dagirker û vir ve hêzen me derbên giran li artêşa  TC’ê ya dagirker dane û bi Pêngava Şoreşger a Cenga Heftanînê ve berxwedana dîrokê hatiye asteke bilind.’’

7 KOZIK Û 3 STARGEH HATIN RÛXANDIN

HPGê têkilî operasyona şoreşgerî ev agahî dan:

‘’Bi vê çarçoweyê bi wesîleya salvegera şehîdbûna hevrê Şehîd Bêrîtan bi pêşengiya hêzên me yên YJA Starê 25’ê Cotmehê saet 14.00’an li ser Girê Konferansê û Sîserê ku artêşa TC’ê ya dagirker lê bi cih bubûn ji 8 baskan ve operasyoneke şoreşgerî hatiye kiri. Kozik û stargehên dijmin ên li Girê Konferansê û Sîserê ketine ber guleyên hêzên me û bi giyanekî mezin ê çalakiyê ketine nav kozikên dijmin. Hêzên me ketine nav kozik û strayên ku dijmin lê bû, 7 kozikên dijmin ên li Girê Konferansê û 2 stare hatine rûxndin, li Girê Sîserê jî stargeheke dijmin bi temamî hatiye rûxandin. Hêzên me bi di operasyona şoreşgerî de yek bi yek hêzên dijmin rûxandine, bi kêmanî 30 leşkerên dijmin kuştin û gelek leşker birîndar bûne. Piştî van çalakiyan artêşa TC’ê ya dagirker qad daye ber obûs, hawan û çekên giran.

 

Dema van çalakiyan 4 hevrêyên me yên ku li dijî dijmin bi lehengî şer kirin û bi fedayî çûne ser kozikên dijmin, şehîd bûne. Agahiyên nasnameyê yên hevrêyên me yên şehîd piştre bi raya giştî re wê werin parvekirin.

LI ŞEMZÎNANÊ DERB LI KEPÇEYÊ HATE XISTIN

Bi çarçoweya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronay 24’ê Cotmehê saet 15.15’an hezên me kepçeyeke zirxî ya artêşa TC’ê ya dagirker ku di navbeyna qereqolên Mêrgê û Museka ya  Şemzînan a Colemêrgê de rê çêdikir bûye hedef. Derbeke serkeftî li kepçeye hatiye xistin, bi temamî hatiye rûxandin û tespitbûyî 1 leşerê dijmin hatiye kuştin.’’