Ji çar şervanên azadiyê re…

4 hevrêyên evîndarê berxwedanê Peyman, Zenda, Serdar û Rêzan li Heftanînê bi lehengî şer kirin û tevlî karwanê şehîdan bûn. Oxir be ji we re hevrêno, bi wî dilê xwe yê paqij di vê serdema bêwate de we rêya me ronî kirin.

Ji bo bîranîna Peyman Axîn, Zenda Destîna, Serdar Mordem û Rêan Tendurek… Bû mehek ku di ser şehadeta wan re derbas bû û em heta 10-15 rojan li benda vegera wan bûn. Û hêvî piştre veguherî bêhêviyeke mezin. Rastiya şehadeta we me serbilind bike jî dilê me êşand, tolhildana me sor kir, baweriya me xurt kir. Lê belê me çûyîna we ya bi vî rengî ti carî qebûl nekir. Welê bi bêdengî, bêdem çûyîna we me qebûl nekir. Ji ber ku hûn 4 lehengên wêrek bûn.

Heval Peyman xwedî sekneke şoreşgerî bû, ku fedakar, wêrek û li şûna xwe nedisekinî. Bi porê xwe yê dirêj û hûnandî mîna gêrîkan dixebitî. Dema ku me fedakarî û liberxwe ketina wê didît gotina ‚Şerm û li ber xwe ketin hesteke şoreşgerî ye‘ ya hevalê Fûat dihat bîra me. Tu hevrê û milîtana demên zor û zehmet bû. Xwedî wêrekiyeke mezin bû, ji xwe bawer bû û bi serketina xwe tu bû mînak ji me hemûyan re. Miroveke dilê xwe tenik û hestewar bû. Di her kêliyê de ji her awayî ve tu navê kedê bû. Milîtana her pêvajoya zehmet bû. Hevrêya hevrêyên xwe bû. Hevala Peyman ji Geliyê Pîsaxa heta Şeşdarayê, ji Şeşdara heta Şehîd Kendal û Xantûrê gerîlatiyeke bi têra xwe tijî û dagirtî meşand.

Porên xwe yên dirêj û bedew mîna Xabûrê li çiyê dihat. Kenê te mîna kulîlka herî bedew a biharê ev war dixemiland. Berxwedana wê mîna kulîlka berfîn her tim serî hildida, mizgîniya azadiyê dida û evîndara berxwedanê bû. Hevrê Peyman gelek tişt di jiyana xwe ya gerîlatiyê de bi cih kir û di Cenga Heftanînê de yek ji wan jinên pêşeng bû. Bi vê sekna xwe em hemû kir heyranê xwe. Jin a evîndar tu her tim li çiyayên azad bijî, tu her tim bijî! Jiyana te bi qasî berxwedana te, şehadeta te jî gelek tişt afirand. Û tu jî bû gaveke mezin a ji bo serketina Cenga Heftanînê. Tu ne tenê şervanek bû, di heman demê de tu pêşengeke berxwedana rûmetê bû ji bo me hemûyan.

KARWANEKÎ BERXWEDANÊ LI PEY ME DIMEŞE

Dema ku navê Zenda Destîna tê bilêvkirin, wêrekî, fedakarî, dilsoziya bi gel, rêbertî û şehîdan re tê bîra hevalên wê hemûyan. Wê bi keda xwe di her kêliya jiyanê de kesayetiya xwe ya fedayî afirand. Weke şopdara Bêrîtan Şemzînan, Berçem Cîlo û Axîn Meşkanan, di her kêliya jiyanê de têkoşiya. Keça Zagrosan demeke dirêj li Zagros, Şemzînan, Xakurkê û Zerzanê kar kir. Li van herêman tevlî gelek şer û berxwedanê bû. Bû xwedî tecrûbeya jiyanê, şer û têkoşînê. Bû jineke berxwedêr a azad û şoreşger, apoyî. Di bihara 2019’an de hate Heftanînê û tevlî têkoşîna berxwedanê ya li Cenga Heftanînê bû.

Di 8’ê Tebaxa 2020’an de dijmin bi şebekeyeke xiyanetê ya bi navê ‚Tîma xençerê‘ hate Pîrbûlayê. Hevrê Zenda tevî hevrê Peyman û Serdar li Geliyê Pîrbûlayê derba kuştinê li dijmin xistin. Bênavber şer kirin. Di 10’ê Tebaxê de dema ku xwestin xwe vekişînin, di êrişa hewayî de ev 3 hevrêyên me yên fedayî li Gelî berxwedaneke mezin nîşan dan û tevlî nava karwanê şehîdên leheng bûn. Hevrê Zendacan bi hezkirina xwe cihê xwe di dilê me de girt û xeyalên xwe bi stêrkan parve kir. Wêrekî û baweriya xwe li Heftanînê li her dar, kulîlk û xakê çand. Ji ber vê yekê em ji te re nabêjin ‚oxir be‘ ji ber ku tuyê di her biharê de di ruhê kulîlk û daran de vebe li vê diyarê. Te û we çanda berxwedanê li vê xakê çandin û li pey we karwanekî berxwedanê dimeşe.

DI VÊ SERDEMA BÊWATE TE WE RÊYA ME RONÎ KIRIN

Hevrê Rêzan û Serdar hevrêyên me yên wêrek; me we nedît, lê em bi we zanin. Hûn milîtanên mîna fermandar Egîd bûn. Hûn şervan bûn, we dilê xwe dan van çiyayan, hevrêyên xwe û me. Ya ku me diêşîne ew e ku di vî şerê giran de gelek heval hatin qadê, lê belê gelek ji wan beriya ku em wan bibînin û nas bikin tevlî karwanê şehîdan bûn. Dijminên xwînxwar ev firsend neda me. Lê belê hêza wan wê têrê neke ku vê manewiyata hevrêtiyê lawaz bikin. Oxir be ji we re hevrêno, bi wî dilê xwe yê pak di vê serdema bêwate de we rêya me ronî kirin…