Ji fermandarên HPG'ê Denîz: Em bi mîrateya Hakî Karer li ber xwe didin

Ji fermandarên HPG'ê Cîhan Denîz got, gerîlayên ku niha li dijî êrîşên dagirkeriyê yên Tirk li ber xwe didin, xwe dispêrin bawerî û mîrateya şoreşê ya Hakî Karer.

Ji fermandarên HPG'ê Cîhan Denîz destnîşan kir ku di encama keda Hakî Karker a li Kurdistanê de bi hezaran kesayetên mîna Hakî Karer beşdarî nava têkoşînê bûn.

Ji fermandarên HPG'ê Cîhan Denîz ji ANF'ê re axivî, qala Hakî Karer kir. Denîz got, "Meha Gulanê meha şehîdan e. Bi vê wesîleyê di şexsê hevrêyên me de yên meha Gulanê bi lehengî şehîd bûn, şehîdên Kurdistanê hemûyan bi rêzdarî bi bîr tînim.

Hevrê Hakî di damezrandina PKK'ê de xwedî roleke mezin bû. Piştî Rêber Apo yê ku çand û exlaqa rêxistinê afirand hevrê Hakî Karer e. Mîna ku Rêber Apo dibêje, yên ku PKK afirandin hevrê Hakî û Kemal in. Hevrê Hakî kesayetê destpêkê bû ku baweriya xwe bi Rêber Apo re anî, heta nefesa xwe ya dawî li gel Rêbertî bû. Weke Tirkekî bi wêrekî xwedî li doza azadiyê ya Kurdistanê derket. Li Enqereyê koma destpêkê ya îdeolojîk di şexsê hevrê Hakî û Kemal de ava bû. Piştî ku koma destpêkê ya îdeolojîk ava bû, ji bo rêxistiniya gel a li Kurdistanê yê ku destpêkê xwe pêşniyar kir hevrê Hakî bû. Tevî ku bi Kurdî nizanî bû karên xwe bi serketî û baweriyeke mezin meşand. Di encama keda ku hevrê Hakî li Kurdistanê da bi hezaran Hakî Karer tevlî nava refên têkoşînê bûn."

'JI ALIYÊ ÎDEOLOJÎK VE JÎ TEMAM DIKIR'

Denîz ragihand ku Hakî Karer di her karî de dixebitî, pereyê ku qezenç dikir dida rêxistinê, derfetên xwe hemû ji bo şoreşeke azad seferber dikir û got, "Dema ku mirov bala xwe dide ser rastiya PKK'ê, hingî rastiya hevrê Hakî nîşanî me dide; ji ber ku bi çavê karker û kedkaran li PKK'ê dinihêre. Ev yek jî bi saya hevrê Hakî bû. Hevrê Hakî ne tenê ev yek kir. Ji aliyê îdeolojîk ve jî Rêber Apo temam dikir. Hevrê Hakî bi rêbertiya xwe ya taktîkî partî bi pêş ve dibir. Di nava gel de jî xwedî roleke bi bandor bû. Li her cihê ku kar dikir kelecana azadiyê xurt dikir. Aliyê leşkerî yê hevrê Hakî pêşketî bû; li hemberî faşîstan gelek çalakî kir û derbên mezin li faşîstan xist. Dema ku ev çalakî dikir jî bêyî ku fermanê ji Rêber Apo werbigire dikir. Piştî ku dikir dihat tekmîl dida Rêber Apo. Şoreşgerekî xwedî înîsiyatîf bû."

'BI RUHÊ BERXWEDANÊ TÊDIKOŞIYA'

Denîz diyar kir ku yek ji sedemên damezrandina PKK'ê xwedîderketina li şehadeta Hakî Karer bû û got, "PKK xwedî hemû taybetmendiyên hevrê Hakî ye. Sekna wî ya afirîner û berxwedêr di nava PKK'ê de şênber bûye. PKK 47 sal in bi van taybetmendiyan li ber xwe dide. Li çeperên berxwedanê yên Avaşîn, Zap û Metînayê bi ruhê berxwedanê yê hevrê Hakî têkoşîn tê meşandin. Hevalên ku şerê tunelan amade kirin, bi ruhê hevrê Hakî ked dan û şer dikin. Lewma baweriya wî û dilxwaziya bi şoreşê niha li tunelên şer di nava hevrêyên me de ne ku şer dikin. Em soz didin ku li ser şopa hevrê Hakî bimeşin."