Ji bo sala 44'an a PKK'ê tevlî nava refên gerîla bûn

Komek ji ciwanan guh dan banga 'Werin cenga azadiyê' û bi wesîleya sala 44'an a damezrandina PKK'ê tevlî nava refên gerîla bûn.

Komek ji ciwanan di çarçoveya pêngava 'Werin cenga azadiyê' de ji bo tevlî berxwedana dîrokî ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê bibin tevlî nava refên PKK'ê bûn.

Ciwanan bi daxuyaniyekê ragihandin ku bi wesîleya sala 44'an a damezrandina PKK'ê ji bo li ber êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk rabin biryar dane ku tevlî refên gerîla bibin.

Ciwanan di destpêka daxuyaniyê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan silav kirin, şehîdên leheng bi rêzdarî û minetdarî bi bîr anîn û ev daxuyanî dan:

"Divê hêzên dagirker zanibin ku asîmîlasyon, qirkirin, talan û êrişên dagirkeriyê yên li ser gelê Kurd û cografya Kurdistanê wê bêhesab nemînin, her mala ku hatiye şewitandin û xerakirin, her welatparêzekî Kurd ê hatiye qetilkirin wê ji bo me bibe hinceta tolhildanê.

Ji Cizîrê heta Nisêbînê, ji Sûrê heta Şirnexê me şehîdên xwe yên leheng ji bîr nekir ku bi berxwedana xwe hebûna Kurdan parastin û dîrok nivîsandin. Ti carî ji bîra me naçe ku em deydarê wan e. Eger rejîma faşîst îro hatibe ber hilweşînê, ev yek encama têkoşîna şehîdên leheng ên berxwedana xwerêveberiyê Çiyageran, Zeryanan û Axînane. Gerîlayên ku bi vî ruhê berxwedanê îro ji Zagrosan heta Dersimê şer dikin, derbên hilweşînê li rejîma faşîst dixin. Em zanin ku eniya herî pêş a têkoşîna li dijî rejîma faşîst qadên gerîla ye. Qada ku têkoşîna azadiyê bi rengê herî çalak lê bê meşandin qada gerîla ye.

Dersa ku me ji dîroka PKK'ê ya 43 salî wergirtiye ew e ku yekane tişta ji bo hilweşandina faşîzma AKP-MHP'ê pêwîstî pê heye, ew jî şoreş e. Li ser bingeha armanca pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê me, bi wesîleya sala 44'an a PKK'ê em dibêjin ku bi ruhê serketinê em ê PKK'î bin û teqez serketinê misoger bikin.

Li ser vê bingehê ji bo têbikoşin û rejîma faşîst têk bibin, têkoşînê jî bi ser bixînin em tevlî nava refên gerîla dibin. Di çarçoveya pêngava 'Dem dema azadiyê ye' ku pêngava misogerkirina azadiyê û parastina hebûnê ye, em bang li ser her kesî dikin ku bi pêngava 'Werin cenga azadiyê' bibin gerîla."