Ji bo Fermandar Dilxwaz Gabar li Hezexê şîn hat danîn

Ji bo Fermandarê HPG’ê Dilxwaz Gabar ê par li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bibû, li gundê Bafê yê Hezexê şîna hat danîn.

Ji bo fermandarê HPG’ê Dilxwaz Gabar (Mehmet Dogan) ê di 21’ê Gulana 2022’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bibû, li gundê Bafê yê navçeya Hezex a Şirnexê ku lê ji dayîk bû, şîn hat danîn.

Malbata şehîd Dilxwaz, nûnerên Partiya Demokratîk a Gelan, Partiya Çepên Kesk, malbatên şehîdan û gelek kes tev li şînê bûn.

Di axaftinên şînê de wiha hate gotin: “Eger em yekîtiya xwe pêk neynin, li ser esasê ramanên vê tevgerê yek nebin, em ê berdêlan bidin. Dema şehadetek çêdibe, gotina “Serê malbata şehîd sax be” têre nake. Divê em bibin bersiva şehîdên xwe, hesret û xeyalên wan pêk bînin.”

LI DARMSTADTÊ ŞÎN BÊ DANÎN

Ji bo Şehîd Dilxwaz Gabar wê li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li navnîşana Staudingerstrasse 7, 64293 Darmstadtê jî şîn bê danîn.