Ji bo pîrozbahiya Newroza Amedê amadekarî temam bûn

Amadekariyên ji bo pîrozbahiya Newrozê ya navendî ya li Amedê bi dawî bûn. Komîteya amadekar got; “Sibe li benda gelê Kurd in.”

Amedkariyên ji bo Newroza Amedê ku wê sibê bi dirûşmeya "Dem dema serkeftinê ye" li Parka Newrozê ya navçeya Rezanê bê pîrozkirin temam bûn. Endama Komîteya Amadekar a Newrozê Yasemîn Uçer destnîşan kir ku her tişt amade ye, sibe li benda gelê Kurd in.

Uçer her wiha got: "Amadekariyên ji bo mêvanan, xemilandina qadê, afîş, pankart û al hemû qediyane. Amadekariyê ji bo metna ku wê hemû Kurdan li hev bicivîne û yekîtiya Kurdan ava bike jî qediyan."

Uçer anî ziman ku Kurd bi hezaran salin xwedî ruhekî berxwedêr in û her diçe destketiyên xwe zêdetir dikin. Uçer got: "Kurd di nava xwe û jiyana xwe de xwedî ruhên Newrozê ne û li gor vî ruhî tevdigerin. Îsal sala vî ruhî ye, sala ji nû ve hîskirinê û zêdekirina serketinan e."

Uçer di dawiyê de destnîşan kir ku wê Newroza îsal bibe Newroza yekîtiya neteweyî û serketinan û ragihand: "Pêdiviya Kurdan yekîtî bi xwe ye. Sibe ev qad wê bi hatina mîlyonan ji bo aştiyê bang bike. Wê pêşî li ber demokratîkbûna welat veke. Îsal wê bibe sala 'Kawayên Hemdemî'. Em taybetî bang li Amediyan, gelê Kurd, saziyên sivîl, rêxistinên demokratîk dikin ku bi ruhê Newrozê qada Newrozê tije bikin. Me ji bo we her tişt kir, hemû amadehiyên me temam in. Kêmasiya me tenê hûn in. Em sibe bi hev re li Qada Newrozê cejna xwe pîroz bikin."