Ji bo Qendîl Kobanê yê YPG’yî li Kerkûkê şîn hate danîn

Ji bo Qendîl Kobanê yê YPG’yî yê ku di operasyona azadkirina Tebqayê de jiyana xwe ji dest dabû li Kerkûkê şîn hate danîn.

Berê birayekî Welîd Îsmaîl Canmîşê bi nasnav Qendîl Kobanê li nav YPG’ê de, biraziyekê wî li Şengalê, apekî wî jî di 25’ê Hezîrana 2015’an de li qetlîama Kobanê jiyana xwe ji dest dabû. Qendîl Kobanê yê YPG’yî bû şehîdê 5’emîn ê malbatê.

Nûnerê PYD’ê yê Başûrê Kurdistanê Xerîb Hiso, Nûnerê Xweseriya Demokratîk a Rojava yê Başûrê Kurdistanê Cîhan Xelîl, endamên Tevgera Azadî, Tevgera Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) jî di nav de gelek kes çûn sersaxiya Qendîl Kobanê.

Nûnerê PYD’ê yê Başûrê Kurdistanê Xerîb Hiso di sersaxiyê de axivî û got: “Deskeftiyên me yên îro bi saya serê şehîdan e. Em minetdarê wan in. Wan gelê Kurd û gelên herêmê parastin, em jî sozê didin wan ku em ê nirxên wan biparêzin ên ku wan ji me re mîrat hiştine.”

Piştî Xerîb Hiso Nûnerê Xweseriya Demokratîk a Rojava yê Başûrê Kurdistanê Cîhan Xelîl jî axivî û wiha got:“Îro li hemberî Kurdan hemû kes bûne yek. Ji ber vê divê em jî li hemberî van kesan bibin yek. Yek ji polîtîkaya dijmin ev e ku kesên li Rojava koçber bibin. Divê em jî vegerin axa xwe û vê polîtîkaya wan pûç bikin.”

Pismamê Qendîl Kobanê yê YPG’yî Fûad Mislim jî spasiya serdêran kir û got: “Ji malbata me 5 kes ji bo parastina Rojava şehîd bûn. Çi dikeve ser milê me, em amade ne. Bila serê gelê Kurd sax be. Ne bi tenê şehîdê me ye, şehîdê gelê Kurd e. Ji bo parastina rûmet û axa xwe şehîd bû. Ji ber vê jî em serbilind in.”