Ji bo derxistina leşkerên Tirk ji Başûr, kampanya îmzeyan dest pê kir

Ji bo leşkerên Tirk ên dagirker ji Başûrê Kurdistanê bên derxistin, bi pêşengiya Jin ên Ciwan ên Têkoşer kampanya îmzeyan dest pê kir.

Di çarçoveya pêngava "Ji bo Kurdistaneke azad û serbixwe faşîzm û dagirkeriyê birûxîne" de, li Başûrê Kurdistanê kampanya îmzeyan a ji bo derxistina leşkerên Tirk ên dagirker dest pê kir.

Armanc ji kampanyayê ew e ku leşkerên Tirk ji her devera Başûrê Kurdistanê û Iraqê bên derxistin.

Di vê çarçoveyê de Jin ên Ciwan li seransera Başûrê Kurdistanê dest bi berhevkirina îmzeyan kirin.

Li gel komkirina îmzeyan her wiha li malpera Change.org jî heman kampanyayê dest pê kir.

Kesên dixwazin beşdarî kampanyayê bibin bi rêya vî lînkê dikarin tevlî bibin.