Ji Garzanê heta Zagrosan çalakiyê berfireh ên gerîlayan

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, encamên çalakiyên li Bedlîs, Şirnex û Colemêrgê lidar xisine eşkere kirin.

Li gorî daxuyaniya HPG’ê, herî kêm 16 leşkerên Tirk hatine kuştin, gelek leşker jî birîndar bûne.

Navenda HPG’ê ev agahî parvekirin:

LI BEDLÎSÊ 5 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Artêşa Tirk li Qûntara Sîne ya li Qûntara Kûrîs a li herêma Şêx Cuma a Bedlîsê bi cih bûne. 14’ê Gulanê saet 18:30’an de hêzên me li dijî lşeker û kontrayên çalakiyekî ya diz lidarxistine. Li vir hêzên me li dijî leşker û kontrayên ku li hev kom bûne bi çekên ferdî bi awayekî pir xurt lê xistine. Di vê çalakiyê de 5 leşker hatine kuştin û gelek jî birîndar bûne.

LI ŞIRNEXÊ JI DU BASKAN VE ÇALAKÎ

Artêşa Tirk du girê li herêma qereqola li devera Deriyê Sêvo ya Şirenxê bi cih bûne. 13’ê Gulanê hêzên me li dijî her 2 giran ji 2 baskan ve çalakiyek lidar xistine. Di vê çalakiyê de hêzên me ketine girt û bi awayekî pir xurt li leşkeran hatine xistin. Li ser bersivdayîna xurt a hêzên me û şûnde leşker û kontrayên li gir neçar man ku gir bihêlin û birevin. Hêzên me li gir li ser leşkeran çekekî sekvanî û çekekî ya BKC’ê jî rakirine. Her wiha du wesayîtên ji bo çêkirina qereqolan jî hatin derbkirin. Di vê çalkaiyê de hêzên me çûne ser termê 2 leşkeran, bi giştî têkildarî jimara kuştî û birîndarên leşkeran agahiyên zelel nahatin bidestxistin.

9’ê Gulanê artêşa Tirk hewl dan li hinek girên li nêzî Navyana Şêxan a Şirnexê bi cih bibin. Hêzên me leşkerên li gir bi cih bûne xistin bi kontrola xwe de û di navberekî kurt de bi awayekî pir xurt li leşkeran hatiye xistin. Li vi 3 leşker hatine kuştin. Her wiha li çeperekî ku 3 leşker li nav bûn bi awayekî pir xurt hate lêxistin û derbkirin.

LI ŞEMZÎNANÊ 10 LEŞKER HATIN KUŞTIN, 5 LEŞKER JÎ BIRÎNDAR BÛNE

12’ê Gulanê li herêma Xapşkê ya li girêdayî navçeya Şemzînan a Colemêrgê tîmekî artêşa Tirk hate ferqkirin û hêzên me we yekîne xistin bi kontrola xwe. 14’ê Gulanê saet 15:30’an de hêzên me li dijî yekîneytê ji 2 balkan ve çalakiyek lidar xistin. Di vê çalakiyê de balkekê li kon û çeperan xistine, li vir 5 leşker hatin kuştin, 2 leşker jî birîndar bûne. Baskê duyemîn ê çalakiyê jî, li dijî yekîneyê çalakiyekî dizî lidar xistin, li vir jî 5 leşker hatin kuştin 3 leşker jî birîndar bûne. Ev çalakî ji bo bîranîna hevrêyên me yên di demê dawî de şehîd ketine hatiye lidarxistin.

LI GEVERÊ ÇALAKÎ

14’ê Gulanê saet di 18:30-19:00’an de li dijî leşkerên li Girê Şehîd Rehîme û Şehîd Zerdeş ên li devera Oremar a li navçeya Çelê ya Colemêrgê bi cih bûne, bi çekên giran çalakiyek lidar xistine û leşkerek hate kuştin.

LI ÇELÊ YJA-STAR ÇALAKÎ LIDAR XISTIN

14’ê Gulanê saet di 12:00-12:30’an de gerîlayên YJA Star lidijî leşkerên li Qereqola Şkêr ê girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyek lidar xistine. Di vê çalakiyê de jimara kuştî û birîndarên artêşa Tirk nehate zelalkirin.