Ji bo Ocalan bernameya çalakiyên DBP’ê

DBP’ê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan giştînameyek da weşandin û banga greva birçîbûnê, çalakiya rûniştinê, panel, civînên gel û mîtîngê kir.

Ji ber ku ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agahî nayên stendin, DBP’ê giştînameyek weşand. Bi daxwaza ku bila çalakî werin lidarxistin ev giştîname ji endamên Meclîsa Partiyê, serokên rêxistinên bajar û navçeyan hate şandin.

‘DIVÊ TECRÎD WERE RAKIRIN; HEVDÎTIN PÊK WERE’

Giştîname wisa ye:

"Rêzdar Abdullah Ocalan, 18 sal in li dijî pîvanên hiqûq û zagonên navneteweyî di bin zextan de ye. Bi awayekî keyfî û li dijî mirovahiyê bi polîtîkayên taybet di bin şertên tecrîda giran de li Pergala Îmraliyê tê girtin. Bi taybetî di 2 sal û nîvên dawî de di bin tecrîdek giran de tê girtin. Di bin tecrîdê de bi tu awayî agahî jê nayê girtin. Bi parêzer û malbata xwe re nikare hevdîtinê bike. Di demên dawî de li ser hesabê ne fermî yên medyaya civakî, agahiyên cuda hatin belavkirin. Ew îddîa pir talûke û bi fikar in. Em ji tenduristî û ewlehiya Birêz Ocalan bi fikar in. Em dixwazin şertên tecrîda giran a li ser Ocalan demek berî demekê bi dawî bibe."  
 
BERNAMEYA ÇALAKIYAN
 
Di giştînameya ku ji hemû rêxistinên navçe, bajar, jin û ciwanan re hat şandin de hat diyar kirin ku divê teqez li dijî tecrîda mutlak têkoşînek mezin bê meşandin û wiha hat gotin: “Ji bo dawî li tecrîd û îzolasyona li ser Birêz Ocalan bê, divê saziyên mafên mirovan ên navneteweyî zorê li hikumetê bikin da ku malbat û parêzer karibin hevdîtinê bikin û fikarên der barê tenduristiya Birêz Ocalan de derbas bibe. Ji bo vê yekê divê hemû rêxistinên me xebatên xwe bigirin dest. Ji bo rasterast gel agahdar bikin û mafê xwe yên demokratîk bi dest bixin, divê meşên girseyî, daxuyanî, çalakiyên rûniştinê, daxuyanî, grevên birçîbûnê, bên lidarxistin. 
 
DBP'ê di giştinameyê de bername wisa eşkere kir: 
 
•  Ji dîroka giştînameyê heta 29'ê Cotmehê divê hemû rêxistinên navçe û bajarên me bi girseyî daxuyaniyan bidin çapemeniyê. 
 
• Ji 30'ê Cotmehê heta 4'ê Mijdarê divê bi girseyî nameyan ji birêz Ocalan re bişînin. Dîsa ji bo hevdîtina bi Ocalan re ji Wezareta Dadê, Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê, CPT û saziyên mafên mirovan ên navneteweyî re daxwaznameyan bişînin. 
 
•  Ji 4'ê Mijdarê heta 12'ê Mijdarê li hemû rêxistinên navçe û bajaran bi awayekî dorveger çalakiyên greva birçîbûnê bên destpêkirin. Divê fînal bi çalakiya rûniştinê bi dawî bibe. 
 
• Ji 12'ê Mijdarê heta 19'ê Mijdarê divê meş, çalakiyên rûniştinê, panel û civînên gel, çalakiyên li derve û hundir bi awayekî zêde bên lidarxistin. 
 
• Di vê pêvajoye de divê hemû rêveberên me û rêxistinên me yên bajar û navçeyan ji bo mijar bibe rojev, piştî saet 17.00’ê êvarî dest bi xebatên tax û malan bikin.

• Di 11’ê Mijdarê de ji bo mîtînga ‘Wê Azadî Bi Ser Bikeve’ divê beşdariyeke xurt were kirin.”