'Ji bo Heskîf û Geliyê Dîcleyê em dengê xwe bilind bikin'

Hewldana Parastina Heskîfê ji bo rizgarkirina Heskîfê û Geliyê Dîcleyê bang li raya giştî kir ku dengê xwe bilind bike.

Hewldana Parastina Heskîfê der barê rewşa dawî ya Bendava Ilisû û Heskîfê de daxuyaniyek da çapemeniyê.

Di daxuyaniyê de ku bi sernavê "Ji bo Heskîfê dereng nîne! Bendava Ilisûyê tavilê rawestînin" hate weşandin, girîngiya dîrok û çandî ya Heskîfê hate bibîrxistin.

Hewldanê diyar kir, hewl tê dayin ku Heskîf fedayî Bendava Ilisû û projeya Santrala Hîdro Elektrî (HES) bê kirin, ku emrê projeya bendavê 50 sal e. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Projeya Ilisû ku li ber bidawîbûnê ye, bêyî dîtina peymanên neteweyî û navneteweyî hatiye amadekirin. Rapora xwe ya Nirxandina Bandora li Hawirdorê jî nîne."

Di daxuyaniyê de xemsariya UNESCO û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya der barê mijarê de jî hate bibîrxistin û hate gotin, her du sazî bûne şirîkê sûcê qirkirina çandî.

Di daxuyaniya hewldanê de hate gotin, "Heta niha heft berhemên bîrdariyê ji şûna xwe hatine rakirin, li devereke din hatine bicihkirin, dor li kelehê hatiye pêçandin û bi karên din ên fîzîkî zerar li Heskîfê bûye. Qadên arkeolojîk ên mayî û Geliyê Dîcleyê divê tavilê bên rizgarkirin."

Di daxuyaniyê de bang li raya giştî ya demokratrîk hate kirin ku ji bo rizgarkirina Heskîf û Geliyê Dîcleyê, bêyî dereng bimînin bikevin nava liv û tevgerê.