Ji bo hevşaredarên berê û 8 kesan ceza hate birîn

Ji bo hevşaredarên Dêrikê yên berê Abdulkerîm Erdem û Sabahat Çetînkaya jî di nav de cezayê girtîgehê li 10 kesan hate birîn.

Rûniştina biryara doza derbarê 22 kesan ku hevşaredarên Dêrik Abdulkerîm Erdem û Sabahat Çetînkaya ên sala 2016’an li Mêrdînê ji erkê hatibûn girtin û nêzî 3 salan bû bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan jî di nav de pêk hat. Rûniştina ku li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê pêk hat, dosyaya 10 kesan di çarçoveya mutalaya dozgeriyê de cihê kirin û derbarê 12 kesan jî biryar hate girtin.

Bi îdîaya ‘endamtiya rêxistinê’ ji bo hevşaredar Abdulkerîm Erdem 7 sal û 11 mehe, ji bo hevşaredar Sabahat Çetînkaya jî 6 sal û 3 meh, ji bo Abdullah Ecer 6 sal, 3 meh, ji bo Cîhan Akar 7 sal û 6 meh, ji bo Mazlûm Erek 6 sal û 3 meh, ji bo Mûrat Ozuçalişir jî 7 sal û 8 meh û 15 roj cezayê girtîgehê hate birîn. Dadgehê 2 sal û 1 meh ceza da Tacettîn Aslan û Halît Efe.

Dadgehê bi îdîaya  ‘Xirakirina yekîtiya dewlet û yekparebûna welat’ muebeta giran û 18 sal û 9 meh ceza da Mursel Înan. Ji bo Huseyîn Aydin jî bi heman îdîayê ‘muebeta giran’ û 12 sal û 6 meh ceza hate birîn.

Biryara berdana Kadrî Guneş û Firat Çelîk jî hate dayîn.