Ji bo Menal Mêrdîn ê ku hate qetilkirin meşek hate lidarxistin

Ji bo Menal Mêrdîn ê ku 43 sal in têkoşîna şoreşê didomîne û li Şengalê hatibû şehîdxistin, meşek hate lidarxistin.

Di 2’yê Çileyê de şoreşgerê pêşeng Menal Mêrdîn di encama êrişekê de li navçeya Tilezêr a Şengalê şehît bû. Meclisa Xweseriya Şengalê duh bi daxuyanyekê êriş şermezar kir û bang li civaka Êzidî kir ku li dijî van êrişan rabin ser xwe.

Li ser bangewaziya meclisê bi sedan xelkê Şengalê tevî nûnerê sazî û rêxisitinên civaka Êzidî îro li ber avahiya Meclisa Gel a Tilezêr kom bûn û meşiyan.

Meşê heta çerxerêya 14’ê Tebaxê bi bilndkirina wêneyên Komkujiya Parîsê û Şehîd Menal dewam kir.

Girseyê bê navber dirûşmeyên, “Şehîd Namirin” û “Bimire îxanet” berz kirin. Her wiha bi dirûşmeyan hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re şermezar kirin.

Meş li çerxerêya 14’ê Tebaxê bi daxuyaniyekê bi dawî bû.

Di daxuyaniyê de kiryarên li dijî pêşengên Êzidiyan hatin şermezarkirin û soza tolhildanê hate dan.

Di serî de Hevserokê Meclisa Tilezêr Sado Şengalî axivî û diyar kir ku bi destpêkirina sala nû re bûyereka wiha derkeve, wê peyamê dide ku plana qirkirina  Êzidiyan dewam dike û got: “Em baş dizanin ku ev bûyerên pêşengên me dikin hedef  bi hevkariya PDK’ê tên kirin. Em bang li gelê xwe dikin ku li hemberî hemû planan li ber xwe bidin û Şengala xweser û azad ava bikin.”

Berdevkê Saziya Malbatên Şehîda a Şengalê Hemed Bişar jî axivî û got: “Planên li ser pêşengên Êzidiyan heta niha dewam dikin. Ev plan bi destê PDK’ê tên kirin.”

Bişar bi berdewama axaftina xwe qala keda Şehîd Menal kir û soza tolhildanê da.