'Ji bo jiyanê, mirinê didin ber çavên xwe'

Sevîcan Yaşar ku ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di sala 2019'an de kete greva birçîbûnê, ji bo çalakgerên greva birçîbûnê got, "Ji bo jiyanê, mirinê didin ber çavên xwe."

Sevîcan Yaşar diyar kir ku divê ew ji derve piştgiriyê bidin greva birçîbûnê û destnîşan kir ku pêşî li zordarî û êrişkariya topyekûn a desthilatdariyê dikare bê girtin, lê ji bo vê jî divê mirov tirsê ji ser xwe biavêje.

Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê, ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 27'ê Mijdara 2020'î ve di greva birçîbûnê ya bêdem-dorveger de ne. Wezareta Edaletê ya Tirk têkildarî daxwazên girtiyan hînê gavek neavêtiye, her wiha daxuyaniyek jî nedaye. Sevîcan Yaşar ku beriya du salan tevlî greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven bû, li ser greva birçîbûnê ya vê dema dawiyê ji ANF'ê re axivî.

Sevîcan Yaşar got, "Greva birçîbûnê timî bi mirinê tê bîranîn, lê belê çalakgerên greva birçîbûnê ji bo jiyanê mirinê didin ber çavên xwe" û destnîşan kir ku girtiyên di nava şert û mercên giran de ne bi vî rengî xwe îfade dikin. Yaşar dubare kir ku armanca bingehîn parastin û dewamkirina jiyanê ye û got, "Ji bo vê jî pêwîstî bi hêza ji derve heye. Rê û rêbaza afirandina vê hêzê jî ew e ku mirov tirsê ji ser xwe biavêjin. Daxwaz ji aliyê cewherî ve aştî ye û divê kes vê yekê terorîze neke. Tirs hesteke mirovî ye, lê belê dema ku veguhere tirsonekiyê hingî mirov winda dike. Lewma, em mirovên li derveyî girtîgehan xwedî gelek alternatîfan e. Dibe ku desthilatdarî heta jê tê êriş dike, lê ev yek di heman demê de nîşaneya têkçûna desthilatdariyê ye. Tengav bûye, heta jê tê êriş dike. Lê belê em mafdar in û xurt in."

Sevîcan Yaşar anî ziman ku tecrîd êdî ne tenê li ser Rêberê Gelê Kurd Ocalan û gelê Kurd e û wiha dewam kir, "Eger hûn nikarin tiştekî biparêzin jî ew tecrîd e. Ev yek domdariya tecrîdê ye. Her wiha em dibînin ku tecrîdê weke polîtîkaya tenêhiştinê bi kar tînin. Dibe ku tecrîdê li Îmraliyê dest pê kir, lê belê li wir sînordar nebû. Li ser her kesî tê ferzkirin. Divê mirov bi biryardarî li ber vê yekê rabin."

Yaşar bi bîr xist ku greva birçîbûnê ya heyî di nava şert û mercên şewbê de dewam dike û got, "Girtiyên ku di nava şert û mercên asayî de jî ji xizmeta tenduristiyê bêpar bûn, niha gelekî zehmetiyan dikişînin. Dibe ku encamên çalakiyê gelekî giran bin."