Ji bo nebin çeka şer, têkiliya xwe ya bi dewletê re qut kirin
Mirovên ji aliyê wijdanî ve li ber şer rabûn û neçûn leşkeriya dewletê gotin, yekane rêya derketina ji kaosa heyî ya li welêt, rabûna li ber leşkeriyê ye.
Mirovên ji aliyê wijdanî ve li ber şer rabûn û neçûn leşkeriya dewletê gotin, yekane rêya derketina ji kaosa heyî ya li welêt, rabûna li ber leşkeriyê ye.
Rabûna li ber leşkeriyê (red a wijdanî), ji ber sedemên olî, exlaqî yan jî siyasî, ji bo parastina jiyanê li dijî mirinê, redkirina 'xizmeta leşkeriyê ya mecbûrî' ye. Mirovê destpêkê yê li cîhanê ev yek pêk aniye, weke Maxîmîlîan tê naskirin, ku ji ber tevlî artêşa Romayê nebûye hatiye îdamkirin. Li Tirkiyeyê, kesê destpêkê yê li ber kirina leşkeriyê rabû, Tayfûn Gonul e. Gonul di sala 1989'an de ragihand, ku ew ji aliyê wijdanî ve naxwaze biçe leşkeriyê. Li ser vê yekê, Gonul li gorî xala 155. a Qanûna Ceza ya Tirk hat darizandin û 3 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. Piştre ev ceza kirin cezayê pere. Ji ber ku gelek peymanên navneteweyî yên ku Tirkiyeyê jî di sedsala 20'an de mohra xwe daniye binî, vî mafê nekirina leşkeriyê, di çarçoveya azadiya raman, bawerî û wijdanî ve ewle dike. Di nava 47 welatên endamê Konseya Ewropayê de Tirkiye welatê yekane ye ku vî mafî nade welatiyên xwe.
Li dijî polîtîkayên şîdetê yên dewletê, Ercan Aktaş di 15'ê Gulana 2015'an "Roja Reda Wijdanî ya Cîhanê' de eşkere kir ku ew ê neçe leşkeriya bi zorê.
Aktaş qala wê pêvajoyê kir û anî ziman, ku ew ji malbateke Kurd, Elewî û kedkar a Sêwasê ji dayik bû, lewma ji ber van her sê nasnameyên wî, di navbera wî û dewletê de her tim pirsgirêkên mezin derketiye.
Aktaş diyar kir, dema wî dest bi zanîngehê kir, şerê li Kurdistanê hê baştir fêhm kiriye û got, "Rastiya şer welê li min kir, ku min ji xwe re got, ez ê ti carî, li ti cihî unîforma artêşa Tirk li xwe neke. Ev nêrîn li hest û ramanê min neqişî. Dema min pêkanînên dewletê yên li Kurdistanê di rojname û kovaran de dixwend, hêrsa min a li dijî van polîtîkayên nîjadperest-mîlîter ên dewletê, mezin dibû. Bi van bîr û baweriyan min cihê xwe di nava rêxistinbûna Yekîtiya Ciwanên Kurdistanê (YCK) de girt. Di vê demê de, biryardariya min a ji bo têkoşîna ji bo jiyaneke azad û wekhev a hemû gel, bawerî û nasnameyên li Anatolî û Mezopotamyayê derket holê. Min biryara xwe da bû; ez ê ti carî nebim leşkerê Komara Tirkiyeyê, ez ê ti carî wê unîformayê li xwe nekim. Bêguman di wê demê de min nizanîbû ku navê vê reda wijdanî ye. Piştre hîn bûm."
'EM NEVIYÊN APOÊ MÛSA, HEVRÊYÊN HRANT IN'
Aktaş li dijî polîtîkayên şîdetê û şer ên dewletê banga meşandina têkoşînê kir û got, "Komara Tirkiyeyê ev sed sal e, ji dema ava bûye û vir ve, ji bo tinekirina xeyalên azadiyê û wijdanên vê erdnîgariyê-van gelan, bi her awayî şîdetê bi kar tîne û bi ser me ve tê. Lê me ti carî xwe ji têkoşîna li dijî vê yekê venegirt. Her tim dîrokeke me ya têkoşînê çêbûye. Weke hevrêyên Ohannes Bakirciyan, Îbrahîm Kaypakkaya, Mazlûm Dogan, Sakîne Cansiz, weke neviyên Apê Mûsa û hevrêyên Hrant Dînk em ê her têbikoşin. Bila ciwan guh bidin wijdanê vê erdnîgariyê. Ji bo em jiyanê bi hev re ava bikin, her yek ji me dikare gelek tiştan bike. Yên ji bo Kobanê çûn Pirsûsê, ji bo azadiyê çûn Enqereyê û îro li Tirkiye, Kurdistan, Ewropa û gelek bajarên din ên cîhanê ji bo azadiyê têdikoşin, em in. Gaveke girînga vê têkoşînê jî, li xwe nekirina unîformaya artêşa Tirk e û rabûna li ber kirina leşkeriyê ye."
JI BO NEBE ÇEKA ŞER, TÊKILIYA XWE YA BI DEWLETÊ RE BIRÎ
Yek ji kesên li ber leşkeriya bi zorê rabû Sergen Sûcû ye. Sûcû bal kişand ser bang û reklamên ji bo kirina leşkeriyê û got, "Ev hemû, ji bo afirandina hêmanê şer ê rejîma şexsekî ya li Tirkiyeyê bû. Li dijî vê yekê, me, yên naxwzin mirov di şer de bimirin, li ser navê hemû kesên hatine kuştin, me reda wijdanî tercîh kir. Sedema vê yekê jî şerê dewletê yê li dijî gelan bû. Ji ber vê yekê, tevî reda wijdanî, min çend hefte berê karmendiya dewletê, ku yek ji hêmanê şer e, red kir. Ya ku dewletê li Sûr, Cizîr û Nisêbînê kir, şer bû. Ji bo nebim aliyekî vî şerî, ji bo nebim çeka vî şerî, min têkiliya xwe ya bi dewletê re birî. Lê bifikirin; di vî şerê salan de, bi hezaran mirovên me jiyana xwe ji dest dan. Hê berî çend rojan, di dîmenekî medya civakî de hat dîtin bê polîsê dewletê, zarokên Kurd çawa teşhîr dike. Ev hemû nîşan dide, ku dema mirov bibe dewlet, bibe leşker, bibe polîs, mirov ji mirovbûnê derdikevin."
'DEWLETA DIBE POLÎS Û LEŞKER, DI HEMAN DEMÊ DE DIBE DAIŞ'
Sûcû da xuyakirin, li Tirkiyeyê ku veguheriye dewleta leşker û polîsan, hewl tê dayîn bi tirsê gelên vê derê bên tepisandin û got, "Xala gelê Kurd ji aliyê dewletê ve hatiye talankirin. Dewlet hem ji aliyê ekolojî, hem jî ji aliyê demokrasiyê ve vê axê talan dike. Hemû destketiyên gelê Kurd ên dema muzakereyê, bi destê dewletê yek bi yek tên tinekirin. Li her derê tirs heye. Gelê ku li hemberî wan hêzeke mezin a çekdar heye, xwe vedigire. Dema ku daxuyaniyeke biçûk tê dayîn an jî gotineke tê gotin, yekser davêjin ser malan û mirovan binçav dikin. Dewlet dibe polîs û leşker, di heman demê de dibe DAIŞ."
'CIVAKA LI BER XWE NEDE, WÊ DÎL BÊ GIRTIN'
Sûcû da xuyakirin, têkoşîna ji bo aştiyê, xweparastina takekes e û wiah dewam kir: "Rabûna li ber sîstema 'Serokatiyê' ku polîtîka şer e, rabûna li ber komkujî, faşîzm û talankirina xwezayê ye. Rabûna li ber komkujiya Roboskî, Reyhanli û Stenbolê ye. Rabûna li ber DAIŞ'bûna dewletê ye. Ji ber vê yekê divê hejmara mirovên çûyîna leşkeriyê red dikin, roj bi roj zêde bibe. Lazim e daxwaza aştiyê her bilind bibe. Civakek li ber xwe nede, wê dîl bê girtin. Lewma em ê heta dawiyê li ber xwe bidin!"