Ji bo Koyê çar partiyan li dijî YNK’ê daxuyanî dan

Li Başûrê Kurdistanê dengdana ji bo hilbijartina parlamentoyê ya serdema 5’an qediya.

Çawa ku sendoq hatin girtin, çar partiyên ku PDK’ê serkêşiya wan dikir îdîa kir ku li Koyê YNK’ê dest di hilbijartinan werdaye û encam red kirin.

Îro Başûrê Kurdistanê ji bo hilbijartinên parlamentoyê yên serdema 5’an çû ser sendoqan.

Saet 18.00’an çawa ku sendoq hatin girtin, PDK, Goran, Îslamî Yekgirtû û Komaleya Îslamî bi hênceta ku YNK di hilbijartinê de li Koyê dek û dolab gerandiye daxuyaniyeke hevpar dan.

Di daxuyaniyê de hate gotin YNK’ê hêza leşkerî li navendên hilbijartinên bi cih kiriye û zext li ser dengdaran kiriye.