Dadgeriya dewleta Tirk îfadeya Ahmet Turk werdigire

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdîn Ahmet Turk ku erka wî desteserkiribûn, di çarçoveya 'Lêpirsîna Kobanê' de îfade dide.

Di pêkanînên qirkirina siyasî de ya ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve hatî destpêkirin, di çarçoveya 'Lêpirsîna Kobanê' de Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdîn Ahmet Turk ku erka wî hatiye desteserkirin ji bo îfadeyê bide hat Edliyeya Mêrdînê. Wekîla HDP'yî Pero Dundar, rêveberên partiyê û parêzeran Turk tenê nehiştin.

Ahmet Turk bi rêya Sîstema Înformatîk ya Bi Deng û Dîmen (SEGBÎS) ve bi Edliyeya Enqereyê ve hat girêdan û îfade dide dozgeriyê.