Fermandariya Qada Botanê ji bo Çetîn Gungor daxuyanî da

Fermandariya Qada Botanê diyar kir ku Çetîn Gungor ê ku di sala 2019'an de bi hinceta gumanê hatibû destgîrkirin, li ba gerîlayan krîza dil derbas kiriye û jiyana xwe ji dest daye.

Fermandariya Qada Botanê di daxuyaniya xwe de ev tişt diyar kir:

“Di 9’ê Cotmeha 2019’an de Çetîn Gungor ê ku li herêma Cûdî ya Botanê di kana komirê de dixebitî, ji bo ku bi wî re were axaftin, hêzên me ew destgîr kiribûn. Welatiyê me Çetîn Gungor ê ji navçeya Dêrgulê ya Şirnexê ye, dema li cem hêzên me bû ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da. Di serî de em ji malbata Gungor û hemû xizmên wî re sersaxiyê dixwazin û ji ber vê bûyera ne xweş em xemgîn in. Ev bûyera ne xweş ji ber şert û mercên şer ên dijwar, piştî lêkolîneke xurt hatiye zelalkirin.”