Ji bo Sûr û Heskîfê wê 28'ê Nîsanê çalakî bên kirin

Rêxistinên hawirdorparêz ji bo rizgarkirina Sûr û Heskîfê wê 28'ê Nîsanê li gelek welatan çalakiyan organîze bikin. Ji bo van çalakiyan banga tevlîbûnê hate kirin.

Li Amedê Sûr hate rûxandin û li Heskîfê jî dîrok di nava bendava Ilisû de tê hiştin. Ji bo parastina Heskif û Sûrê Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê û Însiyatifa Rizgarkirina Heskîfê bi wesîleya "Roja Çalakiyên Gerdûnî ya Sûr û Heskifê" daxuyaniyek nivîskî weşandin. Di daxuyaniyê de bang li rêxistinên hawirdorê yên navneteweyî hate kirin ku di "Roja Çalakiyên Gerdûnî ya Sûr û Heskîfê" de dakevin qadan û li Sûr û Heskîfê xwedî derkevin. Rêxistinen derdorê diyar kirin ku xerakirina Sûr û Heskîfê  û xerakirina Palmîra ya ji aliyê DAIŞ'ê ve heman wate ye û xwest her kes li dijî polîtîkaya talankirin û wêrankirinê dengê xwe bilind bikin. 
 
Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku Wargehên dîrokî Heskîf û Sûr yên li tenişta Çemê Dîcle ya Mezopotamyayê hatine avakirin bi polîtîkayên AKP'ê tên rûxandin. Parazvanên hawirdorê anîn ziman ku bi projeyên mezin û polîtîkayên şer re qada ekolojik-civakî ya Tirkiyeyê tê wêrankirin û wiha gotin: "Bi taybetî piştî polîtîkayên şer ên sala 2015'an, Heskîfa 12 hezar salî ku warê jiyanê ye tê wêrankirin. Warên tenişta Çemê Dîcleyê hatine avakirin di gelek qadên çand, dîrok  û jiyanê de ji wargehên Efes, Truva û Kapadokya dewlemendtir in. Ji 10 krîterên UNESCO xwedî 9 krîteran e. Li ser tevahiya cîhanê bendava HES'ê ya Ilisû wekî we tune ye. Bi vê projeyê qada jiyana 80 hezar mirov ji destê wan tê girtin. AKP ji ber armancên aborî û polîtîk vê projeya Ilısu bi israr dixe meriyetê. Bi vê yekê bi milyonan mirov bi facîayê re rû bi rû ye. Bi projeya Heskifê re dê 300 berhemên dîrokî tune bibin. 
 
BANGA TÊKOŞÎNÊ 
 
Rêxistinên hawirdorê bang li sazî, komele û tevgerên parastina xweza, hawirdor û mafên mirovan kirin û xwestin li dijî polîtikayên AKP'ê yên şer, talankirin û wêrankirina dîrokê temaşe nekin û nebin şirîkê vî sûcî. Parazvanên hawirdorê anîn zimn ku ji ber şer warê 175 hezar mirovên li Cizîr, Nisêbîn, Şirnex û cihê din xera bû û bê war man. Rêxistinên derdorê xwest her kes li dijî vê yekê bêdeng nemînin û tev li çalakiyên 28'ê Nîsanê bibin.