Ji bo nehiştina binpêkirinên li ser medya li Kerkûkê civînek hat lidarxistin

Li bajarê Kerkûk a Başûrê Kurdistanê bi armanca nehiştina binpêkirinên li hemberî dezgehên ragihandinî tên kirin civînek hat lidarxistin.

Êvarê li Sentera Mol ya li taxa Rehîmava ya Kerkûkê bi tevlêbûna nûnerên Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistan û Iraqê û nûnerên Rêxistina Parastina Mafê Rojnamevanan û Dengê Azad, bi dirûşmeya “Civîna Kerkûkî ya ji bo nehiştina binpêkirinên medyayî” civînek hat lidarxisitin.

Hejmarek ji rojnamevanên bajêr tevlê civînê bûn, her wiha Sekreterê Şaxa Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê ya Kerkûkê Mehdî Ziryan, Berpirsê Têkiliyan a Parêzgarê Kerkûkê ya bi wekalet Dilêr Şivanî û Rêveberê Sentera Metro ji bo Parastina Mafê Rojnamevanan Rehman Xerîb jî weke mêhvan tevlê civînê bûn.

Têkildarê lidarxistina vê civînê Rojnamevan Akam Wezîrî ku organîzatorê civînê bû ji ANF’ê re axivî û got: “Îro me wek rojnamevanên bajarê Kerkûkê ev civîn ji bo hin ji kesyaetiyên berpirs di rêxistin û dezgehên taybet ên xebatên rojnamegerî û mafê rojnamevanan lidarxistiye.”

Wezîrî bal kişande ser girîngiya lidarxistina vê civînê û diyar kir: “Di vî demî de me girîng dît ku civîneke wiha lidarbixîn, ji ber ku di dema bihorî û bi taybetî di van du hefteyên derbasbûyî de hejmara binpêkirinên li hemberî rojnamevanan zêde dibin, ku çendîn binpêkirin li hember rojnamevanan hatine tomarkirin. Ji ber vê yekê armanca me ji vê civînê eve ku pêşî li zêdebûna binpêkirinên li hemberî rojnamevanan bigirin.”

Organîzatorê civînê rojnamevan Akam Wezîrî ragihand ku çendîn berpirsên pêyewendîdar jî tevlê civînê hatine kirin û wiha hêviyên xwe anî ziman: “Hêvîdarin ku bikarin bi hevre li hemberî binpêkirinên dijî rojnamevanan bisekinin û bikarin ji bo wan binpêkirinên ku rojnamevan pêre rû bi rû dimînin sînorekê dayinin.”