Ji bo paşerojeke azad heta nefesa dawî têkoşiya

Ji pêşeng û fermandarên Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê gerîlaya YJA Starê Binevş Vejîn ji bo paşerojeke azad biafirîne tevî hevrêyên xwe heta nefesa dawî têkoşiya.

Bi hezaran şervanên ku cihê xwe di nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de girtin ji bo paşerojeke azad û jiyaneke bi wate canê xwe feda kirin. Yek ji van şervanan jî Binevş Vejîn bû.

Binevş Vejîn (Yonca Gokalp) di payîzeke sar de li Wanê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Di ciwantiya xwe de pê hesiya ku welatê wê ji aliyê dijmin ve hatiye dagirkirin û asîmîlasyon li ser çanda gelê wê tê ferzkirin. Binevş Vejîn li ber kiryarên dijmin bêdeng nema û di payîza sala 2014'an de tevî xaltîka xwe bi biryardariyeke mezin tevlî nava tevgera azadiyê bû.

Meşa azadiyê ya gerîlaya YJA STAR'ê Binevş Vejîn di sala 2014’an de li çiyayên Katoyê destpê dike. Gerîla Binevş Vejîn li qadên Zap, Çarçêlla, Xakurkê, Metîna û Garê pratîkên têr û tijî dide meşandin, dibe jinek dilwêrek û pêşeng, dibe xwedî rol û mîsyonên mezin.

Gerîla Binevş Vejîn xwe di bîrdoziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de kûr dike, dil û mejiyê xwe bi fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd dixemilîne. Dibe yek ji fedaiyên Rêberê Gelê Kurd. Bi dilsoziyeke mezin ve dibe milîtanek xurt û xwedî lêgerînên mezin. Her bi xeyalê ku Rêberê Gelê Kurd re li ser Sûrê Amedê hevdîtîn û mayînê ve têdikoşe. Binevş Vejîn her digot: "Ji bo ku xeyalê xwe pêk bînim çi pêwîst bike ez ê bikim. Dil, mejî û bedena min jî pêwîst bike ez ê bidim. Ji ber ku ez zanim wê hevalên min xeyalê min pêk bînin."

Tişta ku gerîla Binevş li wan çiyayan herî zêde jê bandor dibû û bala wê dikişand hevaltî bû. Ji bo Binevş hevaltî; mîna ku ji zivistanê derketina biharê bû. Wê bi xwe tu caran hevaltiyek kêm nedipejirand, hewl dida bibe hevala Rojê. Ya ku dilê wê mezin dikir Rêberê Gelê Kurd bû. Wê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke gerdûnê didît, xwe di nava vê gerdûnê de hewandin jî bi tevlîbûnek rast ve pêkan bû. Ew di zanebûna vê rastiyê de bû. Bi zanêbûna vê rastiyê ve Binevş û hevalên wê  ji bo siberojên azad giyanên xwe kiribûn mertal.

Gerîla Binevş Vejîn di xeta fedaiyan de, bi fedaiyane jiya û şer kir. Bi hêrs û tolhildaneke mezin diçû ser dijmin. Gerîla Binevş Vejîn di 26'ê Mijdara 2022'yan de bi hevrêyên xwe Amed Avesta û Baran Çirav re ji bo tola hevrêyên xwe yên şehîd rakin, di çarçoveya operasyona şoreşgerî de, li Girê Hekkarî yê gîrêdayî Metîna bi ruhekî fedaî, îrade û cesareteke mezin heta henaseya xwe ya dawî şer kirin û bi qehremanî tevlî karwanê nemiran bûn.