Ji bo operasyona Hewîce hêzeke nû ava bû

Ji bo rizgarkirina navçeya Hewîce ya Kerkûkê ji destê DAIŞ'ê, hat îdîakirin ku hêzeke bi navê Heşdî Bergirî li Kerkûkê hatiye damezrandin.

Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, ev hêz ji Kurd, Ereb û Tirkmenan pêk tê û Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNK) pêşengiyê jê re dike.

Qenala televîzyonê NRT a li Başûrê Kurdistanê weşanê dike, nûçeyeke xwe spart çavkaniyên nava YNK'ê û diyar kir, Wezareta Parastinê ya Iraqê jî piştgiriyê dide avabûna Heşdî Bergirî. Hat gotin, Wezareta Parastinê ya Iraqê heta niha ti alîkariya çekan ji bo vê hêzê navborî nedaye.

Hat ragihandin, ji bo vê hêza ji Kurd, Ereb û Tirkmenan pêk tê heta niha 700 kesî navê xwe nivîsandine û bi 4 beşan li gundê Cinuniyê yê li başûrê Kerkûkê dest bi perwerdeyê kirine.

Tê gotin, bi Bexdayê re li hev hatiye krin ku ev hêz tevlî operasyona Hewîce bibe, lê hê ev mijar hê nehatiye fermîkirin.

Piştî ku Mûsil ji DAIŞ'ê hate rizgarkirin, tê plankirin ku operasyona rizgarkirina Hewcî ya Kerkûkê were destpêkirin.